IOM: Şêst Û Yek Koçber Li Peravên Lîbyayê Di Keştiyeke Binavbûyî De Xeniqîn

Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) li Lîbyayê ragihand ku 61 koçber di encama keştiyeke binavbûyî de xeniqîn, ku di nav de jin û zarok jî hebûn.

IOM, di postekê de li ser platforma medyaya civakî X, ji ser zarê kesên rizgarbûyî got ku derdora 86 kesan di qeyikê de bûn, û ew ji bajarê Zwara yê Lîbyayê, ku bi qasî 110 km (68 mîl) dûrî Trablosa paytext e, derketibûn.

“Navenda Deryaya Navîn yek ji rêyên koçberiyê yên herî xeternak yên cîhanê ye,” IOM got.

Yek ji bûyerên kujer ên îsal di Hezîranê de bû, dema ku keştiyek masîgiran ku bi sedan koçber hilgirtibû, piştî ku ji Tobruk a Lîbya, li beravên Yûnanistanê binav bû. Li gorî raporta IOM, sefera ku diviyabû li Îtalyayê biqede, bû sedema mirina 78 kesan û çarenûsa 518 kesên din nediyar bû.

Li gorî raporta IOM, di nîvê yekem ê sala 2023an de xeniqîn sedema sereke ya mirina li ser rêyên koçberiyê li çaraliyê cîhanê bû, di vê heyamê de 2,200 kuştî hatin tomarkirin.

Yekîtiya Ewropî û Tûnisê di Tîrmehê de peymaneke “hevkariya stratejîk” îmze kir ku tê de karê li dijî qaçaxçiyên mirovan û danîna bendên tund li ser sînorên deryayê, di dema zêdebûna keÅŸtiyên ku ji welatê Afrîkaya Bakur ber bi Ewrupayê ve diçin, vedihewîne.

Brîtanya û Îtalyayê roja Şemiyê planên xwe ragihandin ku bi hev re piştgiriya darayî bidin vegera malê ya koçberên ku li Tûnisê asê mane, li gorî daxuyaniyên her du welatan, lê negotin dê çiqas pere werin dabînkirin.

https://www.dengeamerika.com/a/libya-migrants-drown/7401633.html

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *