AGRÎ (1929-1930)

Siddik BOZARSLAN

Digel haydarîyên Serokê Bizava Agrî´yê Îhsan Nûrî Paşa, di kitêba xwe ya bi navê ”Serhildana Çîyayê Agrî”´yê da behs dike, hin çavkanîyên dî wek G. Sasunî û Z. Silopî jî nivîsîne ku di dema serhildanê da bi navê ”Agrî” rojnameyek derçûye. Îhsan Nûrî, di derbarê rojnameyê da weha dibêje:
”Li Agrî´yê bi navê Agrî rojnameyek bi zimanê Kurdî hate belavkirin. Ji ber ku kaxiz kêm peyda dibû, ev rojname hindik dihat derxistin û belavkirin. Rojnama Agrî, ji ber tunebûna daktiloyê bi dest dihat nivîsandin.”
Wek ji devê berpirsîyarê serhildanê yê yekemîn xuya dibe ku wan gorbihiştan di bin şertên çawa dijwar û xedar da alaya têkoşînê bilind kirine; divê neslên nû vê rastîya tal baş bibînin û li ser bi awayeke hûrgilî rawestin û dersên girîng jê derxînin.
Wek em dizanin Garo Sasunî di kitêba xwe da nivîsîye ku Î. Nûrî bi naznavê (leqebnavê) Cemşîd, di organa Agrî da di çileya pêşîn ya 1930yî da nivîsîye ku divê Kurd li hemberî ordîya Tirk bi mêranî çek hilgirin û şer bikin, li dijî êrîşan rawestin. Jı ber ku Î. Nûrî, amadekarîyên ordîya Tirk ji nêz ve dizanibû ku dê êrîşên dijwar werin ser wan û loma hewce bû li herêmên din piştgirîya serhildana Kurdî were kirin ku Tirk bi ser nekevin. Lê mixabin, partiya XOYBÛNê bi nav hebûye lê di pratikê da wek partiyeke kartonî maye, loma Agrî bi tena serê xwe ma û di encamê da têkçû. (Garo Sasunî, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt İlişkileri (15yydan Günümüze) Orfeus Yayınları Stockholm, 1986, Çevirenler: Bedros Zartaryan- Memo Yetkin, R. 201)
Zinnar Silopî, ji Rojnama Agrî´yê Merşa Agrî wergirtîye û di kitêba xwe da weşandîye ku ev li jêr e. (Z. Silopî, eynê eser, r. 112)

AGRÎ

Agrî, Agrî, tu agir bû

Nav dunyayê serbilind bû

Li Kurdistan tu çira bû

Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Ronayî direşand her deran

Agir dirijand ser seran

Erd dihejand car-caran

Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Ji hêrsa te lav revî bû

Her kevirê te çon (wekî agir) bû

Wê çaxê te dizanibû

Turan neyarê Arî bû

Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Bêşik dîsa hêrsa te hat

Ew agiran bûne kelat

Kom bûn êdî ser te civat

Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Şerq û xerb basik girtîye

Li ser singa xwe lav girtîye

Kurmanca ra sitar bûye

Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Newalên te tijî xûn bûn

Xilxil tijî cendek bûn

Rast e berê agir tu bû

Îro agir lawê te bû

Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Roja Azadî ser te hilat

Ronîka te da besra reşat

Nav mileta azadî çand

Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Ser singa te sî girtîye

Ala Kurd pêl didîye

Kurdan ra tu Kabe bûye

Hilbe Agrî, hilbe Agrî
Hilbe Agrî, hilbe Agrî

Ji sawa te Tirk digirî

Te dît çawa Rom revî

Hilbe Agrî, hilbe Agrî!”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *