Ereb li dijî îşgala ABD-PKK/PYD şer dikin; ciwanên kurd bê wate tên kuştin…

Îbrahîm GUÇLU

Li Sûriyeyê, li bajarê Derêzorê Eşîretên Ereban li dijî îşgala ABD-PKK/PYD dest bi şerê çekdarî kirin. Hezar mixabin ev şera dê bibe sedem ku gelek ciwanên kurd û Kurdistanê jî bê wate û bê armanc jiyana xwe ji dest bidin.. Lewra ciwanên Kurdistanê ji derveyî îrade xwe li ser erd û axa Ereban, li ser navê Emerîkayê û hegemonyaya PKk/PYDê canfedayî ne.

Şerê ciwanên kurd nabe ji bona serxwebûn û azadiya neteweya kurd û Kurdistanê. Şerê ciwanên kurd, ji bona taşeroniya PKK/PYDê ya dewletên kolonyalîst û ji bona desthilatdarî û dîktatoriya PKK/PYD li ser kurdan zûlmê bidomîne, dibe.

Wek tê zanîn di destpêkê de li Dêrezorê şerê Eşîretên Ereban li dijî îşgala Emerîka/PKK-PYD qewimî. Gor agahdariyên herêmî û nûçeyên dinyayê ev şer a li gelek bajarên din yên ereban jî belav bûye. Diyar e ku li bajarê Reqqayê, li bajarê Hesekiyê, li Menbicê jî belav bûye û hîn jî didomîne. Dîsa gor nûçeyên herêmî gelek gund ji bin kontrola PKK/PYDê hatine derxistin, gund ketine bin kontrol û bandora Eşîretên Ereban.

Hîç şik tune ye ku derfeta xweser tune ye ku eşîretên ereban li hemberî Emerîkayê û şervanên Emerîkayê PKK/PYD bikarin şer bikin. Loma diyar e ku gelek dewlet bi taybetî jî Dewleta Îranê û Siûdiyê û dewletên din yên ereb piştgiriya eşîretên ereban dikin. Rûsya jî bi awayekî piştgiriya eşîretên ereban dike. Lewra Rûsya hevalbendê Rejîma Baasê ye. Rûsya Rejîma Baasê lki sr piyan hişt.

Dewleta Sûriyeyê jî piştgiriya xwe vekirî ji eşîretên ereban re aşkere kir û diyar kir ku “armanca wan wek dewlet, armanca eşîretên ereban heman armanc e. Em jî wek dewlegt û eşîretên ereban jî dixwazin ku axa welatê xwe ji Îşgala Emerîkayê rizgar bikin. Loma ji wan re piştgirî pêwîst e û pîroz e”

Dewleta Tirk ya Kolonyalîst jî, helwesta xwe vekirî diyar kir û got ku: “Eşîretên ereban heq in. Ew ji bona ku axa xwe ji îşgala PKK/PYD xelas û rizgar bikin şer dikin. Emerîkayê ev şera amade kir. Emerîka piştgirya terorîstan, PKK/PYDê kirin, wan jî axa ereban, bajar û gundên ereban îşgal kirin. Nûha jî Emerîka şaşiya xwe nabîne, piştgiriya xwe ji terorîstan, PKK/PYDê re didomıne. Ev dê ji bona Emerîka bibe destpêk e. Em demekî dirêj e ku li bendêbûn ku ew şera derkeve û ereb ji axa xwe re xwedî derkevin. Divê ku Emerîka vê rastiyê bibîne, dev ji piştgiriya terorîstan, PKK/PYDê berde. Dawiya îşgala xwe bîne.”

Min jî, ji despêke ve dema Rejîma Baasê PKK/PYD çekdar kir, li Rojavayê Kurdistanê û li herêma ereban li dijî mixalefetê bi kar anî, min ew xeteriya dît. Min gelek caran jî ev mijara nivîsand. Bi taybetî jî dema Emerîka bi deste PKK/PYDê şerê wekaletê meşand û erde eraban îşgal kir, min ev qewimandina ji bona kurdan û ciwanên Kurdistanê xeter dît.

Min nivîsand û got ku di şertên awarte de derfeta ereban nebe ku li dijî îşgalê dernekevin, lê dema derfet dîtin dê bê şik ji bona ku welatê xwe ji îşgalê rizgar bikin, dê şer bikin. Di vê merheleyê de şerê eşîretên Êreban li dijî Emerîkayê û li dijî PKK/PYDê, ew şera ye. Ew şera dê bidomîne. Heger di vê merheleyê de ev şera bê temirandin jî, di pêşerojê de ev şera hîn xurttir dest pê dike û fireh bibe.

Xeteriya mezin ew bû ku ereb wî şerî ji bona îşgala PKK/PYDê şerê xwe li dijî kurdan bipejirandina. Diyar e ku eşîretên ereban wê şaşiyê nakin û bi aqil û objektif tevdigerin. PKK/PYD, kurd nahesibînin û wan ne temsîlkarên kurdan, temsîlkarên Emerîkayê û welatên emperyalist yên Rojavayê dibînin.

Her çiqas ew şera, wek Şerê Ereban û Kurdan nayê pejirandin jî, ji bona ciwanên Kurdistanê xeteriyek mezin heye. Wek tê zanîn PKK projeya Dewletên Kolonyalîst a operasyonel a tunekirina kurdan û tasfiyekirina potansiyala Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û ciwanan e. Loma jî PKKê 45 sal in ku ciwanên Kurdistanê dide kuştin. Li Suriyeyê Rejîma Baasê qetlîama gele ereb pêk anî û PKKê jî li Rojavayê Kurdistanê bi dehhezaran Kurd û Ciwanên Kurd kuşt û da kûştin. Zarok revandin kirin leşker. Ew zarokan da kuştin û bi xwe kuşt.

Ew şerê Ereban û Emerîkayê-PKK/PYDê dê bibe sedem ku bı hezaran ciwanên Kurdistanê bên kuştin.

Şerê PKK/PYDê şerê heq û kurdan nîne. Şerekî ne heq û domandina hegemonyaya xwe ye. Loma divê Ciwanên Kurdistanê dev û dest ji PKK/PYDê berdin. Berpirsiyarên PKK/PYDê bi tene bihêlin ku ew sizayên xwe bikşînin.

Tatwan, 08. 09. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *