Rêkxistina Human Rights Watchê li ser qerebûkirina awareyên Şingalê radigehîne, “Rêz li wan sozan nehat girtin ên ku ji bo qerebûkirina xelkê Şingalê hatibûn dan.” Amajeyê jî dide, “Tenê di sala borî de nêzî 3500 malbatan daxwaza qerebûkirinê pêşkêşî Fermangeha Darayî ya Parêzgeha Neynawayê kiriye, ev hejmar niha ji bo 10 hezar malbatan bilind bûye lê heta niha nehatine qerebûkirin.”
Rêkxistina Human Rights Watchê di nûtirîn raporta xwe de li ser pirsa daxistina kempên awareyan li Îraqê û çawaniya qerebûkirina awareyan û vegeriyana wan ji bo deverên wan amaje da ku, “piştî derbazbûna salekê ji biryara qerebûkirina awareyên Şingalê, heta niha wekî pêdivî alîkariya wan nehat kirin”. Herwesa got, “Heta niha nêzî 10 hezar malbatan formên daxwaziyên qerebûkirinê pêşkêş kirine, lê nehatine qerebûkirin.”
Rêkxistina Human Rights Watchê di raportekê de li ser rewşa awareyên Şingalê û çawaniya qerebûkirina wan amaje da, “Şingal berî 10 hezar salan meydana tawanên şerê giran û awarebûna bikom bû û heta îro jî nêzî 183 hezar Şingalî li awareyiyê dijîn, lê zêdebarî çend salên bendemanê, çi kesekî li Şingalê ew pere û qerebû wernegirtiye, li dû qanûna Îraqê mafê wan e li bernaberî wêrankirin û zirargehandinê bi milk û malên wan bên qerebûkirin.
Li dû wê raportê, 80% jêrxane û 70% ya xaniyan li bajarkê Şingalê ji ber şerê DAIŞê wêran bû û nehatine qerebûkirin, bi awayekî ku piraniya awareyên Şingalê pêdivîtî bi alîkariya darayî heye ji bo ku deverên xwe avedan bikin. Piştî heft salan ji nemana DAIŞê, niha jî bi hezaran malbatên Şingalê li kempên Herêma Kurdistanê dijîn, pêdivîtî bi alîkariya rojane heye.
Rêkxistina Human Rights Watchê amaje jî daye, “Di sala borî de nêzî 3500 malbatan daxwaza qerebûkirinê pêşkêşî Fermangeha Darayî ya Parêzgeha Neynawayê kiriye, ev hejmar niha ji bo 10 hezar malbatan zêde bûye, lê nehatine qerebûkirin, bi awayekî ku pareke hejmareke wan Şingaliyan vegeriyane warê xwe, piştî nûjenkirina xaniyên wan, hêşta hikûmetê qerebû nekirine. Ji wan arêşeyên rûbirûyî wan dibin, nebûna xizmetkarî û jêrxane û neseqamgiriya ewlehiyê ye, bi awayekî piraniya wan li wê bawerê ne ku jiyana wan li Şingalê gelek ji jiyana nav kempan xweştir nîne.”
Di dawiya raporta Rêkxistina Human Rights Watchê de hatiye, pêdivî ye hikûmet pêngavên rijd ji bo avedankirin, nûjenkirin û qerebûkirinê aliyên kargêrî û ewlehî yên bajarî vebigire.”
K24