Hêzên Îraqê li gundên Zaxoyê hatin bicihkirin: Xelk vedigere

Piştî ku hêzên leşkerî yên Îraqê li hinek deverên Başûrê Kurdistanê hatin bicihkirin, hinek şêniyên wan deveran vedigerin gundên xwe.

Hêzên Îraqê li gundê Perexê yê Zaxoyê jî xalên leşkerî danîne ku berê di li wê derê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şerên dijwar rû dida.

Piştî danîna vê xala leşkerî herêm piçekî aram bûye û hinek şêniyên gund vedigerin.

Mam Evdila Perexî yek ji wan kesan e ku vegeriyaye gundê xwe.

Mam Evdila got ku berê çar pênc caran mûşek û guleyên topan li nav zeviyên wan ketine û wan ji gund bar kiriye.

Nobedarên Sînorî yên Îraqê li gundên nahiyeya Derkarê ya Zaxoyê 12 xalên leşkerî danîne û ji bo danîna çar xalên nû xebatan dikin.

Mam Gurgînê ku piştî danîna van xalan vegeriyaye gundê xwe got:

“Spas ji Xwedê re ku niha gundê Perexê aram e.

Ez dasa xwe datînim ser milê xwe û diçim nav zeviyên xwe. Niha tirs nîne.”  

“Xizmetguzarî kêm in”

Li hêla din, Mesûd Eliyê ku şêniyekî herêmê ye anî zimên, “Xizmetguzarî kêm in, rê bi temamî nehatine vekirin û xerab in. Kareba jî du saetan heye, şeş saetan nîne.”

Niha ji bo nûkirina rêyên gundan û dabîkirina xizmetan dest bi xebatan hatiye kirin.

Birevebirê Nahiyeya Derkarê Cewher Mihemed jî diyar kir ku wan piştî arambûna herêmê dest bi kar û xebatên xwe kiriye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *