Evîna min Firat hêrsa min Ararat

SEVGİM FIRAT ÖFKEM ARARAT..

Li ser bîranînên Mihemed Şukrî Gulmuş (Mamoste Rûken) Evîna min Firat hêrsa min Ararat.!

Kîtêb li ser xebat û jîyana birêz mamoste Rûken e. Ev kîtêb bi nivîsandinek pak û zelal, mîna tahm û lezeta romanek tête xwendin. Dikarim bêjim ku bi naveroka xwe berhemek hêja ye; ji ber ku beşek ji dîroka me ya nêz û  belgeyên jîyana nivîskar e. Gava em kîtêbê dixwînin, li gel bîranînên wî dibin şahidê gelek bûyerên ku bandora xwe li ser tekoşîna bakûrê welatê me kirine.

Nivîskar li ser şahidîya tiştên girîng ya jîyana xwe nivîsandiye. Lê dîsa jî ez dixwazim balê bikşînim ku helbet hin tişt jî kêm hîştîye. Xwezî nivîskar zêdetir li ser rastiya ocalan sekinî ba. Ji ber ku Evdila Ocalan hêz û çek a herî xûrt ya destê metînkaran e. Ew maşikek di destê Dehaq’ên vê sedsala dawîn de ye. Metînkarên welatê me bi xebatek hevbeş ocalan kirine belayek mezin li ser gelê Kurdistanê. Ew projeyek ji xwiynê ye. Ji destpêkê heta roja îroyîn, Kurdên resen û bijarte, him di nava pkk de û him jî li dervayî pkk bune hedefa kûştin û tunekirina vê projeyê. Bi taybet jî welatperwerên ku di nava pkk de bi xiyanetê hatine tawanbarkirin û bêşexsiyetkirin. Ocalan ji aliyekî ve hertim bandora kemalîstên metînkar li ser şoreşgerên Kurdan xûrt kiriye û ji alîyê din jî kadir û şoreşgerên kurdan yên ku ji teref gel ve hatin hezkirin û bi bandor bûn, wan tune kir.

Xwezî nivîskar, ji dema Kesîre heta bi Cemîl Esed, ji Perînçek, yalçin Kuçik û heta dema Îmralî nerînên xwe eşkere li ser Ocalan bigota. Ji ber ku Ocalan ne tenê dîktator an jî qatil e, ew destê neyaran yê di nava doza Kurdistanê yê pirr xûrt û bi desthilat e. Diviya bû ku nivîskar eşkere Ocalan bi nav bike û bêje ew kî ye.

Piştî ku min kîtêba Evîna min Ferat û hêrsa min Ararat du caran xwend, hin tişt bala min kişand û hin pirs di serêmin de çêbû; dixwazim wan li jêr binivîsînim.

  1. Ma gelo hîna berîya derbeya leşkerî ya 12 îlonê 1980, Ocalan li Beyrûdê çawa û bi alîkarîya kê dibe mêhvanê Fîlîstînîyan û ji teref filîstînîyan ew weke generalekî dihate parastin û pêşvazî kirin? Di şertên wê demê de wan têkilî û derfetan çawa pêktîne û hêzê ji ku distîne?
  2. Gava di demên 12 îlonê de ewqas kadir û endamên wan, çawa bi şêweyek balkêş li ser hev hatine girtin? Gelo Ocalan wan daye girtin an jî tenê tesaduf bûye?
  3. Gava ku mamoste Rûken, cara duyem bi alîkariya Karayilan ji Rojava derbasî Bakûr dibe, peymana leşkerên Tirkan û Karayilan ku îşaretê didin hevdu, li ser çi esasî bûye..?
  4. Wer xuyanî dike ku li kampa Bekaa, li ser ziman çand û dîroka Kurd û kurdistanê, dersên perwerdebunê nebûye. Ders û perwerdebûn, li ser rêbertî û kêsayetîya Ocan bûye. Baş e, gava ku rastîyên weha derkeve pêşberî kurdên welatperwer, çawa di serê wan de pirsgirêk çênabe û nabe sedema tepkî û dijderketinê!? Gava Bekaa dibe ciyê kûştin, dadgehkirin û dergaha Ocalanîzmê, ma kadir û mirovên zane kor bûbûn?
  5. Gelo ocalan ji teref îstîxbarata tirkan (piştre jî hevbeş ya hemî dagîrkerên Kurdistan) nehatibû wezîfedarkirin? Heger weha be, ev jî rastîyekê derdixe pêşiya me; ku ji roja yekem heta îroj pkk di bin kontrola Ocalan de ye û Ocalan jî di bin kontrola îstîxbaratan de ye! Ev jî dibe nîşana rastîya pkk ku hêzek çekdar û di bin kontrola dewletên metînkar de ye. Ango hêzek xeter li dij doza netewa Kurd e?
  6. Ocalan bi xwe behsa Pîlot Necatî (Pîlot Necatî weke endamekî MÎT a tirkan tê zanîn) dike û dibêje ku ”ew min dişiband tîvilekê û dixwest min buxe”. Eceb haya nivîskar ji Pilot Necatî yê îstîxbarata tirkan ne bûye an jî nebihîstîye ku di kîtêba xwe de behs nekirîye?

Belê min kîtêba mamoste Şikrî Gulmuş cilda 2 a bîranînên wî 2 caran bi kêfxweşî xwend û ez ji samimiyeta wî bahwerim. Divê rastiya pkk û ocalan her çi dibe bila be ji bo raya giştî were eşkere kirin. Ji ber ku piştî 40 salan, bi deh hezaran kurd hatine kûştin, bi hezaran gundên Kurdistanê hatin şewitandin û  wêrankirin. Bi milyonan kurd koçber û penaber bûn. Bi hezaran keç û jin rastî destdirêjî û tecawûzan hatin. Bi deh hezaran mirov, di êşkenceyên ne mirovane re derbasbûn. Bi hezaran kurd qesas ne dîyar û wenda ne. Divê sedem û perpirsên van kiryaran, yê dewletên metînkar an jî xwefiroş û şîrîkên wan bête eşkere kirin. Hêvîdarim ku helwestên weha, ji bo raya giştî ya Kurdistanê dê bibe sedema bersivên van pirsên jor.

Ya dawî divê ji teref her kurdekî ve were zanîn ku Ocalan kîy e û tarîfa pkk çiye?

Di kîteba xwe de nivîskar dibêje ku ”li herêma Mêrdînê dilxwazek ji rêxistina KUK`ê bi navê Alî Kîno hatibû kûştin, xwestin têxin stûyê pkk, lê wanî derneket. Piştî eşkere bu ku ne em in û kûştina wî jî sedemek din bû.” Li vira dixwazim bêjim ku mamoste Alî Kîno ne dilxwazek KUK`ê, ew yek ji kadirên KUK`ê yê herî çalak bu. Kûştina wî piştî 12 îlonê li Binxetê bû, ne li herêma Mêrdînê. Ew bi qezeyek trajîk ji destê hevalekî xwe yê nêz ve hate şehît kirin. Heta şerê KUK Û PKK’Ê, tu dilxwazê KUK’ê li herêma Mêrdînê ne hatîye kuştin!

Divê ev xeletî were rastkirin!

Belê piştî xwendina kîtebê, dikarim weke dost û hemwelatîyekî, nivîskarê Kurd rêxne bikim ku xeletiya wî ya herî mezin li gor min ev e ku li hemberî malbata xwe pirr bê ûjdan tevgerîyaye û bûye sedemê kul û derd û êşa wan. Malbat bingeha civatê û sîstema herî biçûk ya dewletê ye. Mirov nikare li ser hilweşandina malbata xwe, dewletek yan jî sîstemek azad ava bike.

Dest û dilê te sax be mamoste Rûken (Şikrî Gulmuş). Te jî li gor derfata xwe li gor bîr û bawerîyên xwe keda xwe daye, xebat kiriye û berdelên giran daye!..

Çeto Omerî

20.12.2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *