Åžeyhmus OZZENGIN
Tifaqa bi serkêşîya Rûsîya, di navbera Îran, Tirkîyê û Sûrîyê de, li ser bingeha dijminatîya kurdan hatîye avakirin. Ji ber ku pirsa Kurd û Kurdistanê van hersê dewletên dagirkar eleqeder dike, sîyaseta wan a hevpar jî li ser vê bingehê dimeşe.
Tirkîyê, di dan û stendin û hevdîtinên bi Rûsîya re vê kartê ji bona başkirina têkilîyê Tirkîyê û Sûrîyeyê jî dixe dewrê. Zorîyê dide Rûsîya û di guhê Pûtîn de dibêje; „ji dêlva ev herêm di destê kurdan de bimîne, rê bide ez radestî Esad bikim, ku navbera me jî berbi başîyê de here!“
Yânî Tirkîyê, bi destê Rûsan li ser kurdan şideta xwe zêde dike, ku Kurd bi carekê de xwe bavêjin hinbêza Rejîmê. Ev jî daxwaza tirkîyê ye û Rûsîya ji serî de erênîyê dide vê projê.
Efrîn, yek ji gavên vî pîlanî bû ku Rûsya, di rojekê de herêma Efrîn terk kir, saha hawayî ji balafirên tirkan re vekir û rê da ku Tirkîyê van deveran bombe bike û dagirbike. Hêzên rejîma Sûrîyê jî anî li ser xetekê ji İdlib, Minbiç, El Rıfat, Helebê û heta Kobanê bicîh kir. Di van deveran de, hêzên HSD/YPG û rejîma Sûrîyê anî cem hev û wek Qamîşlo û Hesekê bingehek kontrola Rejîmê ava kir û pîlanên entegrekirina hêzên kurdan bi hêzên rejîma Sîrîyê re destpê kir.
Bêdengîya Emerîka a li henber gef û kirinên Tirkîyê li ser xaka kurdan jî, di navbera Rûsîya û Emerîka de lihevhatinek cîhtengkirin û  sînokirina kurdan bi xwe ye. Her çiqa Emerîka li henber dagirkarîya Tirkîyeyê, zimanekî dîplomatîk bi kar tîne û bi sebeba DAÎŞ li henber dagirkarîya Tirkîyê derdikeve jî, di eslê xwe de Emerîka naxwaze bi Tirkîyê re rû bi rû bibe. Ji ber ku di parastina statûkoya herêmê de Emerîka tirkîyê, hîn wek hevalbend û aktorekî herêmê dibîne û wê jî hîmaye dike.
Pîlana ku li Efrînê, bi lihevhatina Rûsîya, Tirkîyê, Îran û Sûrîyê li ser kurdan û xaka kurdan bicîh bû, niha dixwazin li Hesekê û Qamîşlo jî bicîh bikin.
Lê wexta ku em li sîyaseta rêveberên kurdan yên ser sahê dinêrin, em dibînin ku di bin ruhekî taşeronî de ne. Ketine bin derûnîyek xerab û kerta wan ya herî mezin, dîyar dikin ku; „Tirkîyê operasyonek reşayî destpê bike, emê jî herin cem rejîmê û hêzên xwe û rejîmê bikin yek.“(!) Lê hizir nakin ku di virde ev daxwaz jî daxwaza tirkan, Ereban û farisa bi xwe ye. Tirkîyê bi şîveyek eşkere, li seranserê herêma başûrê Rojhilatê Kurdistanê dixwaze pêşî li kurdan bigire û rê veke ku hêzên rejîmê werin, li van deveran bicîh bibe. Hin Rûsîya, hin Îran û hin jî rejîm bi erênî vê projê destek dikin. Entegrekirina hêzên çekdar yên kurdan, bi hêzên rejîmê re jî kareke ku dikeve ser milê Rûsîya û PKK! Kurd jî bi vê sîyaseta xwe a taşeronî, „ku zorî li me were, emê têkevin nav hêzên rejîmê“, xerakirina mala Kurdan dipejirînin.
Rûsîya, Îranê, Tirkîyê û Sûrîyê, li ser kurdan pîlanên ku bi hev re dimeşînin, li ser daxwaza pêşîlêgirtina kurdan dîzaîn dibe. Kurd jî her ji mafên xwe, ji xwestinên xwe tawîza didin û bipaşde vedikişin, cîh li wan teng dibe û tenê çareya xwe di „radestbûna hêzên rejîmê“ de vê, wek çareyekê qebûl dikin.
Emerîka jî di vir de ji kurdan nepiştrast e û qenaeta Emerîka ewe ku bi piştgirîya kurdan demek dirêj wê nikaribe li ser xaka Sûrîyê bimîne! Ji ber wê jî ji tirkîyê re dengê xwe nake. Ev bêdengî jî di eslê xwe de tifaqa navbera Rûsîya û Emerîka a li ser rejîmê derdixe giftûgoyê.
Tirkîye, bi zimanekî zelal ji Emerîka re dibêje; „Divê hêzên PKK ji Menbiç, El Rifat û Kobanê derkevinvin. Hêzên Rejîmê li van deveran bicîh bibin. Eger ev daxwaza me neyê qebûlkirin, emê operasyona bejayî destpê bikin û emê vê projê bicîh bikin!“ Li henber van xwestienên Tirkîyê Emerîka çi kir? Ji kurdan xwest ku ji herêmê nêzî sînor dûr bikevin û li van herêman piranî hêzên ereban yên bi ser HSDê ve bicîh bikin. Ev jî bicîh kirina daxwaza tirkîyê bi xwe ye.
Ev pîlan li hesabê Rûsîya jî tê: Hedefa vî pîlanî li ser bingeha „zeîfkirina kurdan û bi hêzkirina hêzên rejîmê“ têt meşandin. PYD/YPG, HSD û PKK jî bi şîweyek germ li vî pîlanî dinêrin. Pîlan ji wan re wek pîlanê Rûsîya û Sûrîyê xuya dike. Lê di eslê xwe de hedefa vî pîlanî „ji nûve entegrekirina kurdan bi rejîma Sûrîyê re“ ye û ew jî di nav vî pîlanî de xuya dikin. Serokê HSD Mazlûm Ebdî, dema ku dibêje; „ji me re ti problem tineye ku em bibin beşek ji artêşa Sûrîyê“, qezda wî eve.
Heger Tirkîyê di proja xwe de biserbikeve, gava duyem jî normalkirina têkilîyên Sûrîyê û Tirkîyê destpê dike. Yanî rê ji van têkilîyên wan re vedibe. Heta niha ew têkilîyên ku ne fermî dimeşîyan, wê têkeve astek fermî. Ev jî, bidawîanîna çîroka „Şoreşa Rojava“ bi xwe ye.
Gelo sîyasetmedarên Kurdan, vê rastî çiqa dibînin û çawa şîrove dikin?
Ji hesab û pîlanên ser başûrê Rojavayê Kurdistanê, ji taşeronîya tevgera Kurd a ku li ser vî beşê Kurdistanê desthilatdare, çika hayedar in?