Ezmûna Halepçe û dewletbûna Kurd

Wek tê zanîn, îro salvegera qirkirina Helepçe (16 – 17 Adar 1988) ya ji alî firokên rejîma Saddam ku bi bombeyên kîmyawî pêk hat!

Ev qirkirin beşek ji operasyona dewleta Iraq ya bi navê Enfal bû. Di vê fermanê de 182 hezar Kurd yê bêguneh û sivîl hatin kuştin.

Wek tê zanîn “Enfal” ayetek Quranê ye û fermana qetla kesên ku dînê Îslamê qebûl nake dide. Lê çi mixabin ew Kurdên ku bi vê fermana rejima Baas hatin kûştin, hemû jî musluman bûn. Li hember vê rejimê tenê “sûcekî wan hebû” ew jî Kurdbûna wan bû.

Sebebekî din jî yê kuştina wan hebû: ew jî bê xwedî û bê dewletbûn bû. Yên jahra kîmya û alavên bombeyan û firokên cengê firotibûn dewleta Iraq jî şîrketên dewletên ku serwerî li hemû cîhanê dikirin bû.

Dewleta Iraq du salan bi hezaran gund û navçeyên gelê Kurd hildiweşand, bir bi bir mêrên Kurd dibir bi komî dikuşt, keç û jinên Kurd difirot, lê li dunyayê kesî hewar û qîrîna Kurdan his nedikir!

Dema li Bakurê Kurdistanê, li Sason, Zîlan, Koçgîrî û bi tevgera Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim ku li hemû Kurdistanê, Komara mêtinkarîya Tirk bi sedhezaran Kurd kuşt û da koçberkirin, ji bo ku dewlet û xwedîkî Kurdan tunebû, ji dervî ku kes li Kurdan xwedî derkeve; giranîya emperyalîst û “sosyalîst”ên cîhanê jî alîkarî û piştgirîya dewleta Tirk kirin.

Piştre li Mahabat dewleta îran û li Qamişlo dewleta Sûrîye jî bêtirs qetlîamên xwe domandin. Dîsa kesî dengê xwe nekir.

Lê kengî li Başûr nîvdewletek Kurd çêbû, dewletên mêtinkar ketin xofa ku wê Kurd xwe rizgar bikin, loma bi navê DIÎŞ`ê rêxistinek Îslamî ya terorîst dan avakirin û êrîşî Kurdan dan kirin.

DIÎŞ`ê êrîşa xwe dîsa bi navê Îslamê pêkanî; lê êrîşî hemû Kurdan kir. Ji bo ku nîv dewletek Kurd û hêza wê ya leşkerî hebû û DIÎŞ ji bo hemû dunyayê ji El Qaîde tahlûketir rêxistinek bû, vê carê dewletên emperyal alîkarîya Kurdan kir û nehîştin ku Kurd qirbibin.

Helbet ne ji bo vêya tenê, ji bo ku zanin kî li pişt vê terorê ye û van dewletan temenê xwe qedandine, loma piştgirîya Kurdan û rêvekirina ji dewletbûna Kurdan re li berjewendîyên xwe dibînin.

Serokê Kurd, Mesûd Berzanî zane ku parastina gelê Kurd tenê di serxwebûnê de ye, dixwaze li gor qanûnan û bi rêyên meşrû dewleta Kurd ava bike.

Lê dewletên mêtinkar yên heremê, ji bo ku nikarîbûn bi hêzên terorîst û destdirêjîya hêza xwe nehêle li Başûr dewleta Kurd avabibe, vê carê bi rêya xayinên kurd, teror û qeyranên aborî û sîyasî û berahevdana hêz û partîyên Kurd xwestin rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Îro PKK/PYD, hemû seksîyon û hevkarên wê, vekirî li dij dewletbûna neteweya Kurd dertê. Ev jî veşirtî yan eşkere xizmeta ji dewletên mêtinkar yên heremê re ye.

Li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê, mercên Kurdistanek Federal derketîye holê, dewletên bi bandor vêya bi lêv dikin, lê PKK/PYD dîsa jî li dij “Kurdistan” dertê û behsa “Federalîya Bakurê Sûrîye” dike.

Di vê qeyrana Rojhilata Navîn û serketina Kurdan li Başûr û Başûrê-Rojava, Tirkîye û Îran ku ji alî gelek dewletên dunyayê wek piştgirên terora dewleta Sûrîye û DIÎŞ`ê tên dîtin, lê bi şerê kortal û bendan, bi teqînên nav bajaran û kuştina sîvîlan, van dewletên mêtinkar, dixwazin mîna hertim tevgera Kurd wek tevgerek terorê bi cîhanê bidin rêdan, gelê Kurd bidin eciqandin, Kurdistanê bidin valakirin û nehêlin gelê Kurd bibe xwedîyê rêvebirî û dewleta xwe.

Dewletên mêtinkar, li hember gelê Kurd lîstikek pir gemarî dilîze: ji bo gelê Kurd negihê mafê xwe yê rewa, ji alîkî de bi rêya partîyên ku di nav gelê Kurd de avakirîye, gelê Kurd beraber hev dide û ji alî din ve tevgera Kurd di çavê cîhanê de terorîze dike.

Îro bayê şoreşa sosyalîst li hemû dunyayê berevacî disûre; rêxistinên çep yên çekdar ya xwe bela kirin, yan marjînal bûn; loma îro mercên ku şoreşên sosyalîst pêkbînin tune ye. Tevlî vêna ku PKK bi van rêxistinên tirk yên marjînal ku propagandaya çekdarî diparêzin, ji bo “şoreşa gelên Tirkîye pêkbînin”(!) hevkarîyê û yekîtîyê dike! Ev jî tê wateya ku PKK/PYD ne partîyek Kurd û Kurdistanî ye; ew Turkîyeyî, Sûrîyeyî, Îranî û Iraqî ye!

Gelê Kurd, rewşenbîr û rêxistinên Kurd divê li hember van provokasyonan şîyar bin, divê bi daxwaz û kiryara serxwebûna neteweya Kurd tevbigerin, destê xwe dirêjî Serokê Kurdistan Mesûd Berzanî bikin ku îro ew kare dewleta Kurd avabike!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *