Gotinên Pêşiyan

Gotinên bav û kalanên me tev hatine ceribandin û tev bi şîret in. Ku mirov li pey gotinên kalanên xwe here mirov tu car esl, ol û edetên xwe jibîr nake,  wê ji beleyan jî dûr be û qet ji rêya xwe jî şaş nake.
Ev gotinên pêşiyan tev li herêma Gundê Qerto (Gund girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê ye) hatiye berhevkirin. Amedekar: Paşa Amedî

 

  • Aqil taca zêr e, li ser sere her kesî tune ye
  • Ar û barût li cem hev nabe
  • Ava sewûlê nû her tim sar e
  • Berê gul bû, baran barî şil bû
  • Berê xungê bi bira re, berê bira jî bi çiya re
  • Berxa çê li ber dê belî ye
  • Beza pisikê heta kadînê ye
  • Bi karkirê xwe bi şîrînê hevalan
  • Bi qisên xweş mal ji qula xwe dikşê
  • Bi tifinga xelkê mêrani nabe
  • Bi xweziya kesek ranehîştiye baxê keziya
  • Bira mirin hebe bira yextiyarî tunebe
  • Bizina kol elimiye dana
  • Bûk anî bi lez û bez, sivika malê her tim ez
  • Bûk li ser hespê ye, kesek pê nizane ku nasîbê kê ye
  • Bûka salekî qeşmerê malekî
  • Bûkekî têxin tunebûnê, Pîrekî têxin hebûnê
  • Cîzê bûkê bi bûkê re ye
  • Çav li deriya xwelî li seriya
  • Çavê dê û bavan li ewladan, yê ewladan jî li çiyayê Qaf
  • Çêlika mar bê axû nabe
  • Çi dibe bi hevalan re
  • Çi dike jin serê mêr bilind dike
  • Çile ye, gur file ye
  • Çûçik naçin mala temihan avê venaxwin
  • Çûye seferê lê hîna kerê berê ye
  • Danûgê bidin birçiyan, berfmotikê bidin tiyan
  • Dawiya sebrê selamet e
  • Dê û dotê pevçûnî, kêm aqilan bawer kir,
  • Dengê defê ji dûr xweş tê
  • Derdê qeraş, ew e ku av here aş
  • Destê xwarinê dirêj e
  • Di dema zaroktiyê de kurm dikeve çokê wan, ku zarok dibe ciwan kurm dikeve nava wan, ku mirov pîr dibe kurm dikeve zimanê wan
  • Di mecbûrtiyê de ji yarê dêya xwe re dibêjin ‘bavo’
  • Dinya bi dor e
  • Divê jin jintiya xwe, mêr mêrtiya xwe zanî be
  • Dîwarê rast nahilşê
  • Diwaro ji te re dibêjim, bûkê ji te ve davêjim
  • Du dawet du eydê li cem hev nabin
  • Dûr be, nûr be
  • Ev nîna ye hê têr nîna li para ye
  • Êvar e jina gavan bi kar e
  • Golik navê naxirekî xerab dike
  • Haya zikê têr ji zikê birçî tune
  • Heft jin qasê mêrek topal nabin
  • Helem qulem neke
  • Her giya li ser koka xwe şên dibe
  • Her kes xazî ye, bi xwe raziye
  • Heta bûk xemilî, berbî li der qefilî
  • Heya dewê xelkê hat nan qediya
  • Heya gotin gur û rovî, îşîn xwe bîrîn nîvî
  • Heya ku dilê xwesî nekeve zavê, xwesî keça xwe nade zavê
  • Hezar sal li dinê bî tu yê dîsa nîvanê qebrê bî
  • Him ji kerê bû him ji perê bû
  • Hindik rindik
  • Hinek malan şên dikin hinek jî malan xerab dikin.
  • Îşê xwe nehêle sibê
  • Îşekî gavekî qesaweta salekî
  • ji baranê reviya, çû ber zîpikê
  • Ji nexweşan re çûye zeweşan
  • Ji tifikê here pifikê
  • Ji xelqê re masî ji xwe re kosî digre
  • Jina xwe têr ke, diya xwe razîbike
  • Jinê bi qisên şîrîn û jinê pir rind herdu felaket in
  • Kalo nemre bihar tê, pîrê nemre pincar tê
  • Kar micewhera canê mirov e
  • Kar pir e lê em tune nin
  • Karên qîza bazingê destê wan e
  • Keça mêran bixwazin keça jinan nexwazin
  • Keçên jinbiyan nexwazin keçên mêran bixwazin
  • Ker û kurî li hev zûrî
  • Kerê xurt ço bi xwe nake
  • Kevirê havînê bavêje kulînê
  • Kezeba herî dilşewat kezeba kerê ye
  • Ku eceleyê gêle were, qenet pê ve tê
  • Ku ga dimre kêr pir dibin
  • Ku Xwedê bide wê mele çi bike
  • Ku zarok negrî dê şîr nadyê
  • Li bavoka yarê mêr bê jin dimînin
  • Li derve xelkê diteqînin, li malê hevudu diteqînin
  • Li ku êvar e ew jê re war e
  • Li mala bavê nexş û tevnan çê dike, li mala mêr tevan ji bîr dike
  • Mal tê, can nayê
  • Mala pîrê stara pîrê
  • Malê helal bê nîmet e
  • Mange mir dew biriya
  • Mêrikê du jina kûçikê ser rojingan
  • Mirov bi pirsê dere qursê
  • Mirovê ku bi nîşan dibe, êleka xwe darda dike
  • Mîrovê xerîb kor e
  • Ne deyndar be ne maldar be
  • Ne dîn e, dînan baqil dike
  • Ne ji mirovê xerab be, gur û mih bi hev re diçêre
  • Niha ji xwesî re dibêjin: “Bûk çawa ye?” Berê jî ji bûkan re digotin: “Xwesî çawa ye?”
  • Nimêja wext, padîşahê li ser text
  • Nîsan bê serî, gulan bê pirnar naçe
  • Nîsan e çilka baranê bi kêsane
  • Pêlên mêran weka behr e
  • Pênc deqe sebir bike pênc sala bijî
  • Piranî mêranî betal dike
  • Qerto zozan e, kesek pê nizane
  • Qisan mekin kevir bi goh in
  • Qise tê ser qisê
  • Qîsexweşan ker dan guran
  • Qiz radibe teşiya dê digre, law radibe misasê bavê digre
  • Reş e bi xwediya xweş e
  • Rêviyê geriyayî ji şêrê veketî çêtir e
  • Serê ku nayşê dipêçe
  • Serê salê binê salê, Xwedê kurikê bide vê malê
  • Sewîrî dewirî
  • Sewurî, dewurî
  • Şîva gerokan tune
  • Teyr ji refê xwe naqete
  • Tirî li tirî yê reş mêze dike reş dibe
  • Tu ji ku yî, ‘ez hîna nezewujime’
  • Xuyê jinê ku pere tune be tê fehm kirin, yê mêr jî ku pere pir be tê fehm kirin.
  • Xûyê pîrê heya serî
  • Xûyê şîrê heya pîrê
  • Xwedî kir bi nanê xwe, berda canê xwe
  • Xwedyê mangê çu mala xwediyê keran got: “Ka dew”
  • Ya xwarinê xal û xwarzî, yê piştê ap û birazî
  • Yê dawiya koçê bimîne nagîhîje koçê
  • Yê dewlemend ku tiştekî dikirê jê re: “Serxêrê be” ku yekî feqîr tiştekî dikire jê re dibêjin: “Te ji ku hanî?”
  • Yê ku ji êşiyê here wê bi reşiyê keve, yê ku ji reşiyê here wê bi xweşiyê keve.
  • Yê ku meyweyan dipejrîne tav e
  • Yên ku derdên wan tunebin bila herin du jina bikin
  • Zar di gûyê zer de, bûk di fûta zer de terbiye dibe
  • Ziman leqo serî teqo
  • Zimanê xwe bibire cihê xwe bikire
  • Zivistanê bê orxan, havînê bê dew nabe

Amedekar: Paşa Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir