Amed bûye dengê şanoya Rojhilatê Kurdistanê

Şanogerên Rojhilatê Kurdistanê yên beşdarî Festîvala Şanoyê ya Amedê bûne diyar dikin ku festîval gelekî dewlemend e.

Li Amedê Festîvala 9emîn a Şanoyê berdewam dike.

2 komên şanoyê yên bajarên Seqîz û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî festîvalê bûn.

Koma Ronyayê ya ji Seqîzê bi lîstika “Odîp” û Koma Argeş a ji Urmiyeyê jî bi lîstika “Efsaneya Hespên Azad” di festîvalê de amade ne.

Lîstikvanên her du komên şanoyê yên Rojhilatê Kurdistanê li ser lîstikên xwe û beşdariya festîvalê ji Rûdawê re axivîn.

“Dîroka wê vedigere 2 hezar û 400 sal berê”

Derhênerê Lîstika Odîpê Perwîz Ehmed got:

“Odîp şanonameyeke kevn a Yewnanan e. Dîroka wê vedigere 2 hezar û 400 sal berê.

Behsa kêşeyeke derûnî ya heta hetayî ya mirovan dike.”

Helbet dema behsa şanoyê tê kirin dîzayn, dekor û kostum jî tên hişê mirov.

Dîzaynera Koma Argeş hem qala beşdarbûna xwe û hem jî ya lîstikvanên Rojhilatê Kurdistanê ya festîvalê dike.

“Festîvaleke pir dewlemend e”

Dîzaynera Koma Argeş a Şanoyê Simbil Şûcaiyê jî li ser beşdarbûna festîvalê wiha got:

“Ez pir kêfxweş im ku em îro li bajarê Amedê ne.

Şanoya me ya Efsaneya Hespên Azad ku bi zimanê Kurdî-Kurmancî bû, me pêşî li Urmiyeyê nîşan da.

Li vê festîvalê, li vê derê jî me cara duyemîn nîşan da.

Bi baweriya min festîvaleke pir dewlemend e.”

Hem lîstikvan, hem derhêner û hem jî hemû kesên ku perçeyek ji lîstikên Rojhilatê Kurdistanê bûn, dibêjin Festîvala Şanoyê ya Amedê di hunera wan de bûye serpêhatiyeke baş.

“Girîng e ku li ser rewşa Kurdistanê biaxivin”

Endamê Koma Ronyayê Ferset Hesen Mîrzayî got:

“Ya girîng ev e ku şanogerên Kurd li dora hev kom bibin, nûsxeyên ji bo şanoya Kurdî binivisînin û li ser rewşa Kurdistanê biaxivin.

Bawer dikim ne tenê ez her Kurd dixwaze beşdarî festîvalê bibe.”

“Festîvalê em nêzîkî hevdû kirin”

Endama Koma Ronyayê Seqiz Şahbanû Hadiyê jî bal kişand ser rola şanoyê ya nêzîkker û pê de çû:

“Em zêdetir nêzikî hev bûn. Me ziman û ferhenga hev zêdetir fêm kir.

Ev yek ji bo me gelekî xweş bû. Ma karên hev dîtin.

Me di vê festîvalê de şanoyên cur bi cur dîtin.”

“Festîval gelekî baş bû”

Endamê Koma Argeş Erşak Raûf Gombedî jî li ser festîvalê got:

“22 şanoger ji Seqizê hatibûn û 10 kes jî wekî şanoger ji Urmiyeyê hatin. Festîval gelekî baş bû.

 Baş bi rê ve çû. Festîvaleke têr û tijî bû û karên baş ji bo vê festîvalê hatin, baş qediya.”

Festîvala Şanoyê ya Amedê dê heta 27ê Nîsanê her roj bi nîşandana 2 lîstik û gotûbêjan berdewam bike.

Festîvala şanoyê bi rêveberiya Şanoya Bajêr a Amedê û piştevaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *