Encamên konfransê dê ji PKK û Hikûmetê re bên şandin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ragihand, îro duyem û dawî roja konfransa 6 partiyên Bakurê Kurdistanê li Amedê ye û biryar e îro encamnameya konfransê were belavkirin û têde dê çend pêşniyar pêşkêş PKKê û Hikûmeta Tirkiyê werin kirin.

Îro duyemîn roja konfransa 6 partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ya li ser şer û pevçûnên Bakurê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Ev konfrans ku taybet e bi nirxandina rewşa ewlehiyê û şerê li Bakurê Kurdistanê û çareseriyên bo pirsgirêka Kurd, doh şemiyê li bajarê Amedê bi beşdariya 6 partiyan û 200 rewşenbîr û akademîsiyenan dest bi karên xwe kir.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik li ser mijar û naveroka konfransê ji Rûdawê re ragihand: “Me wek Partiya Azadiya Kurdistanê ligel 5 partiyên din konfransa Amedê lidarxsitiye daku bi hûrî rewşa ewlehiyê û şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê binirxînin.”

Mustafa Ozçelik got: “Îro konfrans bi dawî tê. Emê daxuyaniyekê belav bikin û têde armanc û encamên konfransê belav bikin. Aramnca sereke ya vê konfransê jî jî rawestandina şer li Bakurê Kurdistanê ye û daxwaz tê kirin ku Hikûmeta Tirkiyê dawî bi pevçûn û aloziyan bîne.”

Ozçelik destnîşan kir: “Piştî bidawîbûna konfransê, encam û pêşniyarên konfransê dê bi Hikûmeta Tirkiyê û PKKê werin dan, daku bilez kar li ser rawestandina şer bê kirin û qedexeya hatinûçûnê li navçeya Sûr a Amedê bê rakirin.”

Serokê PAKê herwiha tekez kir: “Em daxwaz jî dikin ku hemû partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê yekdeng û yekreng bin daku em hemû bi hev re biakrîn bi rêya gotûbêjê arîşeyan çareser bikin û rewşa ewlehiyê li Bakurê Kurdistanê bê asayîkirin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *