Em îro li ser navê Tevgera Azadî û Partiya Maf û Azadiyan ji bo ku mizgîniyê bi we re parve bikin kom bûn.
Wek hûn jî dizanin di ser peymana Lozanê re 100 sal derbas bûn. Dema ku Komara Tirkiyeyê li şûna dewleta Osmanî ya pirneteweyî û pirçandî hat avakirin, qedera kurdan neguherî, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, gelek miletan dewletên xwe ava kirin, lê kurdan, ku miletê herî kevnar ê Rojhilata Navîn e, ji mafê çarenûsê bêpar bûn. Welatê wan, di nav dewletên ku di bin sîwana Îngilîstan û Fransayê de hatibûn avakirin de hatibû parvekirin. Gelê Kurd di carekê de ji hemû mafên xwe yên herî bingehîn û rewa jî bêpar hat hîstin. Bi asîmîlasyoneke giran re, bi komkujî û pêkanînên qirkirinê re rû bi rû man.
Helbet sedema bingehîn a vê rewşê polîtîkayên dewletên mezin ên emperyalîst bû ku tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriyan.
Lê diyar e ku piraniya çîna siyasî ya kurdên wê serdemê, ji bilî îstisnayan, para xwe di vê encama neyînî de hebû.
Hem di serdema dawîn a Împaratoriya Osmanî de û hem jî di pêvajoyên damezrandina Komara Tirkiyeyê de, li şûna ku Kurd bi rêxistinbikin û têkoşîna ji bo mafên xwe yên kolektîf û li gorî ruhê serdemê stratejiyeke rast bişopînin, wan li gorî ajandayên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine çêkirin de cih girtin; bûne alîgirê nakokiyên hêzên desthilatdar û bûne sedema bêstatûya îroyîn.
Em bi mixabinî dibînin ku versiyonên îroyîn ên siyasetmedarên Kurd ku berê hêz û enerjiya xwe ji bo Siltan an jî ji bo Îttîhad û Terakkî xerc kirine, îro jî xeletiyeke siyasî ya bi vî rengî dikin û di şerê desthilatdariyê yên navxweyî de cih digirin. Partiyên laîk an kevneperest, ku berdewamiya Îttîhat û Terakkî ne, di hestên dij-kurd de bûne yek.
Divê ev rewş were guherandin.
Siyasetmedarên Kurd divê li dora daxwazên rewa yên gelê Kurd ê 30 milyon nifûsa xwe bikin yek û li gorî rojeva xwe, li gorî berjewendiyên xwe yên netewî siyasetê bikin.
Bi taybetî divê çanda siyasî ya neyînî ya salên 1970’î ku tevgera Kurd perçe kir, were derbaskirin.
Partiyeke hiqûqî ya xurt ku şîdetê ji holê rabike û li ser esasê têkoşîna demokratîk a aştiyane be, divê bi hev re bixebitin, bêyî pêşdarazî û tawîzan li hev guhdarî bikin.
Em di wê baweriyê de ne ku her kes dikare bi hev re ji bo demokrasî, mafên mirovan û azadiyan û aştiyê bixebite.
Em di wê baweriyê de ne ku her kesê ku difikire pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û divê ev pirsgirêk li ser esasê wekheviyê bête çareserkirin û rêgezên xebata demokratîk qebûl dike, dikarin bi hev re tevbigerin.
Li gora bîr û raya me;
Kadroyên Kurd ên welatparêz, dikarin dest bidin hev û pekvebi bixebitin
Ji bo ku tundiyê ji jiyana civakî derbixin,
Ji bo ku Nasnameya Kurd di Destûra Bingehîn de cih bigire
Ji bo ku gelê Kurd li erdnîgariya ku piraniya nifûsa xwe pêk tîne, yanî li Kurdistanê, bi dewleteke federal xwe bi rê ve bibe,
Em difikirîn ku em bi hev re kar bikin daku zimanê kurdî li kêleka tirkî bibe zimanê fermî û ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.
Bi vê armancê;
ME BI BI TEVGERA AZADÎ Û PARTIYA MAF Û AZADÎYÊ BIRYAR BIKIN.
HEREKETA AZADÎ ji niha û pê de wê avahiya xwe ya sazîbûnê biqedîne û hemû xebatkarên wê xebatên xwe yên siyasî di HAK-PARê de bidomînin.
Em ê bi hev re gav bi gav vê pêngava yekîtiyê berfirehtir bikin û gav bi gav mekanîzmayeke xurt a nûnertiya neteweyî ya ku gelê me hesreta wê ye ava bikin.
Bila pîroz be!
DÜZGÜN KAPLAN METİN PIRANI
SEROKÊ HAK-PARÊ, SEROKÊ TEVGERA AZADÎ