HÊZÊN KU SERWERÎYA KURDISTANÊ NASNAKIN DIVÊ KURDISTANÊ TERK BIKIN!

Piştî Şerê Kendavê ku meclîs û hikûmeta Kurdistanê ava bû û Federalîzm hat îlankirin, Dewletên dagîrker tevlî ku li dijî vê statuya Kurdistanê bûn, lê ji ber parastina Emerîka û hêzên hevpeyman, nikarîbûn dengê xwe jî bikin, lê bi şêweyên din êrîş û provokasyonên xwe berdewam kirin.

PKK, mîna dewletên mêtinkar, tu demê meclîs û hikûmeta herêma Kurdistanê ku îradeya gelê Kurd temsîl dîke, meşrû nedît û ji hiqûq û qanûnê wê re rîayet nekir. Loma li hember provokasyonên PKK, di sala 1993an de hikumeta Kurdistanê hin biryar girtin, lê PKK ew biyar nasnekir û ew dijmin îlan kir. Şerê PKK, bû sebeba 3500 pêşmerge şehîd bibe.

Pêşî PKK, bi destûra PDK û hêzên Kurd li heremê bi cîh bûn. Lê piştre PKK, bi piştgirîya dewleta Îran û Iraq û bi hevkarîya hêzên di bin kontrola dewletên dagîrker de, gelek deverên Başûrê Kurdistanê dagîr kir, serwerî û qanûnên xwe lê meşand. Destdirêjîya rêvebirî û sîyaseta Başûrê Kurdistanê kir: Rêxistin û sazîyên sîyasî ku bi xwe ve girêdayî ava kir.

Deverên ku PKK xist bin kontrola xwe, mudaxeleyî jîyana welatîyên Kurd kir. Bi navê bacê xwîkîtî ji gel sitend, gundîyên neket xizmeta wan, hepis û îşkence kir, wan koçber kir, dest bi kuştina berpirsên partî û hikumetê yên li dij wan derketin kir.

Dewleta Tirk, bi bahaneya êrîşên PKK, her roj çîyayên Kurdistanê bombebaran dike, heta niha zêdetirî 30 operasyonî pêk anîye. Deverên ku PKK dagîr dike, hêzên dewleta Tirk jî li wan devera qereqolan ava dike. Hikûmeta Federal ya Kurdistan, bi rêya hêza xwe ya pêşmerge dixwaze rê li vê dagîrîyê bigire, lê PKK, vêya wek helwestek li dijî xwe propaganda dike û vêya ji êrîşên xwe re wek sebebekê rêdide!

Em tev dizanin ku DIÎŞ Şengal dagîr û wêran kir. Bi hezaran Kurdên Şingalê kuşt, bi hezaran hêsîr girt û bi dehhezaran jî ji warê xwe revîyan û koçber bûn! Îro bi piştgirîya YN, DYA û YE û gelek sazîyên navnetewî Hukûmeta Iraq û Kurdistan ya Federal li hevkirin ku bi hev re Şengal`ê ava bikin û îdare bikin. Ji bo ku gelê Şengalê vegerin welatê xwe, birînên xwe derman bikin û derbasî jîyanek normal bibin. Lê PKK bi tundî vê qerarê red dike û ji bi cîhkirina vê biryarê re dibe asteng!

PKK, bi armanca serxwebûna netewî û yekîtîya çar beşê Kurdistanê dest bi rêxistinî û tekoşînê kir; lê îro li dijî rizgarîya netewî û dewletbûna Kurdistanê dertê. Rûmetê rê serwerî û dewletbûna mêtinkarên Kurdistanê yên ne meşrû dide, lê li dijî serwerî û hukumranîya herêma Kurdistan ya Federal dertê! Ji dewletên serwer doza aştî û demokrasîyê dike, lê rûmetê rê demokrasî û aştîya gelên Kurdistana Başûr nade! Îro li başûrê Kurdistan Cûmhûrîyetek Demokratîk heye; hemû gel û cemaet li meclîsa vê Cûmhûrîyetê tên temsîlkirin; hemû gelên vê Cûmhûrîyetê bi azadî rêxistinî û rêvebirîya xwe, îbadeta xwe, çand û perwerda bi zimanê xwe û temsîlîyeta xwe ya sîyasî dikin! Lê PKK rûmetê rê vê îdareyê nade û neyar îlan dike û êrîşî wê dike!

PKK, êdî li her beşê Kurdistanê li dijî doza mafê gelê Kurd yê netewî ye; li dijî Kurdistanek otonom, federal an serbixwe ye. Îro ji xeynî Başûr li her sê beşê Kurdistanê yê din jî ji dagîrkeran bêtir li dijî rêxistin, partî û hêzên Kurd e. Li dijî hevkarî û yekîtîya hêzên Başûrê Rojava ye.

Herêma Federe ya Kurdistanê, îro bûye egera ku Kurd ji tunebûnê rizgar bibin û bûye hebûna piştekê ji endamên gelê Kurd yê li hemû deverên cîhanê! Qelskirin û tunekirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tunekirina hemû Kurdan e!

Îro bi bahaneya PKK, dewleta tirk, peyder pey Kurdistanê dagîr dike û qereqolan avadike! Ev jî serwerîya Hukumeta Kurdistanê dixe xeterê. Ji dêvla ku PKK, bi hêzên Kurdistanê re têkeve hevkarî û yekîtîyê, êrîşî serwerîya wan dike, rê ji dagîrîya dewleta tirk ya mêtinkar re xweş dike.

Divê PKK, yan ji serwerîya îdareya Kurdistan re rûmet rê bide û li gor bîryar û qanûnê Kurdistanê tevbigere, yan jî Kurdistanê terk bike! Divê hemû hêzên dewleta Tirk jî ji Kurdistanê derkevin an bên derxistin!

Divê Hemû partî, rêxistin, sazî û rewşenbîrên Kurd yê her çar perça, li dijî siyaseta PKKê ya ku xizmetê ji dewletên kolonyalîst re dike, derkevin.

Divê em piştgirîya desthilatîya Kurdistanê bikin û mafên herêma Kurdistanê bi dest xistîye, wek çavê xwe biparêzin.

Ji hemû alîgir, endam û ciwanên welatperwer ku beşdarî PKK bûne, banga me ku bi welatê xwe û gelê xwe re xerabîyê nekin, bi birayên xwe re şer nekin, nebin şirîkê xiyanetê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *