Gotinên pêşîyan ên kurdî

Siddik BOZARSLAN

A : (162+154+161)

Alamet (şan, nîşane), dar û qîyamet.

Alem, bindestê zorê ye.

Alem, deyndarê dizan e.

Alem, ji hev û bi hev e

 Alem, kûpik û kûzik û kasik û dizik in.

Alem li mirov bide, nikare rezîl bike; mirov bi xwe, xwe rezîl dike.

Alem, xulamê rodîyê ye.

Alem yek e, yek alem e.

Aletê (alav, amûr, hacet, amraz) xirab, naşikê.

Alimek, bergendî alemekê ve ye.

Alimek bi alemekê ye.

Alimek, miqabilî alemekê ye.

Alimek, wekî alemekê ye.

 Alim bibe rê, di ser ra derbas nebe.

Alim, divê ku bawerî bi ilmê xwe bîne.

 Alim ji bîr dike, lê qelem ji bîr nake.

Alif çêkir, berî hespê bikire.

Alifê herî baş, hêjayî gayê reş.

Alîerz ji alîerzîya xwe ditirsin, bêerz dibêjin qey ji me ditirsin.

Alîkî şîn e, alîkî jî girîn e.

 Alîkî şîn e, alîkî şahî ye.

Alîkirî û yekîtî, rûspîtîya mûrîyan e.

Alîyek rî ye, yek simbêl e.

Alîyek şîn e, yek şahî ye.

Alîyekî cendek helal, alîyê din heram nabe.

Alîyek firin û alîyek curin.

 Alîyek nîr e; alîyek bîr e.

Alîyekî însên şeytan e, alîyek rehman e.

Alîyekî mêranîyê, rev e.

Alîyekî mêranîyê, tim rev e.

Alîyekî şîn e, alîyekî girîn e.

Alîyê xwe yê şil, bi kesî nenimîne (nîşan nede).

Amanet, heta qîyamet.

 A mêran jêhatin e, ne lêhatin e.

A nebûyî, gilî nekin.

A nexweş, li nav çavên hevalê xwe nede.

An barek derew, an barek dirav.

An barek mewij, an jî kelîmeke tûj.

An baş be, an jî biçe serberê (çareserîyê) halê xwe bike.

An bike bilerize, an meke melerize.

An bike melerize, an meke melerize.  

An bike û nepirse, yan neke û netirse.

An bixwe, an birêje.

An bi pakî yan jî bi xirabî.

An bêrg (zevîyên bên çandin) bike an dev jê berde.

An em bixemilînin, yan em biqelînin.

An eşhed, an nan û to.

An hero, an mero.

An hêrg (şûv) bike, an terk bike.

An naçe dizîyê; an jî diçe, şivan dikuje.

An nanê te genim, an zarê te genim.

An nebêje, an bike.

An ji text, yan ji bext.  

An mam, an xal.

An mêrekî baş be, yan bivir û das be, yan jî bimire û ji xwe xelas be.

An mêrekî baş be, wek bivir û das be, yan jî bimire ji xwe xelas be.

An xal, an mam.

An xal be, yan fehl be.

An xew e, yan jî kew e.

An hilnegire bar, an jî meke hewar.

An hilnegire bar, an jî li kesî neke hewar.

An hirç kor e yan jî garis bê serî ye. 

An naçe aş, an jî diçe, aşvan dikuje.

An neke û nericife; an dikî, nericife.

An nekeve bin baran; ku tu ketîyê, nede hewara.

An mirin, an felat.

An xelat e, yan celat e.

An xew e, yan jî kew e.

An xwe bide ber hêtkî (dîwar, kevirê mezin) mezin; an xwe bide ber malekî mezin.

An wekî mirovan biaxife, yan wekî heywanan bitepise.

An wisa, yan wisa.

Ancaq jûjî li bavê xwe were.

Ancax çavên mirov ji axê têr dibin.

 Ancax nan li ser mirîyan bimîne.

Anîn sunet e; berdan ferz e.

Anî cîyê xwe, rakir rûyê xwe.

Anî, danî cîyê xwe, rakire rehê xwe.

Anî ji derîya, da xêra mirîya.

Anîna bêeslan rehet e; xwedîkirina wan zehmet e.

 Anîna sêwîyan xweş e; xwedîkirina wan reş e.

 Anîye ji parsê, dide xêra xasê.

Ap nabe bav, pismam nabe bira.

 Ap, pismam e; xal, xwarzê ye.

Ap bi birazêyan ra, xal bi xwarzan ra.

Ap bi birazîyan ra dike, xal bi xwarzîyan ra dike.

 Ap, birazêyan dadike; xal, xwarzêyan radike.

 Ap û amojin, gawirbav in.

Ap û birazî, ji mêrgab ra û xal û xwarzî ji şeran ra.

Apê Faris, çi li mal çi li ber garis.

Apê Faris, ma tê niha neyêyî nav garis.

Apê Faris, niha tu nemirî, tê bêyî nav gêris.

Apê hesino, xwe bi xwe bipesino.

Apê kal, dilê bengî neke derengî.

Apê Merdan kerî berdan, di dest da maye xeberdan.

Apê Merdan, kerî û surî tev berdan; di dest da maye xeberdan.

Apê mirov, qomê (qewmê) mirov e.

Apê mirov, qom û qewkê mirov e.

Apê mirovan, qewmê mirovan e.

Apê Xidir e, her ro li vir e.

 Apo kal e, lê galegal e.

Apo, ne gêj e; tiştan dizane, nabêje.

Ar bi bênderan keve; baxek pûşê me tê tune.

Ar bi çîyê ket, ter û hişk pêkve disojin.(dişewitin)

Ar bi min ketîye, dûman ji te derîye.

Ar, di argûnê xwe da dişewite.

Ar, di qutikê kevn da ye.

Ar, dora xwe ron  î dike.

Ar, ji kesê nezan ra bar e.

Ar, ji sefîlîyê hez nake.

Ar, li bêaran bar e.

Ar, li pişta bênamûsan bar e.

Ar, li bêzaran bar e.

Arpelûr e, xûy qebûl e.

Ar xweş e, lê arî jê çêdibe.

Aram, stûnê jînê ye.

Aramî, ewleyîya jîyanê ye.

Araqa belaş, mela jî vedixwin.

Arekî ku sor e, pak û şîr e.

Ard diçe, kepek dimîne.

 Ard ji malan, nan ji malan, em ê bikin taştîya palan.

Ardê ceh, hev nagire.

Ardê garisî, nabe patîle.

Ardê gêris, hevdu nagire.

Ardê hûr, ji xwe ra dike tûr.

 Ardê malê, nede ber bê.

 Ardê xwe bide ardbêjê, bila hindikî birêje. 

Ardê xwe bêjing kir, bêjinga xwe bi darda kir.

Ardê xwe pehtîye, kepeka xwe rêtîye.           

Ardu pir e, kevanî jin e.

Arî, di kutkî kevn da ye.

Arî, dorê xwe ronî dike.

 Arîka tenûran, li serê pismaman û gir û hûran.

Ariya şurtê ye, ne ji kunan ra dibe ne ji meşkan ra.

Arîya her  tenûrê bixwe, nanê bi minet mexwe.

Arê bêlanê (zevîya rast û dorvekirî), feyde li me ra nake.

Arê hûr di hebana xwe da dîtîye.

Arê kewaran (kîleran), bixwin heta biharan.

Arê kewarê, xurê biharê.

Arê kewa ra, rizqê buha ra.

 Arê kewan e, rizqê betan e.

Arê kezebê, ji arê tenûrê germtir e.

Arê qirşan, dostanîya tirkan.

Arê sergoye, geh vêdikevê, geh vedimirê.

Arê xwe pêtî ye, arîya xwe rêtîye.

Arê zengînan, timî germ e.

Arvanê hakimo, ne dixwim, ne jî didimo. 

Arvanê salê, di salê da diçe.

Arvanê salê, ji salê ra ye.

Arvanê salê, têra salê nake.  

Arvanê salê, bi salê ra diçe.

 Ar û av, nadin xatira.

Ar û barût, li cem hev nabe. 

Ar û kar ne li ba hev in.

Ar û pelûr e, xuy xwedî qebûl e. 

Ar û pîşo (pûşî), li cem hev nabe.

Ar xweş e, lê arî jê çêdibe.

Ar zane, argûn zane.

Asin (madenê Fe ye) bi sarî nayê jenîn. 

Asteng bê derece (derence) nabin.

Astenga herî mezin, di derîyê mala mirov da ye.  

Astenga mezin, li derê mala mirovî ye.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *