Kuştina Emîn Îsa, sûcekî li dijî mirovahîyê ye!

Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER
Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER
Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER

 

Başûrê Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî Kurd ku endamê Partî Demokrat a Kurdistan-Sûrîye (PDK-S) bi navê Emîn Îsa, ji alî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) hatîye girtin û di girtîgehê de ji alî rêvebirên vê hêzê ve îşkenceyek giran lê hatîye kirin û bi îşkenceyê hatîye qetilkirin!

Em vê qetlê bi tundî şermezar û lanet dikin! Loma dibên gerek kujer û berpirsîyarên vê kuştinê bên eşkerekirin û cezakirin. Heger îşkencedar û kujerê vê qetlê neyê eşkerekirin û cezakirin, Rêvebirîya Xweser ji vê qetlê berpirsîyar e!

Kiryara îşkencekirin û cînayetên sîyasî kîjan rêxistin, partî, rêvebirî an dewlet bike, ev sûcekî li dijî mirovahîyê ye û divê li qada netewî û navnetewî hesabê vêya bê pirsîn û sûcdar bên eşkerekirin û cezakirin.

Kî sûcekî bi vî rengî veşêre yan toleransê rê îşkencedar û kujeran bide, hevparê sûcê wan e.

Kişifkirin û cezakirina kujer û îşkencedarên Emin Îsa, berpirsiyarîya Rêvebiriya Xweser, PYD, PYNK û HSD ye. Ji van hêzan kîjan vê bûyerê şermezar neke û li dij qatilan helwest negire, hevparên vê îşkence û qetlê ne.

Em wek TDK-Tevger, bi qetilkirina Emîn Îsa gelekî xemgîn in; ji malbata wî, rêvebirîya PDK-S û hemî gelê Kurd sersaxîyê dixwazin! Emîn Îsa di gora xwe de aram razê û gora wî behişt be!


 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *