Helsengandin ji bo bicihanîna daxwaziyên Kurd û Suneyan di kabîneya Sûdanî de tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piroseya siyasî ya ÃŽraqê li benda helçûneke nû ya hêzên Kurd û Ereb û Suneyan e li ser lihevkirina siyasî ku bingeha pêkanîna hikûmeta niha ye, Kurd û Sune ÅŸkestina hikûmetê di bicihanîna daxwaziyan de piÅŸtrast dikin.

Hêzên siyasî yên pêkînerên hikûmeta niha ya Îraqê, bi merema helsengandina bicihanîna daxwaziyên Kurd û Suneyan, biryar e li dawiya vê mehê civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bi rê ve bibin, ku paşeroja karnameya siyasî û bicihneanîna piraniya bendan dê tê de bên berçavkirin, ku daxwaziyên serekî yên Kurd û Suneyan tê de hatine binecihkirin. Giringtirîn bendên heta niha nehatine bicihanîn ev in:

Karnameya Hikûmeta Sûdanî ji bo Herêma Kurdistanê

–         Ew biryarên peywendî bi Herêma Kurdistanê ve heye bi hevahengî bên derxistin

–         Danûstandin li ser doza petrol û budceyê

–         Derxistina pirojeqanûna petrol û gazê di ÅŸeÅŸ mehan de

–         Mezaxtina mafên darayî yên welatiyan di Lijneya Bilind a Bicihanîna Madeya 140ê de

–         Çalakkirina Lijneya Bilind a Bicihanîna Madeya 140ê di mejekê de

–         Pêkanîna fewca hawarhatinê ji xwecihên Kerkûkê

–         Bicihanîna lihevkirina Åžingalê

–         Pirkirina valahiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa ÃŽraqê de

–         Derxistina pirojeqanûna Civata Federalî û Dadgeha Federalî di ÅŸeÅŸ mehan de

–         Veguhastina rajeya mamostayên xwandina Kurdî bo ser Hikûmeta Federalî

–         Destpêkirina çalakiyên siyasî yên partiyên Kurdistanî li deverên ku duberekî li ser heye

Karnameya Hikûmeta Sûdanî ji bo Suneyan

–         Edilandina qanûna lêborîna giÅŸtî

–         Dadgehkirina sizadayiyên Sune

–         EÅŸkerekirina çarenivîsa windabûyiyan

–         HelweÅŸandina qanûna lêpirsîn û dadperweriyê

–         Vegerandina awareyan ji bo deverên wan

–         Vekêşana kom û hêzên çekdar ji deverên Suneyan

–         Qerebûkirina zirardîtiyên ÅŸerê terorê

Şêwirmendê Siyasî yê Hikûmeta Îraqê Sebhan Mela di derheqa bicihanîna bendên lihevkirina pêkanîna hikûmetê de wesa dibîne ku, hin bend hene ku peywendî bi Civata Nûnerên Îraqê ve heye, Sûdanî zêdetirî 65% ya bendên kaxeza lihevkirina siyasî bi cih anîne, lê duberekî li ser hin bendan heye û rê li bicihanîna wan tê girtin.

Bi baweriya çavdêrên siyasî, seqamgiriya siyasî û hikûmî ji bo demeke dirêj berdewam nabe eger karnameya lihevkirina siyasî neyê bicihanîn, ku ew jî daxwaziyên Kurd û Suneyan in, pareke bicihneanîna wê lihevkirinê jî ji bo pabendnebûna hêzên Çarçoveya Hevahengiyê vedigere.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *