Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê

Kanala televîzyonê ya Îsraîlê ragihand ku Kabîneya Şer a wî welatî biryar da ku bi awayekî “eşkere û bibandor” bersivê bide êrîşa asmanî ya Îranê.

Televîzyona Kanal 12ê ya li Îsraîlê di nûçeya xwe ya ku çavkanî eşkere nekir de îdia kir ku rêvebiriya Tel Avîvê derbarê bersivdayîna êrişa asmanî ya Îranê biryar da.

Li gorî nûçeyê Kabîneya Şer biryar da ku bi awayekî “eşkere û bibandor” bersivê bidin êrîşa asmanî ya Îranê.

Di nûçeyê de hat gotin ku Kabîneya Şer dê sibê cardin bicive.

Rageşiya Îran-Îsraîlê

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya li Şamê kiribû.

Di êrîşê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin û ji wan 2 general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya dijî konsulxaneya tê wateya êrişa ser axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Îranê 13ê Nîsanê bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihandibû ku wan êrişî hin hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ya li başûr ketiye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *