Îran, Tehdîdek Mezin e li ser Herêma Kurdistanê!

Şeyhmus Özzengin

Dilê Kurdistanê Kerkûk dagirkirî ye!

Di 10.01.2021an de li Kerkûk, bi mebesta salvegera kujtina Qasim Silêmanî û Ebû Mihendis, “merasim”ek lidar ket. Hinek TV. Yên Kurdistanê, ev “merasim” zînde dan. Lê di ti malperên tora civakî de li ser vê “merasim”ê, armanc û mebesta vê “merasim”ê û mesaja vê “merasim”ê rast nehatim. Ev kêmasîyek mezin e. Rojnamevan. Kunciknivîser, şîroveker û rewşenbîrên me bêden man.

Ev “merasim”, çalakîyek sîyasî bû. Tehdîdek sîyasî bû. Piştî  xîyaneta 17ê Cotmeha sala 2017 an, carek din pesendkirina dagîrkirina axa Kerkûk û derdorên wê û îşareta dûbarekirina xîyanetek nû bi xwe bû. Cirecir û şîarên “merasim a li Kerkûkê, aktorên ku beşdarî vê “merasim”ê bûne, têkhateyên ku xwe li vê “merasim”ê dîyar kirin, li dij Kurd û Kurdistanê di hemahengîyekê de cîh girtibûn. Damezirîner û serkêşê vê “merasim”ê Komara Îslamî a Îran bû.

Hêz û têkhateyên di merasimê de cîh girtine hemû diyar bûn. Li ser yek stratejîyê, di hemahengîyek hevpar de cîhê xwe girtibûn. Hinek wek temsîl, hinek bi al û şîarên xwe di “merasim” ê de cîhê xwe girtibûn. Piranîyên wan bi avêtina Şiaran re, av û girêz ji devê wan dihat. Di helwestek kûjer de xwîn ji devên wan dipekîya. Hemahengîyek û yek armancek hebû di beşdarbûna van hêzan de.

Ev hêz yek bi yek :

Serkirdeyên Sîpayên Pasdarên Îran,

Serkirdeyê Haşdî Şabî (grûba Salîh Fewaz, ku ji terefê Emerka de wek hêzek terorê hatîye dîyarde kirin),

Serkirdeyên YNK û PKK,

Hêz û partîyên tirkmenên kerkûk,

Erebên Kerkûk beşdarvan bûn.

EV “merasim” çima li Kerkûk li dar ket?

Armanc û mesaja vê “merasim”ê çi ye?

Wê Kurd ji vê mesajê çi dersan derxin û çi tedbîran bistînin?

Mesaja vê “merasim”ê; li herêmê, hemahengî û hevkarîya stratejîk ya di navbera van hêzan de, bi şêweyek vekirî û dîyar derdixe ber me.

Ev mesaj, yek ji meşrûkirina dagîrkirina Kerkûk û hemû herêmên din yên di bin dagirkirina Îraq de ye..

Ev mesaj, jibîrkirina made ya 140 e.

Ev mesaj, eşkere dike ku; wê beşek ji kurdan jî bi Haşdî Şabî, Ênîya Tirkmenan û Îran, beşek ji Şîeyên İraq re têkildar, li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê, di nav stratejîya Îran de bi hemahengî cîh girtine. Ev cîhgirtin, destê wê heta Bexda dirêj e û beşek mezin ji şîeyên, ku li Bexda li dij destkevtinên Kurd û Kurdistanê tevdigerin, bi hemahengîyekê tevdigerin. Ji Bexda tehdîda li ser Kurdistanê, qutkirina mûçeyên pêşmergan, qûtkirina maaş û dahatên Kurdistanê, tehdîda bi birçîbûn û qeyranan daxwaza terbîyekirina miletê Kurd û Kurdistanê, ji yek navendê têt meşandin. Aktorê van qeyranên sîyasî Îran e. Bandora îran a li İraq, li ser herêmê û metirsîya dîyar derdixe ber me.

Tifaqên navdewletî, Emerîka, dewletên Kendava Erebî û YM, li hember vê hemahengîya van hêzan bêdeng e. Li henber tehdîda ku Îran, bi rêya nîjadperestên Ereb li Bexda dimeşîne bêdengin. Ev jî carek din, metirsîyek mezin tîne ser destkevtinên Kurd û Kurdistanê.

Ev demek e Destek, li Bexda her êrîşan tîne ser berjewendîyên miletê me. PKK Li ser axa Başûrê Kurdistanê bûye astengek mezin û gav bi gav dibe sebebê ku dewleta tirk, vê axa ku bi xwîna 100 hezaran cangorîyan rizgar bûye, dagir bike. Statûya Herêma Kurdistanê dixe bin metirsîyek mezin.

İraq, wek dewlet, îrade bidest nexistîye. Îrada İraq di destê Îran û hêzên tundrew de ye. Kurd nikarin pêşeroja xwe bi van hêzan ve girêbidin. Cîhê ku îradeyek sîyasî lê tinebe, li wir pesendkirina yasayan û maf, xalên lihevhatinan jî nabe. Divê Herêma kurdistanê bigihêje vê rastîyê ku; bi vê İraqa heyî re hemahengî, li gora zagonê jîyanek hevpar nabe. Heta ku Îran, Bexda, wek navçeyek Tehran bibîne, ev ne mumkûne.

Bi hêzên mezhebî, berjewendîperest, gendelîxwaz û tundrew re avakirina dewletek demokratîk xeyal e. Divê Kurd wek milet vê rastîyê bibînin û tedbîrên xwe bigirin. Heta niha li Bexda, çar serokwezîr hatine ser hikim . Yê çaremîn Mistefa Kazimî ye. Wê hêza M. Kazimî ji yên din ne cûda be. Heta ku divêtîya wî bi piştgirîya kurdan hebe, wê “dost”ê kurdan xuya bike. Yên berî M. Kazimî jî wilo bûn! Ji ber ku, yên li Bexda hêza sîyasî di destê xwe de digirin, ne ewên ku dibin Serokwezîr in. Ji ber vê rastîyê jî zû rê li ber wan têt girtin.

Bi hêvîya ku Kurd, rewşenbîrên kurdan, sîysetmedarên kurdan vê “merasim”a li Kerkûkê, baş binirxînin û tedbîrên xwe bistînin..

11.01.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *