Di hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê de em dengê xwe nadin tu namzetan

Di vê hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê de tu namzetekî ku azadiyê, mafên miletê kurd, wekhevî û demokrasiyê diparêze tune ye. Ji ber vê jî em dibejin , divê em dengê xwe nedin tu namzetan.

Di 10ê tebaxa 2014an de, dê fitla yekê ya hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê çêbibe û Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdoğan û Ekmeleddin İhsanoğlu namzetên hilbijartinê nin.

Di vê hilbijartinê de cara yekê ye ku yekser bi “dengên xelkê” dê serokkomar bê hilbijartin. Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê, qanûnên di derbarê hilbijartin û damezrandina partiyan de, li ser esasê şoweniyê, li ser esasê red û înkarkirina miletê kurd hatine hûnandin. Jiber vê yekê jî miletê kurd nikare bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî hilbijartinê bibe.

Pirsgirika kurd û Kurdistanê, pirsgirêkeke neteweyî ye. Ji ber wê jî divê li ser esasê self determînasyonê bê çareserkirin. Pirsên neteweyan weke ku li gelek welatên cîhanê jî hatiyê rojevê, ne pirsgirêkeke ku bi rêya hilbijartinan bê çareserkirin e. Divê hebûna du miletan bê qebûlkirin û li gora wê rêyên çareseriyê li ser esasê bernameyekê pêk werin. Ji ber wê jî ew siyasetên ku dixwazin çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê bi rêya “piraniya dengên” di hilbijartinan de pêk bîne, di esasê xwe de, rêya ‘’neçareseriyê’’ didin ber miletê kurd.

Ev rastiya ku em behsa wê dikin, nayê wê maneyê ku tu guhertinên li Tirkiyeyê rû didin me eleqedar nake. Heta wê dema ku miletê kurd dewleta xwe ava bike û li gora wê îdareya xwe bi rê ve bibe, ew guhertinên ku li Tirkiyeyê, di derbarê îdarî, siyasî, aborî û qanûnaesasiyê de pêk bên, helbet dê ji me re jî giring bin û ew ê me eleqedar bikin.

Her guhertinek, her gaveke ku tesîra wê ya erênî an jî neyênî li ser demokrasî, edalet, azadî û wekhevîyê hebe, helbete 25 milyon kurdên ku li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê dijîn jî eleqedar dike. Ji ber vê yeke jî, em rola hilbijartin û guhertinên di sîstema siyasî ya Tirkiyeyê de pêk bên ‘’ji bînî de’’ red nakin.

Em nabêjin ku hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê ‘’me eleqedar nake’’. Bi rastî jî Serokkomarekî ku karibe rêya azadî, demokrasî, çareserî û pêşerojeke adil bihûne û xurt bike hebe, em ê dengê xwe bidinê. Serokkomarekî karibe van daxwazên ku em ê li jêr rêz bikin ku ew daxwazên miletê kurd û gelên li Tirkiyeyê ne, biparêze û pêk bîne hebe, helbet em ê dengên xwe bidinê.

-Divê pirsgirêka kurd û Kurdistanê bi rêyên siyasî, demokratik û aştîyane bê çareserkirin û divê ev rê û rêbaz him di Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê de û him jî di qanûnên din de bên bicîhkirin.

-Divê miletê kurd li welatê xwe statuyekê bidestî bixe.

-Divê mafên neteweyî yên miletê kurd bên qebûlkirin û di Qanûna Esasî de bên bicîhkirin.

-Divê miletê kurd karibe bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî hilbijartinan bibe.

-Divê hebûna miletê kurd bê qebûlkirin. Perwerdeya bi zimanê kurdî divê ji aliyê dewletê ve bê pêkanîn. Hemû astengên li ber azadiya ramanî, xwebirêxistinkirin û ya li hemberî bawermendiyê divê bê rakirin. Ev xalên navborî divê di Qanûna Esasî de bên bicîh kirin.

-Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê ji bo şerdên demokratik, adîl û azad bên serrastkirin, divê hemû peymanên navneteweyî ji aliyê dewletê ve bên pêkanîn.

-Bi dehsalan e ku li Kurdistanê ji ber siyaset û kiryarên Dewleta Tirk, texrîbatên pir mezin di warê aborî, siyasî, ekolojik, eskerî û çandî de pêk hatinê. Divê bernemeyeke piralî ku karibe van texrîbatana û encamên wan ji holê rakin bê pêkanîn.

– Divê hemû projeyên ku li Kurdistanê bingehên leşkerî xurt û nuh bikin bên rawestandin û bi hesasiyeteke psikolojik, bi empatiyeke ji dil divê bê tevgerandin.

-Divê Şerdên Xweseriya Îdareyên Herêmî ya Yekitiya Ewrûpayê bi hemû xalên xwe ve bê pêkanîn.

-Divê ev daxwazên ku me anîne zimên, bêşerd û bêqeyd him di Qanûna Esasî de û him jî di qanûnên din de bên bicîhkirin.

Gava ku em bi awayekî ‘’bêalî’’ li hersê namzetên Serokkomariyê dinerin, em dibînin ku yekî jî ji wan di gotin û kiryar û bernameyên xwe de, ev daxwazên miletê kurd û yên gelen Tirkiyeyê pêk neanîne.

Ekmeleddin İhsanoğlu, ji aliyê dor û berên şowen, faşist û nîjadperestên wek CHP, MHP û hinekên dinê ve namzet hatiye nişandan. Ekmeleddin İhsanoğlu, di gotina xwe ya pêşî de bêhurmetiyeke mezin li zimanê kurdî kir. Eşkere ye ku miletê kurd wî jî û wan dor û berên ku li pişta wî ne jî baş nas dike û dê rayên xwe nedin Ekmeleddin İhsanoğlu.

Namzetê AKPyê Recep Tayyip Erdoğan, di derbarê azadiya zimanê kurdî û di derbarê perwerdeya taybet ya bi zimanê kurdî de hinek gavên erênî avêtiye. Bi TRT6ê û bi hin guhertinên îdarî û siyasî yên di derbarê demokratîzekirina Tirkiyeyê de hin gavên piçûk bin jî avêtine. Di lawazkirina desthilatdariya leşkeran de jî hin gav ji aliyê Erdogan û AKPyê ve hatine avêtin.Ev gavên erênî giş ji ber mecbûriyeta mewzûata Yekitiya Ewrûpayê pêk hatibûn.Di derbarê têkiliyên Başûrê Kurdistanê de jî, jiber berjewendiyên dewleta xwe, Erdogan hin gavên erênî avêtîye.

Lê eşkere ye ku bi taybetî jî piştî sala 2007an, Erdogan rola sereke di derbarê rêlibergirtina guhertin û demokratîzekirinê lîstiye. Erdogan bi siyaset û aqiliyeta xwe ya ‘’yek milet, yek dewlet, yek al’’ê ve, bi kiryar û fikrên xwe yên ‘’misilmantiya sunne’’ ve îspat kiriye ku dewletê ji nuh de organîze dike.

Erdogan bi îtifaqa li gel MİTê û Serokerkaniya Tirkiyeyê re, pirsa bi hezaran kuştiyên ku bi navê “qesas nediyar” têne zanîn, bincil kiriye. Erdogan ji bo ‘’berjewendiyên bilind yên dewleta xwe”, dest neavêtiye vê dosyaya ‘’qesas nediyaran’’ .

Erdogan di qetlîma Roboskîyê de bi awayekî eşkere piştgiriya faîlên vê qetlîamê kiriye. Serokerkanê Tirkiyeyê û Erdogan şirîkên vê qetlîamê nin. Roboskî nişana wê yekê ye ku Erdogan dê di rojên pêş de jî ji bo ‘’berjewendiyên dewleta xwe’’ dikare qetlîamên mezintir pêk bîne û veşêre.

Erdogan li gor siyaset û viyana xwe ya dîktatoriyetiyê ya ‘’yek milet, yek dewlet, yek al’’ê, ya neo-osmanlicîtiyê û bi fikrên ku bi Tirkîyetiyeke Sunne Îslamiyetê ve hûnandî dixwaze dewletê ji nû ve organize bike. Ji ber wê jî, Erdoganekî ku di vê aqiliyetê de be, dê nikaribe azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ji bo miletê kurd û gelen Tirkiyeyê bîne.

Em dibêjin ku jiber van sedemana divê em dengê xwe nedine Erdoganî.

Selahattin Demirtaş weke namzete HDPyê hate nişandan. HDP wek projeyeke ‘’Tirkiyeyîkirina’’ kurdan hat damezrandin. HDP xwe wek partiya ‘’Tirkiyeyê’’ bi nav dike. HDP bi gotin û bername û kiryarên xwe ve dixwaze xebata miletê kurd ya ji 200 salî û heta îro ku li ser bingeha xeta neteweyî dimeşe tasfiye bike û di nava ‘’Tirkîyeyîbûnê’’ de bihelîne.

HDP dibêje ‘’Cumhuriyeteke Demokratîk, Welatekî Hevpar, Xweseriya Demokratîk’’. Ango HDP dibêje ku Kurdistan tune ye; dibêje ku dewletbûna miletê kurd ne rast e. Dibêje ku ‘’Tirkiye welatê me hemûyan e’’. HDP mefê neteweyî yên miletê kurd, mafê dewletbûna miletê kurd di bernameya xwe de bicîh nekiriye.

Baş e, namzete partiyeke weha çawa dikare li ser navê kurdan derkeve û bibêje ‘’ez nûnerê kurdan im”? Mafê HDPyê tune ye ku li ser navê kurdan namzetekî derxîne. Namzetekî ku raya tu kes û dor û berên kurd û kurdistaniyan ji bo Serokkomariyê nesitendibe, ew nikare bibe namzetê miletê kurd.

Selahattin Demirtaş ji xeynî HDPyê û dor û bera xwe ji bo namzetiyê raya tu kesî nesitendiye. Ji tu partî, rêxistin û hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî nepirsiye. Ji tu rêxistinên sivîl, yên meslekî, yên demokratik nepirsiye. Ji tu eşîran, alimên olî, rewşenbîr, akademisyen, gênc, jin, karker, gundî, esnaf, karsazan nepirsiye. Ji tu kêmneteweyan nepirsiye. Selahattin Demirtaş bi ‘’bêminnetî’’, bêyî ku raya tu kesî bistîne namzetiya xwe îlan kiriye. Em dibêjin, ew kesê ku rêzê li raya miletê xwe nagire û xwe li ser milet ‘’ferz’’ dike, nikare bibe nûnerê miletê kurd. Ji ber vê yekê jî, miletê kurd ji Selahattin Demirtaş re divê bibêje ‘’madem ku tu qîmet û girîngiya îrade û fikrên me li cem te û partiya we tune ye, madem ku hûn mafên me yên rewa naparêzin, em jî te wek nûnerê xwe qebûl nakin. Em dengê xwe nadin te’’

Em li gel wê yeke bûn ku hemû kurd û kurdistanî bikaribin bi hemahengî û bi yekgirtineke neteweyî namzetekî hevpar derxînin. Lê mixabin him jiber astengiyên qanûnî, him jî jiber siyaseten xelet ev yeka pêk nehat.Em dibêjin ku divê miletê kurd ji vê helwest û siyaseta xelet re bibêje ‘’na’’. Divê miletê kurd ji Selahattin Demirtaş û partiya wî re bibêje ‘’ew ên ku mafê dewletbûn û xwedî statubûyina miletê kurd neparêzin, ew ên ku keda birêxistinbûnê ya milêtê kurd di nava Tirkîyeyîbûnê de bihelînin, ew ên ku tu derdê wan yê yekitiya neteweyî tune bin, em jî wek nûnerê xwe qebûl nakin, em dengê xwe nadinê’’

Belê, di vê hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê de tu namzetekî ku azadiyê, mafên miletê kurd, wekhevî û demokrasiyê diparêze tune ye. Miletê kurd bi îrade û yekitiya xwe ya neteweyî , bi awayekî azad nikarîbû namzetê xwe derbixîne. Ji ber vê jî em dibejin , divê em dengê xwe nedin tu namzetan. 02.08.2014

Meclîsa Hewldana Partiyeke Kurdistanî

Türkiye Cumhurbaşkanlığı Seçimlerinde Hiçbir Adaya Oy Vermiyoruz.

Türkiye Cumhuriyeti Cumhurbaşkanlığı için 10 Ağustos 2014 günü ilk tur seçimler yapılacak.

Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdoğan, Ekmeleddin İhsanoğlu aday olarak seçimlere katılmaktadırlar.

Bu seçim, Türkiye’de Cumhurbaşkanı’nın ‘’halk oyu’’ ile seçileceği ilk seçim olma özelliğine sahip. Anayasa, partiler yasası ve seçim kanunlarındaki sayısız anti demokratik, şoven anlayış ve yapılanmadan dolayı, ne yazık ki Kürt milleti, diğer seçimlerde olduğu gibi, bu seçimde de kendisini bir taraf olarak ifade edememektedir. Bu anlamda bu seçim, Kürt milletinin varlığını ve haklarını yok sayan bir zihniyet üzerinden yürümektedir.

Kürt ve Kürdistan sorununun Kürt milletinin kendi kaderini tayin hakkı sorunu olduğu açıktır, bu sorunun seçimlerle çözülecek bir sorun olmadığı da… Kürt ve Kürdistan meselesini seçimler yoluyla ‘’çözmeyi’’ hedeflemek, aslında çözümsüzlüğü kendi elimizle onaylayan bir tuzağa düşmekten başka bir anlam taşımayacaktır. Dünyanın hiçbir yerinde bu türden ulusal sorunlar, ‘’herkesin bir oya sahip olduğu’’ seçimlerle çözülmemiştir, çözülemez de. Çünkü sorunun doğası farklıdır ve sağlıklı bir çözüm için evvela İki ayrı millet gerçekliğini kabul etmeyi gerektirir.

Bu gerçeklik, Kürt milletinin kendi devletiyle kendisini yöneteceği zamana kadar, bizlerin Türkiye’deki her türlü, idari, ekonomik, siyasal ve anayasal değişikliklere kayıtsız kalacağımız anlamına gelmemektedir.

Demokrasiyi, özgürlüğü, adaleti, eşitliği, Kürt milletinin ulusal demokratik hak ve özgürlüklerini, insan hak ve özgürlüklerini, çevre sorunlarını olumlu ya da olumsuz etkileyen her değişim, her uygulama Kuzey Kürdistan ve Türkiye’deki 25 milyonu aşkın Kürt milletini etkilemekte, ilgilendirmektedir. Bu nedenle de, ne seçimlere, ne de siyasal sisteme yönelik katılım ve değişimlere ‘’toptan reddiyeci’’ bir yaklaşım içinde değiliz.

Bu perspektifle, Türk devletinin Cumhurbaşkanlığı seçimleri ‘’bizleri ilgilendirmiyor’’ demiyoruz. Bugün gerçekten de Kürdistan ve Türkiye’de demokratik bir geleceğin altyapısının oluşturulmasında katkıda bulunabilecek bir Cumhurbaşkanı’na elbette ki ‘’evet’’ diyebiliriz. Aşağıdaki temel talepleri programına alan ve uygulayacağına dair açık beyanda bulunan bir Cumhurbaşkanı adayına ‘’evet’’ diyebiliriz.

-Kürt ve Kürdistan sorununun barışçıl, demokratik, siyasal yol ve yöntemlerle çözümünü esas alarak, bunu yasal ve anayasal güvencelere kavuşturmayı,

– Kürt milletinin kendi ülkesinde bir statü elde etmesini,

– Kürt milletinin ulusal haklarının tanınmasını ve anayasal güvencelere kavuşturulmasını,

-Eşit haklara sahip olduğu tanınmış Kürt milletinin kendi adayını belirleme hakkını ,

– Kürt milletinin varlığını, devlet tarafından uygulanacak Kürtçe anadille eğitimi, düşünce, inanç ve örgütlenme özgürlüğünü yasal ve anayasal güvencelere kavuşturmayı,

– Gerçek anlamda Türkiye ve Kürdistan’da eşit, adil, demokratik ve özgür koşulların yaratılmasını ve bunların, uluslararası sözleşme ve anlaşmalar kapsamında güvence altına alınmasını,

– Uzun yıllardır Kürdistan’da yaratılan ekonomik, sosyal, kültürel, ekolojik, askeri ve siyasal tahribatların bütün sonuçlarıyla birlikte ortadan kaldırılmasını hedefleyen pozitif ayrımcılığın esas alındığı bir programın uygulanmasını,

-Askeri amaçlı her türden önlem, karakol, yatırım ve yasal düzenlemelerin derhal sonlandırılmasını,

-AB Yerel Yönetimler Özerklik Şartının tüm maddeleriyle birlikte uygulanmasını, bütün bu taleplerin koşulsuz yerine getirilmesini, yasal ve anayasal güvencelere kavuşturulmasını programına alan ve uygulayacağına dair açık beyanda bulunan bir Cumhurbaşkanı’na ‘’evet’’ diyebiliriz.

Bu perspektifle mevcut üç adaya baktığımızda, hiç birisinin bu talepleri içeren bir programa sahip olmadığını görebilmekteyiz.

Ekmeleddin İhsanoğlu, CHP, MHP ve diğer bazı partilerin adayı olarak açıklandı. E. İhsanoğlu faşist, ırkçı, ulusalcı kesimlerin talepleri çerçevesinde ortaya çıkmış, geleneksel zihniyeti korumayı taahhüt eden Kürt dilinin varlığına bile tahammül edemediğini kısa dönemdeki seçim çalışmalarında ispatlamış bir adaydır.

Böyle bir adaya hiçbir Kürdün oy vermeyeceği açıktır.

AKP’nin adayı olarak R. Tayyip Erdoğan, Kürt dilinin kısmi özgürlüğü ve Kürtçe özel eğitim,TRT6, bazı demokratik açılımlar, askeri otoriteye kısmen geri adım attırılması gibi Avrupa Birliği mevzuatı gereğince bazı adımlar atmıştı. Güney Kürdistan Hükümeti ile geliştirilen ilişkiler de de kendi devlet çıkarları gereğince, olumlu bazı adımlar atmıştır. Ama açıktır ki, Erdoğan özellikle 2007’den bu yana, demokratikleşmenin ve Kürdistan sorununun çözümünün sürüncemede bırakılmasında birinci derecede sorumlu konumdadır. Erdoğan, pratikte uygulamış olduğu siyasetiyle, ‘’tek devlet, tek millet, tek bayrak’’ yaklaşımı ve bütün siyaseti boyunca esas aldığı ‘’Suni İslam’’ anlayışıyla Türk devletini yeniden organize etmektedir. Erdoğan, Kürdistan’da işlenen binlerce ‘’faili meçhul’’ dosyayı MİT ve Genelkurmay ile koordinasyon halinde, ‘’devletin bekası’’ için ‘’hasıraltı’’ etmiştir. Erdoğan, Roboski gibi hiçbir şekilde tartışma götürmeyecek bir katliamda bile Genelkurmay Başkanı’nın yanında durarak O’nu sahiplenerek aslında Roboski’nin gerçek sorumlusu olduğunu ispatlamıştır. Bu yaklaşım, daha büyük katliam ve haksızlıkların Erdoğan tarafından ‘’devletin çıkarları’’ için gerçekleştirilebileceğinin habercisidir. Neo Osmanlıcılıkla, tek şef yönetimiyle aslında devleti kendi ekseninde yeniden organize etmek isteyen Türk-Suni İslamcı, diktatörlük heveslisi Erdoğan da Kürt ve Türk halklarının hiçbir talebini karşılayacak bir pratik ve programa sahip değildir.

Bu nedenle de Erdoğan’a da oy verilmemelidir.

HDP tarafından aday gösterilmesine karşın Selahattin Demirtaş kendisini ‘’Kürtlerin adayı’’ olarak sunmaya çalışmaktadır. Bu açık bir çelişkidir. Çünkü HDP ‘’Türkiyelileşme’’ siyasetinin temsilcisidir .‘’Ortak Vatan, Demokratik Cumhuriyet, Demokratik Özerklik ‘’ diyen HDP Kürt milletini temsil edemez. HDP Kürt milletinin 200 yıllık ayrı örgütlenme geleneğinin heba edilmesini ifade etmektedir. Kürt milletinin kendi kaderini tayin hakkını ve ulusal demokratik taleplerini programına almayan HDP Kürt milletini temsil etmediği gibi, O’nun adına aday da gösteremez. Bunun gibi, HDP ve yakın çevresindekilerin adayı olarak, hiç bir Kürt ve Kürdistani harekete, çevreye danışmayan, fikir alma ihtiyacını duymadan adaylığını açıklayan Selahattin Demirtaş da Kürtlerin adayı olamaz.

Hepimizin bildiği gibi S. Demirtaş, kendisi gibi düşünenler dışında, adaylığı konusunda, hiçbir Kürt siyasi partisinin, siyasi grup ve çevresinin, Kürt ve Kürdistan’daki hiçbir sivil toplum kuruluşunun, mesleki örgütlerin, akil adamların, aşiret ileri gelenlerinin, dini alimlerin, aydınların, gençlerin, akademisyenlerin, işçilerin, köylülerin, esnafların, işadamlarının, kadınların, etnik azınlıkların, Kürdistan toplumunun hiçbir kesiminin, fikirlerine başvurmamıştır. Buna ihtiyaç duymayan Selahattin Demirtaş’a Kürdistan halkı da ‘’madem irademizi hiçe sayıyorsun, o zaman biz de seni kendi adayımız olarak kabul etmiyoruz’’ diyerek oy vermemelidir.

Kürt milletinin ortak bir aday etrafında kenetlenmesi bizim esas düşüncemizdi. Ama ne yazık ki, bu gerçekleşmedi. Seçim çalışmalarındaki tutum ve programıyla, Kürt milletinin ulusal varlığını ve haklarını, Kürt milletinin bir statüye kavuşmasını ve devlet olma hakkını savunmayan, devletin Türkiyelileşme siyasetini esas alan ve kimseyi hesaba katmayan bir siyaset tarzını ‘’gelenek haline getiren’’ Selahattin Demirtaş ve O’nun siyasi hareketi, bu seçim vesilesiyle Kürdistan halkından bir ‘’dur’’ ihtarı almalıdır diyoruz.

Evet, bu seçimde, Kürdistan ve Türkiye halklarının özgürlük, eşitlik, değişim ve adalet özlemlerini programına alan bir aday mevcut değildir. Kürt milletinin ulusal birlik temelinde ve kendi iradesiyle gösterdiği bir adayı da yoktur. Bu nedenle de hiçbir adaya oy verilmemelidir diyoruz.02.08.2014

Kürdistani Parti Girişimi Meclisi

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *