Ez îro çûm cîhê şîna Fatma Demirel/ Evîn Güneş ê.

Cano AMEDÃŽ

Çûyîn û hatina mirovan, bi taybetî gava min ÅŸova “hevalên wê” yên sendika û siyasî dît, pirtûka Gabriel Garcia  Marquez hat bîra min. Ez bawerim gelek kes pirtûka bi navê DUÅžEMA SOR xwendiye, fîlmê wê pirtûkê jî heye. Naveroka pirtûkê li ser bêdengî û bê helwestîya civatê ye. Li navçeyekî bûyera kuÅŸtina mirovekî çewa li ber çavên civatê û bi piÅŸtgirîya bêdengîya civatê pêk tê. Ji bilî ew kesê wê bê kuÅŸtin, niÅŸtecîyên navçê hemû dizanin ku wê roja duÅŸemê bê kuÅŸtin. Tu kes helwest nagire û rê li ber bûyerê nagire. Herkes li hemberî kuÅŸtinê bêdengî û behelwestîyê dipejirîne. Pîştî ku bûyer qewimî, gelê navçeyê dest bi ax û figanan kir! Bi hêsirên derewîn, ûjdanê xwe paqij dikirin. Ev pirtûk û fîlm, weke klasîkên navdar, di nav edebîyata cîhanê de cîh girtîye. Bi rastî îro li cîhê şînê ev wêne, naverok û gunehkarî hebû. Li ber derî kameraya dengê fesadî û xirabîyê bi zimanê tirkî çîroka “yoldaÅŸ” ê tomar dikirin. Ev rewÅŸa hanê min mecbûr kir ku ez wê nivîsê binivîsim.

Berîya vê bûyerê bi sê rojan min Evîn Güneş dit. li ser lingan, me li rewşa hev birsî, di kargehek taybet de dest bi kar kiribû. Ji ber ku piştî demek dirêj ji xwe re kar dîtibû, kêfxweşîya xwe anî ziman. Lê mixabin xebera nexweş û bi êş zû belav dibe!..

Min Evînê 5 an 6 sal berê nas kir. Çîrok û jiyana Evînê, di nav pergala zulim, tadayî û îşkencê giran de derbûye. Gelek trawmayên giran jîyaye û bandora wan trawman heta roja dawî jî dev jê bernedaye.

Bi qasî ez dizanim, dixwazim çend agahdarîyên gelemperî binivîsim. Evîn keçek dilsoz û şoreşger bû, di salên 1990 an de bi germahîya welatparêzî, ji bo azadiya gelê kurd di nav refên çekdar de cih distîne.

Demeke şûn de, tê girtin, di bin îşkenceyên giran de derbas dibe , gelek trawmayek giran dijî. Piştre li girtîgeha Elezîz û Ruhayê de dimine, li wir rastî pêvajoyek xirab dibe û gelek zêde tê êşandin. Bi kiryar û bûyerên xirab re rûbirû dibe. Çend caran li ser hesabê xwe yê facebookê de, di derheqê wê pêvajoyê de nivîsî.

Bi qasî ez dizanim, nêzîkî deh salan di zindanê de dimîne. Pîştî derdikeve û xwendina xwe xilas dike. Piştre weke karmendekî tenduristîye dest bi kar dike.

Pişt re di 2017 an de ji kar tê dûrxistin. Piştî pêvajoya mahkemê mafê kar bi dest dixe; lê dîsa rê li ber girtin û ji kar dûr dixin. Di nav derûnîyek gelekî nebaş de, dixwaze bi keda xwe li ser lingan bimîne. Ji xwe re cafe vedike. Lê mixabin, di wirde jî bi ser nakeve û gelek diêşe, di xesire û ji jîyanê şiqamek din dixwe. Ji bo keça xwe Hêja dixwaze fedakarî bike, lê bi ser nakeve.

Evîn, xwedî pênûsek dewlemend bû, bi edebîyatê re alaqadar dibû. Zimanekî tûj, tije û radîkal bi kar dianî. Tiştên di serî re derbas bûbû, vekirî û bêtirs eşkere dikir. Li hemberî kesên bê karekter û tacirên di kolanan beradayî desthilatdarî dikirin, dengê xwe bilind dikir.

Di nav ba û bahozên dêrûnî de diçû û dihat. Pirî caran bi ziman û helwestên tûj û bi hêrs him der dora xwe him jî xwe diêşand.

Di demên dawî de, di nexweşxaneyek taybet de bi alîkarîya dostekî hêja dest bi kar kir, bi qwasî 6 an 8 mehan kar kir, lê cardin dîsa bê kar ma.

 

Gava Dr. Süleyman (Saît Çurukkaya) şehîd bû, gelek êşîya, êş û xemgînîya xwe bi min re parve kir. Di derheqê doktor Süleyman de bi germî dipeyivî. Evîn di bin fermandarîya doktor Süleyman de şervanî kiribû.

Evin jinek kurd bû. Şoreşgêr bû, têkoşer bû, ji ber helwest girtin û têkoşerîya wê, ji aliyê dewleta dagirker û civata derdora wê ve hatibû sizakirin. Di nav tengasî û tenêtîyek kûr de, li ber xwe dida. Lê hezar carî mixabin, bi ser neket. Trajedîya Evînê wêne û encamên 40 salên dawiyê ye.

Dewleta dagirker, kûjer û kesasê Evînê yê sereke ye. Lê di asta duyem de, derdor û pergala rêxistina desthilatdar e. Di nav civatê de, bi sedan kesên weke Evînê hene û pêvajoya derûnî û tevlîhevîya jîyanê de, bê kes û bê xwedî ne. Bi hezaran xort û keçên Kurd, di nav wê pergalê de hunda bûne!

Bi rastî ji duhî ve, dêrûnîya min serûbin bû. Jinek kurd, têkoşer û xwedî ked, divê dawîya çîroka jiyana wê ewha nebûya. Divê civat dest dirêjî wê bikira û bibûya alîkar ku ji bandora wan trawmayên giran xilas bûbûya an jî barê wê, kêm bikirina. Divê ew sazî dezgeh û sendîkayên qala mafê mirovan û hêjaya kedê dikin, li hevala xwe, li endama xwe xwedî derketina. Li hemberî helwestên îdeolojîk û îzole kirinê, rêgehên tîmarkirin û çareserîyê bigeriyana .

Lê sed carî mixabin, di saxîyê de em hevdû diêşînin, di pelçiqînin, îzole dikin, rê li ber hev digirin. Hevdû mehkeme dikin, niyeta hevdû dixwînin û di derheqê hevdu de biryarên ne adilane didin. Ev nexweşîyek gelemperî yê di nav civatê de cîh girtîye. Gava ‘‘yek di şemite, êdî dişewite!‘‘

Trawmayên ji ber sedemên siyasî û civakî bên jîyandin û civat, derûdor destê hevkarîyê, hevaltîyê, mirovahîyê dirêjî hev neke, dêrûnîya bindestî û têkçûnê kûrtir dike. Emê gelek bûyerên bi vî rengî bibihîzin û biêşin.

Bi sedan sermayedarên nû û hevrêyên wê hebûn, dikaribûn alîkarî bikirana, wê ji bîra tenêtîyê derxistina. Ew dewlemendîya li ser xwîn û canê zarokên kurd, ew dewlemendîya ji jahr, toz û doz firotinê bi dest xistine, ji bo rehabilitasyona nexweşîyên psîkolojîk û civakî dikaribû bibin alîkar. Lê belê ji şûna bi wê helwestê tevbigerin, weke lavlavoka bi jahr tevgerîyan û her tim qîbla xwe li gor dengê desthilat tayîn kirin. Ji bo berjewendiyên xwe, dikarin hêjayî û keda mirovan binpê bikin.

Ev bayê bêhêvîtîyê belav dike û geş dike . Rê li ber tengasî û xirabîyên civakî vedike. Ev helwest û nêrîn weke lavlavka bi jahr civatê û hêjayîyên civatê dorpêç dike, hêdî hêdî pûç dike!

Berxwedanek pir alî pêwîst e. Çi dibe bila bibe, divê em li hemberî dagirkeran, xwefiroşan û simsarên li ser keda mirovan tevdigerin helwest bigirin, rawestin û wan şermezar bikin.

Ez cardin ji Hêja ya şîrîn û delal re, ji malbatê re sersaxî dixwazim, Xwedê sebir bide heskirîyên wê. Cîhê wê bihûșt be. Evînxan te soz dabû ku em rojêkê bi hevra sohbetek kûr û dirêj bikin…

Ewha ne bû!.. Oxir be, Evîna dilşikesti û birîndar, oxir be!..

Amed 11.12.2021

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *