ÎSÎGê raporek belav kir: 671 zarokên karker canê xwe ji dest daye

ÎSÎGê ragihand ku di 10 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 671 zarokên karker canê xwe ji dest daye.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) îro rapora xwe ya derbarê zarokên karker de belav kir.

Ew rapor bi navê “Rapora Kuştinên Kar a Zarokan” hat belavkirin.

Li gorî raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 10 salên dawî de herî kêm 671 zarokên karker li ser kar canê xwe ji dest daye.

Di serdema desthilata AK Partiyê de jî wate ji sala 2002yan ve herî kêm 907 zarokên karker canê xwe ji dest daye.

Encûmena Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di rapora xwe de bal kişand ser karkeriya zarokan a di bin banê dibistanên pîşeyî yên amadehiyê de jî ku wek (MESEM) tên binavkirin û got:

“Ev kar ku rê dide karsazan zarokan di bin navê şagirtiyê û stajê de bidin xebitandin, berê hêza kar,  qezayên kar û kuştinên kar ên zarokan daye kargehên biçûk.

Ev der ji ber ku ji kontrolên ewlehiya kar û karkeran dûr in û kêm tên şopandin, kedxwarî û pabendnebûna rêkaran a li dijî zarokan jî zêde kiriye.”

Encûmena Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di rapora xwe de eşkere kir ku niha 1.5 milyon zarok di çarçoveya dibistanên pîşeyî de dixebitin û ji van derdora 300 hezarî di bin 18 salî de ne û anî ziman:

“Bi van dibistanan, karkeriya zarokan tê rewakirin.”

Ji bilî dibistanên amdehiyê yên asayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibistanên amadehiyê yên pîşeyî jî hene û xwendekarên wan dibistanan di çarçoveya perwerdeyê de hinek caran rojekê diçin dibistanê û 4 rojan jî dixebitin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *