Parlamentoya Kurdistanê roja 03.08 wek roja jenosoida kurdên êzdî nasand

BasNews – Îro 03.08.2019ê Parlamentoya Kurdistanê di civîneke ku ji bo pejirandina proje yasaya pêşneyara bi jenosoid nasandina komkujiya kurdên êzdî pêkanî de, roja 03.08 wek roja jenosoida kurdên êzdî pejirand û piştre giştî pêşneyar biryar bi giştî 87 dengên parlamenteran ve hat pejirandin.

Ew civîna Parlamentoya Kurdistanê ku sêyem rûniştina taybet a derbarê vê proje yasayê de bû, ji aliyê lijneya yasayî ya parlamentoyê ve xalên proje yasayê hatin xwandin û piştre dengdan li ser hat kirin.

Biryara diyar kirina roja 03.08.2014ê wek roja komkujiya jenosoida êzdiyan bi dengdanê hate pejirandin.

FDi xalên proje yasayê de bi hûrgilî behsa hûrgiliyên proje yasayê hate kirin û herwaha behsa qerebû kirina kurdên êzdî û ava kirina sînorê Şingalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat kirin.

Pêşniyara naskirina roja 3 Tebaxa 2014 wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye kirin.

Parlementoya Kurdistanê îro dîsa li ser “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive. Li gorî agahiyên BasNewsê, parlemento dê îro wê pêşniyarê pesend bike û bi vî rengî roja 3 Tebaxa 2014 wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” tê ragihandin û her sal ew roj dê bi çalakiyên cur bi cur were zindîkirin.

Di beşek din ya wê pêşniyarê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê tê kirin mexdûrên jenosayda Şingalê qerebû bike.

Li gorî agahiyên BasNewsê, pêşniyara “Roja Komkujiya Êzîdiyan” ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatibû kirin, piştî wê firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê pêşniyar amade kiribû û teslîmî serokatiya parlementoyê kiribû.

BasNews

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *