Hamit Kiliçaslan di 40 rojiya wefata xwe de hat bîranîn

Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê mewlûda çil rojiya Berdevkê PDK-Bakur Hamit Kiliçaslan ku bi coronayê canê xwe ji dest dabû, li gundê Dêrika Smaîlaxa hat pêkanîn.

Malbata Hemît Kiliçaslan bi minasebeta 40 rojiya wefata wî xwestin li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li gundê Dêrika Simeîlaxa mewlûd û bibîranînek lidar bixin.

Li gel malbata Hemîd Kiliçaslan, Rêvebir û endamên PAK, HAK-PAR, PSK, PDK-S û CNK jî li wêderê amadebun û gelek kesayetên Kurd jî di bibîranîna mewlûda 40 rojiyê de  li gundê Dêrika Simeîlaxa amade bûn.

Lê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê midaxaleyî vê bibiranînê kirin û gotin “qedexe ye ku hûn bi vî rengî kom bibin û qedexeye ku hûn bi girseyî herin ser gorê.”

Piştî axaftina malbata Hemîd Kiliçaslan û hêzên ewlekarîyê, nêzîkî 30 kesî çûn ser gorê û Hemîd Kiliçaslan bibîranîn.

Li ser mezelî li ser navê PDK-Bakur Suheyl Mûcîn, li ser navê PAKê Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, karsazê Kurd Bedrettin Karaboga, siyasetmedarê Kurd Îbrehîm Guçlu di derbarê jiyan û malbat û têkoşîna Hemîd Kiliçaslan de axaftin.

Li ser mezelî li ser navê PDK-Bakur Suheyl Mûcîn behsa xebat û têkoşîn û biryardarî û dilsoziya Hemîd Kiliçaslan adi xebata rêxistinî û ya di doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê de kir.

Piştî bibîranîna li ser gorê, li mala Hemîd Kiliçaslan mewlûd hat dayîn.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/050120216?fbclid=IwAR3aoRv18oE05uvSBeWDV-XEav_B8w76lnM8LTi8RjyXUKlzz1zci13HUlM

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *