‘Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin’

Serokê Tîmên Lêgerîn û Vekirina Gorên Bi Kom ên Îraqê Ehmed Qusayî got ku di 17 salên borî de 1700 cenazeyên Kurdan ji 31 gorên bi kom hatine derxistine û 2007 nimûneyên xwînê ji bo berawirdkirinê wergirtine.

Serokê Tîmên Lêgerîn û Vekirina Gorên Bikom ên Îraqê Ehmed Qusayî li ser vekirina gorên bi kom ji Rudawê re axivî:

Ehmed Qusayî ragihand, “Pêvajoya vekirina gorên bikom ji aliyê Birêveberiya Parastina Gorên Bikom a ser bi Dezgeha Şehîdan û Birêvebiriya Dadpijişkî ya Bexdayê ve berdewam e.

Ev kar li gorî plana salane dibe; kêmbûna pere, karmendên pispor ên vî warî û zêdebûna hejmara gorên bikom sedemên derengketina pêvajoya vekirina goran e.”

Serokê tîmê Ehmed Qusayî amaje bi wê jî kir, “Ji destpêka sala 2008an ve 31 gorên bikom hatine vekirin ku taybet bûn bi Kurdan û cenazeyên 1700 şehîdan hatine derxistin.”

Ev gorên bikom ên qurbaniyên êrşa Enfalê ne ku desthilata Beisê ku li dijî gelê Kurd bi çend qonaxan pêk anîbû.

Di pvajoya Enfalê de 182 hezar welatiyên Başûrê Kurdistanê bi awayên cuda hatin binaxkirin û komkujîkirin.

Ehmed Qusayî got, “Ji sala 2024an ve pêvajoya wergirtina nimûneyên xwîna malbatan dest pê kiriye ku li wan deveran hatiye kirin ku kesên bêserûşûn hene û 2500 formên bêserûşûn hatine dagirtin û 2007 nimûneyên xwînê hatine wergirtin.”

Ev nimûneyên xwîna malbatan tên berawirdkirin bi wan nimûneyên ku ji hestiyên rûfatên gorên bi kom tên wergirtin ji bo naskirina wan.

Ehmed Qusey got, “Yek ji astengên li pêşiya wergirtina nimûneyên xwînê ew e ku piraniya malbatên qurbaniyan nemane yan koçî derveyî Îraqê kirine.”

Piştî derxistina hestiyan ji gorên bikom, tên birin ji bo dadbizîşkiya Bexdayê ji bo wergirtina nimûneyên ji wan, piştî naskirina wan radestî malbatên wan tên kirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *