Hilbijartina Giştî û Herêmî û Siyaseta PAKê…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Wek tê zanîn û tê şopandin, demeke ku di derbarê hilbijartinên Herêmî/Şaredarî de li Kurdistanê jî minaqeşe hene. Min di derbarê hilbijartinên Herêmî de heta nûha çend nivîs pêşkêşî raya giştî kir. Lê ji bona ku di dema nû de kevneşopî û çanda minaqeşekirinê li Bakûrê Kurdistanê kêm bûne; nerînên tên pêşkêş kirin, bes tên xwendin. An jî nayên xwendin jî.

Di van rojên dawî de Malpera Rojeva Kurd di derbarê Hilbijartinên Harêmî de platforma lêpirsînekê vekir. Gelek berpirsîyarên partî û rêxistinên Kurdistanê û siyasetmedar û siyasetvan û nivîskarên Kurdistanê, di derbarê hilbijartina Herêmî de nerînên xwe pêşkêş kirin.

Ez ji malpera Rojeva Kurd re sipas dikim ku ev derfeta da ku gelek nerîn li ber çav bin û bi hev re bên qiyas kirin.

Ez jî beşdarî vê lêpirsînê bûm. Min di derbarê hilbijartina herêmî de nerînên xwe anîn ser zimên. Dema ku nerînên min ji çav bê derbas kirin, gelek bi hêsanî tespît dibe, ku ferqa nerînên min û yên gelek kesan, berpirsiyarên partiyên Kurdistanê ferqên mezin hene. Lê di heman dem de nerînên mişterek jî hene.

Ez dixwazim di destpêkê de bi giştî diyar bikim, ku siyaset, stratejî, mentalîteya partî û rêxistinên Kurdistanê yê di derbarê hilbijartinan de xwedîyê problemeke mezin e. Berîya her tiştekî partî û rêxistinên me rastiya xwe, rastiya Tevgera Milî ya Balkurê Kurdistanê nas nakin. Ew bi serê xwe mijareke girîng e. Divê serrast bibe.

Lê gorî bawerîya min, dema mirov li rewşa rojane û heyî mêze bike, di xebat û helwesta hilbijartina herêmî de, helwesta beşekî aliyên Kurd baş e û beşekî jî ne baş e.

HAK-PAR, bi namzetên serbixwe dixwaze beşdarî hilbijartina herêmî bibe. An jî ji derveyî namzetên xwe, dixwaze ji namzetên serbixwe yên kurdperwer re piştgirî bike. Lewra gor qanûna partiyên siyasî nikare wek partî beşdarî hilbijartinê bibe.

PAK û PSK, biryara xwe ji reya giştî re dîyar kirin, ku dê bi hev re xebata hilbijartina herêmî bimeşînin, bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinê bibin.

Ev helwesta 3 partîya, gorî baweriya min pozîtîf û baş e. Nêziktirî milîbûnê ye. Dikare zêdetir xizmeta berjewendîya milî bike. Ji bona Tevgereke Milî ya Bakurê Kurdistanê ava bibe, dikare bibe alîkar.

Helwesteke xweser e.

PDK-T, dixwaze ji PKK/HDPê namzetiyê bigre. Dibêjin ku wan PKK/HDPê re ji %90 li hevûdu kirine. Ev helwesta gorî baweriya min negatîf e. Ji tevgera milî ya Bakurê Kurdistanê re xizmet nake. Ji helwesta milîbûnê dûr e. Ji tevgera ku Tevgera Bakurê Kurdistanê tasfîye kirî re, alîkarî ye. Helwestekî îltîhaqî ye.

Helwesteke xweser nîne.

Terefên din yên kurd (Platforma Kurdên Demokrat, Tevgera Azadî) hîn helwesta xwe ya di derbarê hilbijartinên herêmî de dîyar nekirine.

Ji bona berjewendîya neteweya kurd, avakirin û pêşxistina Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê, ji bona serxwebûna Kurdistanê tifaqa Kurdistanî, her dem, di her şertan de pêwîst e. Lewra tifaqa partî û rêxistinên Kurdistanê yekîtiya neteweya kurd û kurdistaniyan dikare ava bike. Di hilbijartinan de dikare encamên milî bigre û platforma hilbijartinê bi xwe xizmeta Tevgera Milî ya Bakurê Kurdistanê bike.

Tifaqa Kurdistanî, di çarçevoya eniyeke û koalîsyoneke plûral û demokrat û milî de pêk tê û ava dibe.

Tifaqa neteweyî, tifaqeke stratekjîk û civakî û milî ye. Bes bi komikên siyasî û partî û rêxistinên ku bê hêz û bi gel re pêwendiya wan tune ye, ava nabe.

Loma li Bakurê Kurdistanê di navbeyna komikên siyasî, partî û rêxistinê Kurdistanê de, di vê qonaxê de tifaqa Kurdistanî ava nabe. Li Bakurê Kurdistanê di vê qonaxê de “hevkarî dikare bibe.

Tifaqa Kurdistanî, divê mitlaq ji derveyî PKK/HDPê be. PKK partiyek kurdan nîne, dijminê kurda ye.

Divê partî û rêxistinên kurdan û kurdperwer çi bi serê xwe, çi bi hev re, çi bi hevkarî û çi bi tifaq û koalîsyon dema ku xebata xwe meşandin, divê bizanin ku welatê me Kurdistan hatîye dagîrkirin. Kurdistan, kolonîya çar dewletên kolonyalîst e. Neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê, ji mafê serwerî û desthilatdarî bê par e. Mafên neteweya kurd yên milî hatine xesip kirin.

Loma wezîfeya kurdperweran, rêxistin û partiyên Kurdistanê ya stratejîk ew e ku neteweya kurd azad bikin. Welatê me Kurdistanê ji dagîrîyê xelas bikin. Li welat serwerî û desthilatdarîya neteweya kurd û Kurdistanîytan ava bikin.

Ew jî kêmtir di çarçevoya statuya dewleta federe de dibe. Ji bona neteweya me esas armanc jî, dewleta xwe ava kirine. Wek her miletekî bibe xwediyê dewleta xwe.

Tifaq û koalîsyon û hevkarî û enîyên vê bernameyê biparêzin dibin kurdistanî û milî.

Divê ev bernameya, di her platformê de, di platforma hilbijartinan de, di platforma dadgehê de, di platformên dewleta kolonyalîst yên din de, di çapemeniyê de, di meclîsê de, di şaredarîyan de bê qeyd û şert bê parastin.”

HELWESTA PAK’Ê DI DERBARÊ HILBIJARTINÊ DE…

Serokê Giştî Yê PAKê dibêje: “Hilbijartinên Parlamentoyê û yên Herêmî her yek li gorî xwe bernameyên xwe yên taybet hene. Lê tevgera Kurd û Kurdistanî, di hemû hilbijartinan de divê li ser prensîbên xwe yên netewî û niştimanî sîyaseta xwe bihûnin. Di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de me weke PAK û Tifaqa Kurdistanî, li ser 6 xalên ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê li gel HDPyê li hev kirin. Lê Rêvebirîya HDPyê ev mitabaqat tune hesiband û van 6 xalan nexist deklerasyona xwe ya hilbijartinan. Bi vê helwestê jî, tifaqeke berfireh ya ji bo hilbijartinan sabote kir.

“Gava ku mijara hilbijartinên herêmî hate rojevê, me weke PAK got ‘’HDPyê heta îro jî tu îzahat ji me û ji raya giştî re neanîye, ka ji bo çi tifaqa hilbijartinên 24ê hezîranê sabote kirîye. Ji ber vê yekê jî ne rast e ku em careke din bi HDPyê re hewla tifaqeke hilbijartinê bikin. HDP tifaqeke li ser prensîbên sîyasî qebûl nake’’. Me weke alternatîf jî pêşniyarîya namzedên serbixwe yên welatperwer û demokrat pêşkêşî partîyên Kurdistanî kir.
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an ya rast ewe ku em weke partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û şexsîyetên niştimanî, platformên herêmî damezrînin û bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinên herêmî bibin.”

Diyar e ku Serokê Giştî yê PAKê derîyê xwe ji HDPê re vekirî dihêle. Dîyar e ku ji aliyê teknîkî de derfet nebûye ku bi HDPê re tifaq çê bikin. Ev bi serê xwe ji aliyê stratejî de, di pêşeroj de problemek e.

Serokê Giştî yê PAKê Mûstafa Ozçelik ji bona hilbijartina şaredariyê dibêje, “divê em gelê xwe ne mecbûrî qayûman, ne jî mecbûrî siyaseta xendekan bikin.”

Gelek aşkere ye ku siyaseta PAKê di derbarê hilbijartina giştî de, ji siyaseta hilbijartina giştî xwediyê ferqeke girîng e.

Lê ev helwesta PAKê di derbarê hilbijartina herêmî de dîsa jî hewcedarî şiroveyekê ye.

Ez bi her awayî bi van nerînên Birêz Mustafa Ozçelîk re me.

Loma jî, ji siyaseta wan a di derbarê hilbijartina şaredarî de re piştgirî dikim.

Min, di nivîsên xwe de ev helwesta xwe dîyar kir.

Min di analîzên xwe yên di derbarê xebatên hilbijartina şaredarî de jî, cî da ev helwesta PAKê û PSKê a rast.

Lê ji herdu partiyan tê xwest ku helwesta xwe ya di derbarê hilbijartina giştî de diyar bikin.

Lewra helwesta wan ya di derbarê hilbijartina giştî de, helwest û siyaseta wan a di derbarê hilbijartina şaredarî de li dij hev in.

Tê pirsîn ku çi guhertin çêbûn, ku herdu partîyan siyaseta xwe di derbarê PKK/HDPê de guhertin?

Gelo PKK/HDPê di dema hilbijartina giştî de jî xwediyê siyaseta xendekan nebû?

Gelo nedihat zanîn, ku PKK/HDP xwediyê siyaseta entegreyê ye û ji “tifaqan” re girtîye û dixwaze, ku ji derveyî wan hîç rêxistinek nebe?

Loma PKK roja ku wek projeyeke dewlet(an) avabû, mîsyona wê ew bû, ku bi dewletan ve rêxistin û partîyên Kurdistanê tasfîye bikin.

PKK, hem ev mîsyona xwe di vê qonaxê de dom dike û hem jî di vê mîsyona xwe de serkeftî ye. Bi taybetî jî li Bakûrê Kurdistanê ev wezîfe û mîsyona xwe bir serî.

Amed, 14. 12. 2018

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir