Ez vê sonda sernizmîyê naxwim û naxwazim kes li ser nave min vê sernizmîyê bike jî

Ez vê sonda sernizmîyê naxwim û naxwazim kes li ser navê min vê sernizmîyê bike jî

Îsal di 7ê meha Hezîranê da hilbijartinên Meclisa milî ya tirkan (TBMM) tê kirin. Li ser vê jî hemû partîyên tirkan ji bona van hilbijartinan wek carên berya xwe û bi haweyek xwezayî ketine nav berberîyek hilbijartinan.

Bêguman heta cîyek rewşa Tirkîyê bandorê bi erênî yan jî neyênî li ser me dike. Weka ku meriv di girtîgehek mêtinkaran de be û qardîyanên wê hinek nerm yan jî hişk tevbigerin, ew tevgera wan bandorê li meriv dike! Lê di bingeh de her meriv girtî ye, dibin wê zordarîyê de ye, di cî û mekanê meriv de guhertin çênabe!

Em li Bakur di bin destên tirkan de ne, em wek netew, wek welat hebûna me jî nayê nasîn. Tu mafek me yê bingehîn jî tune ye! Di van rewşan de Tirkîyê Feodal be çi ye, Komar be çi ye, oldar be çi ye, parlamenter be çi ye, serokayetî be çi ye? Heta rewşa me ev be, em di bin dagîrkerîyê de bin çi duguhure?

Lê heyf û mixabin ew e ku em kurd bêyî li vê rewşa xwe bizîvirin, em bi rêyên partîyên heyî yan xweser ji bona xizmetkarîya vê ristê, xizmetkarîya vê mêtinkarîyê, xizmetkarîya vê hovîtîyê bi hevûdû ra û bi derveyî xwe ra dikevin nav meqersî û berberîyan!

Gelo kesê ku here meclisa tirkan û ji bona sedaqet û xizmetkarîya xwe bi vê mêtinkarîya hov li ser şeref û namûsa xwe sond buxwe!!! Ezê çi jê hêvî bikim?! Ew kesê xizmetkar û sadiqê vê mêtinkarîyê kurd be, tirk be, ji kîjan partîyê be wê çi buguhure? Ez nayêm nasîn, tu mafek min tune, ez xwe bi rêve nabim…. ez her mêtingehim!

Ew sonda ku ewçend xirecir û berberîya ji bona wê tê kirin jî eve:

”Devletin varlığı ve bağımsızlığını, vatanın ve milletin bölünmez bütünlüğünü, milletin kayıtsız ve şartsız egemenliğini koruyacağıma; hukukun üstünlüğüne, demokratik ve laik Cumhuriyete ve Atatürk ilke ve inkılaplarına bağlı kalacağıma; toplumun huzur ve refahı, milli dayanışma ve adalet anlayışı içinde herkesin insan haklarından ve temel hürriyetlerden yararlanması ülküsünden ve Anayasaya sadakattan ayrılmayacağıma; büyük Türk milleti önünde namusum ve şerefim üzerine and içerim.”

Yanê: `Ezê ji bona parastina hebûn û serxwebûna dewletê, yekbûyîn û perçenebûyîna welat û milet, desthilatîya milet ya bêqeydûşert; ezê girêdayî mayina xwe ya ji desthilatdarîya huqûqê û Komara laîk û ji prensîb û şoreşên Ataturk; ezê ji sedaqet û veneqetandina xwe ya asayî û huzûra civakê, di nav hesta hevgirtina milî û helwesta dadwerî de ji bona sûdwergirtina her kesî ji mafê mirovî û azadîyên bingehîn û ji sedaqeta Destûra bingehîn veneqetandina xwe; li ber miletê Tirk yê mezin li ser namûs û şerfa xwe sond duxwum.`

Ev sond, ew çend zelal e ku tu şîrove û gotin jî jê re pêwist nake!
Ev komar û ev Ataturk e ku; bi dehan qirkirinên civakî li ser Kurd û Kurdistanîyan pêk hanîye!
Ev komar û ev Ataturk e ku; hebûna kurd û Kurdistanê qedexe kirîye û hemî maf û jîyana wê binpê kirîye!
Ev komar û ev Ataturk e ku; tu xirabî îşkence nemaye ku hanîye serê neteweya kurd!
Ezê çawa li ser şeref û namûsa xwe sond buxwum ku; `ez peyrew û girêdayê wê me`!!!

Ez kurdek im ku qet sondek weha sernizmî û binpêkirina hebûna xwe qebûl nakim!
Min di jîyana xwe de qet nexwestîye û qet naxwazim kes li ser navê min vê sonda sernizmî bixwîne!
Ez naxwazim tu kurdek ji bona meaş û nav bibe xizmetkar û peyrewê vê rista mêtinkar!

18-02-2015
B Baran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *