Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, September 24, 2018

Bila darve kirina Ramîn Huseyin Penahî bê rawestandin 

Rejîma Îranê her roj bi dehan kesan darve dike. Piranîya van kesên ku têne darve kirin Kurdin.

Nuha Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê cezaya darvekirinê li  sîyasetmedar û aktîvîstê Kurd Ramîn Huseyin Penahî birî ye.Li gorî agahîyên heyî Ramîn Huseyin Penahî di rojaîlona2018an de darve kirin.

Ramîn Huseyin Penahî gava ku hatibû desteser kirin, ji alîyê mesûlên Wezareta îstîxbaratê û Mihafizên Şoreşa Îranê ve du mehan îşkence dîtîbû.

Rejîma Îranê ji bêdengîya dewlet û gelên cîhanê cesaretê digire û darve kirinên xweberdewan dike.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê, dezgehên sivîl yên navnetewî, raya giştî ya cîhanê dikin da ku bikaribin li ber darve kirina Ramîn Huseyin Penahî bigirin û bikaribindarve kirinên li Îranê rawestînin.

Em van darve kirinên Cimhûrîyeta Îslamî ya Îranê şermezar dikin û bang li Rejima Îranêdikin ku Ramîn Huseyin Penahî darve nekin.

Ji bo ku em bikaribin darve kirina Ramîn Huseyin Penahî, divê hemû Kurd û Kurdistanîyêncîhanê dengên xwe bilind bikin.

Li derê cîhanê dibe bila bibe, em bangî hemû Kurdistanîyan û hemû parastvanên mafêmirovan dikin da ku bi rêya posta, telefon, e-maîl, sosyal medya û bi rêyên din em mesaj û daxwazên xwe yên ji bo rawestandina darve kirina Ramîn Huseyin Penahî ji Sefaret, Konsolosxaneyên Îranê re, ji UN û Yekitîya Ewrûpayê re bişînin.

02.09.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Hinek nivîsên din:

Nerîna te