Dr. Fevzî Avşar çû ser dilovaniya xwe, yek ji girtiyên Doza 49an bû

Dr. Fevzî Avşarê ku yek ji girtiyên Doza 49an bû koça dawî kir.

Hezkiriyên Fevzî Avşar li ser medyaya civakî peyamên sersaxiyê parve kirin.

Fevzî Avşar, apê stranbêja Kurd Hulya Avşarê û xalê Yuksel Avşar bû ku sala 2011an berbijêrê serbixwe yê Erdexanê bû.

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wê demê piştgirî dabû Yuksel Avşar.

Yuksel Avşar li hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got:

“Xalê min Dr. Fevzî Avşarê ku yek ji kesayetên rêzdar ên doza 49an bû canê xwe ji dest da.

Xatirxwestin ji wan û şahidbûna mirina mezinên malbatê û gelekî zehmet in.

Êş û xemgîniya mirina wî gelekî kûr e.

Ne pêkan e ku em li hemberî çûyîna bêveger bibin asteng… Di gora xwe de bi rehetî rakeve.”

Fevzî Avşar kî ye?

Fevzî Avşar sala 1932yan li navçeya Mêrdînikê ya Erdexanê hatiye dinê.

Fevzî Avşarê apê Hulya Avşarê, dema ku xwendekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê bû ji ber doza siyasî ya bi navê “Doza 49an” hat darizandin.

Musa Anter jî bi heman dozê dihat darizandin.

Doza 49an

17ê Kanûna Pêşîna 1959an hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji nişka vê bi ser gelek navnîşanan de girt.

50 xwendekar, ronakbîr û kesayetên Kurd ku piraniya wan li Enqere û Stenbolê bûn, hatin desteserkirin.

Ev 50 kes bi hinceta “parçekirina Tirkiyeyê bi rêya piştgiriya dewletên biyanî” hatin desteserkirin.

Ji 50 kesan Mehmet Emîn Batuyê Mêrdînî ji ber şert û mercên xerab ên girtîgehê çû ser dilovaniya xwe û bi giştî 49 kes hatin darizandin.

Ji ber vê sedemê jî jê re dibêjin doza “Doza 49an”.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *