Gardîyanê Rastgo

Di zîndana Amed`ê de, ji salên 1980 heta 1984`an divîyabû her roj mina leşkeran, me hêsîran rîha xwe kurbikira. Çimkî leşkeran her sibe, bi pişta destê xwe ji jêlî ve li rûyê me didan; gava ku serê rîha me bi ber destê wan keta, ji bo me egerê lêdanek xerab bû. Lê bi gelemperî, ji bo ku ava vexwarinê nedidan me, divîyabû me gwîzan zuha bi rûyê xwe bixistaya, yan jî roja ku “çay” ji me re tanîn, me bi “çayê” rûyê xwe şil dikir û rîha xwe kur dikir.

Sibehek havîna tebaxê bû, hîna ji heftan re çaryekek hebû, berpirsê xewxanê em xistin rista hejmartinê.

Pir neçû, li jêr, ser derencikan dengê fîkandina gardîyan hat, hema vêre em ketin temenê û me tevan bi hevre û bi dengê herî bilind got:

-“Ferman bide serdarê min!” gava gardîyanê leşker derî vekir, bi hêrs got:

-“Ma min ji we re gotibû werê deng derxin, kurên tolan! Gava hûn fermanên min pêkneynin, ez`ê wawayî serkanê we bikim!.. Rûnin!.. Rabin!.. Vekevin!.. Di bin “renze”yan (textê razanê) de wenda bibin!.. Derên û têkevin rista hejmartinê!..

-“Kerno, we fêm kir; hûnê fermanên min têxin serên xwe yên hişk!” Me jî tevan bi hev re û bi yek dengê bilindtirîn got:

-“Ferman bide serdarê min!” Piştre gardîyan ferman da:

-“Bira du mirov derên, nan û taştê bigirin!” Du hêsîrên fedakar û dil di dev de bi bez pekîyan! Ez dibêm fedekar, çimkî yê ji bo suxreyekê biçûya derve, bi piranî lêdan dixwarin.

Di wê kêlîkê de, sê-çar hêsîrên din, ji bêavî lêvên wan zuha bûbû û pişika wan weke şîşê sorkirî têdebin ji tîhna dişewitîn, dev li dilê xwe kirin derketin, tekmîl dan û gotin:

-“Tikayek me ji te hey e serdarê min: ev çar meh in ku av bi canê me nebûye; lê em gazina vêya nakin; ev şeş meh in ku me hundirê xewxana xwe ku em lê xwarinê jî dixwin, me neşuştîye û tu dibîne ku bîhna genî ji hundir tê; sipîyan çavê me derxistin, lê em ji bo vêya jî gazinê xwe nakin; ji xwe me şuştina cilan û ya rûyê nivînên xwe jî ji bîrkirîye, em gazina vêya jî nakin; em ji tîhna zuha bûne û mîna bizotên agir di nava sînga me de be, hinavên me ji bêavî dişewitin; ma tu nikare tenê ji bo vexwarinê hinek av bide me!?”

Li gorî gelekan vê helwest û daxwaza hevalên me qelsî û bêşerefîbû, çimkî me egerê nedana avê jixwe dizanîbû!..

Me got qey wê gardîyan ji wan merivan re bide çêr û dijûnan û li wan bide. Lê me nizanîbû ku bê çi his û raman hatin gardîyan, ji dêvla kû bixeyide, li dora xwe û pişt xwe nerî ku tu gardîyanê din tune ye, dest bi gotarekê kir:

-“Ma qey ez nizanim ku hûn tîh û birçî ne! Hemû karbidestên vê hefsê jî vêya zanin! Ma qey `ava dewletê` tune ye ku ez bidim we! Ev hefs tije av e! Li xwarinxana me, kanî tev vekirîne, bi şev û roj şure-şura avê ye, vala diherikin! Ma hûn nabînin ku em her roj barê kamyonan penîr, zeytûn, hêk, rûn, şêranî, şîr, mast, sebze, fêkî û gelek cûre xwarinên din bi we didin avêtin! Ma ez nabînim ku hûn ji tîhna û birçîna dihelin! Ma qey çenek mirovahî di dilê min de nemaye?! Serdarê me Esat Oktay Yildiran, çi fermanê dide me, em jî wê pêk tînin. Sibehê, nîvro û êvarî, me dicivîne û talîmatê dide me, dibêje:

`Hûn`ê bi vî şêweyî talîm bidin kirin, kîtab û merş bidin jiberkirin yan li wan bidin!` em jî wan fermanan pêktînin! Dibêjin:

`Ewqas nan û av bidin wan!` em jî di wê pîvanê de nan û av didin we yan nadin we!

Hinek (Fermandar Esad Oktay) ji we re dibên: `Ev der ne hefs e, dibistana leşkerî ye!` Ma hûn ji vêya bawer dikin? Ev derewek bi terî ye! Henekê xwe bi we dikin! Li ser we, ji me jî re dibêjin:

`Vana terorîst û cudaxwaz in, xayin û mêrkuj in, kujerên polîs û leşkeran e, dixwazin welatê me parçe bikin û pêşkêşî neyarên me bikin, maşika neyarên me yên derve ne!`

Hişê xwe bidin serê xwe; tu çara we nîn e; ya hûnê ji her fermanê re serî bitewînin, bi rewşa xwe razî bibin, yan hesabê xwe û mirinê bikin! Ku bê hesabê we yan neyê hesabê we, lê rastî ev e!”

Wele hevalên me serê xwe bera ber berxwe dan, li daxwaza xwe poşman vegerîyan ciyê rista temenê.

Carna ez ji xwe re dihizirîm ku “mirov çawa dikare ewçend tîh, birçî, neşuştî, di nav ewçend qirêj û gemar û sipîhan de, ewçend lêdan serma, germa û bêhewatî de bijî!?”

Ji min re werê dihat ku mirov ji mişkên ku di lexem û cihokên pîsî de dijîn jî xurttirin. Çimkî rewşa ku em tê de dijîyan ewçend dijwar û xerab bû, çawa hîna em karîbûn li jîyanê bimana, hîna jî hişê min hilnetanî!!?..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *