Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER
Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER
Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER
Di 17yê îlona 1992an de Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî û sê hevalên xwe Hemayûn Erdelan, Nûrî Dehkodî û Fettah Ebdlî li bajarê Berlînê yê Almanyayê ji aliyê sîxurên Dewleta Îranê ve hatin şehîd kirin.
Weke tê zanîn; di 13ê tîrmeha 1989an de jî sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Eburehman Qasimlo û hevalên wî li ser ”maseya muzakereyan” li paytextê Avustirya Vîyanayê ji alîyê sîxur û qatîlên dewleta Îranê hatin şehîd kirin. Ev herdû bûyer, bi awakî zelal carek din rûyên rastî yên terorîstî û bebextîya dewleta kolonyalîst ya dewleta îranê radixîne ber çavan.
Bi munasebeta salvegera şehîdkirina Dr. Sadik Şerefkendî û hevalên wî, em carek din van qetlîamên terorîst û hovane yên dewleta dagirker û kolonyalîst ya Îranê ku bi awakî sîstematîk li ser gelê Kurd berdewam dikin rûreş û şermezar dikin!
Di 30emîn salvegera şehadeta Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî de, em hemû şehîd û pakrewanên doza rizgarîxwazîya neteweyî yên Kurdistanê bi rêz û gramî bi bîr tînin.
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê
TDK- TEVGER