ÊDÎ BESE “PÎROZKİRİNA” MİRİNÊ!


Çalakîyên greva birçîbûnê û ya rojîya mirinê di van 35 salên dawî de, bi encamên giran bandorek mezin li ser hêzên demokrasîxwaz û civata kurd hiştîye.

Ji salên 1980 an vir de, dîroka zîndanan, diroka komele û sazîyên sivîl, dîroka têkoşîna malbatên dîl û girtîyan, bi encamên çalakîyên rojîya mirinê û greva birçîbûnê tijeye. Di encamên wan çalakîyan, bi sedan mirin, seqetî û nexweşîyên bê derman çêbûne!

Ez bawerim gelek malbat, sîyasetmedar, rewşenbîr, dilsoz û alîgerên rêxistinan çendî car bi wan çalakîyan re rûbirû mane. Em dikarin, di derheqê wan çalakîyan de, gelek bûyer û mînakan nîşan bidin.

Di jiyana her mirovê sîyasî ku di Zîndanên Turkîye de maye, çîrokek di vê babetê de heye.

Di jiyana min de, cara yekem rûbirûbûna greva birçîbûnê, di sala 1980 an, di meha Gulanê de çê bû. Sedemên grevê şertên zîndanê bûn. Ji bo em hinek derfetan bi dest bixin û jiyana zîndanê baştir bikin me dest bi greva birçîbûnê kir. Penc roj şûnda, rêvebirîya zîndanê daxwazên me qebûl kirin û me dawî li çalakîya grevê anî.

Pişt re rojên çalakîya ketina rojîya birçîbûnê zêde bûn, hefteyek, 15 roj, 20 roj, mehek, 40 roj… Êdî di seranserê bîst salîya ceza kişandina min de, çend roj bi birçîbûnê û bi zulmê derbas bû ez jî nizanim!

Ez di jiyana dîlîtîyê de, bi sedan car bûme çalakvan, şahid û têkoşerê wan rojan. Ez dikarim bi hêsanî bêjim di nav bîst salan, tevahîya rojên ez beşdarî greva birçîbûnê bûme zêdetir ji salekê ye.

Ji rojîya mirinê bigire heta greva birçîbûnê û bi dehan surgunan ez jî weke hevalên xwe di navbera zîndanên bi nav û deng de çûm û hatim. Encamên van çalakîyan gelek giran û xeter bûn. Gelek heval ligel me jiyana xwe ji dest da, seqet man, hinek jê bi nexweşîyên bê derman ketin û di nav demê de jiyana xwe ji dest dan.

Dijmîn bi gelek şêweyan dixwaze kesên dîl di zîndanan de bikuje, seqet bike, bi nexweşîyan ji holê rake. Hinekan jî bi metodên şerê dêrûnî dîn bike. Pirî caran dijmînê dagirker bi wan polîtîkayên gemarî bi ser ketîye.

Ez naxwazim mijarê dirêjtir bikim, lê belê ji bo zelalbûna mijarê divê em çend tiştan bibêjin: Em di zîndanê de, pêşî ji bo kêfa xwe, ji bo bal bikşînin ser xwe an tiştekî bi dest bixin, me dest bi greva birçîbûnê nedikir!

Pêşî bi giranî gava pirsgirêk û problemên jiyanê dixetimîn û rêya dîyalogê nedima ku dijmin êrîşên xovane dikir, mafên me yên mirovahî ji destê me digirt, derîyê dîyalogê digirt û dest bi sîyaseta mikûrhatinê dikir, sîyaseta xwe firoşî û îxanetê derdixist pêşberî me, em mecbûr diman li rê û rêbazekê bigerin.

Wê demê, gava dijmin rê li ber me digirt, ji bo em derîyên dîyalogê vekin û mafên xwe bi dest bixin, pirî caran bê hemdê me, em mecbûr mane dest bi çalakîyan bikin. Lê belê, di wan deman de me tu carî daxwaz ji malbat û kesên derva nekir ji bo me bikevin greva birçîbûnê.

Daxwaz û alîkarîya me ji malbatên xwe û sazîyên mafê mirovan dixwest ku problemên me, pirsgirekên me bi raya giştî re par bikin û bandora raya giştî bikaribe li ser sîyaseta desthilatdaran tesîr bike, derîyên dîyalogê veke.

Belê pirî caran hinek rêxistinên “radîkal” tundrew ji bo girseya xwe bi ceribînin û propaganda rêxistina xwe bikin rê li ber hinek bûyeran vedikirin. Hin rêxistin an partîyan jî digotin: “bila endamên me di hundur de bê çalakî nemîne û sist nebe, bila herdem bi kontrol û disîplîn bin!” Dewlet jî van helwestan bi kar dianî û êrîş dikir. Ji xwe dewlet tu carî naxwaze di zîndanan de aramî û huzûr hebe. Her tim dixwaze desthilatîya xwe bi îşkencan û bayê tirsê bidomîne.

Di sala 1981 an de, Li Îrlanda endamên ÎRA’yê Boby Sands û hevalên xwe dest bi rojîya mirinê kirin, ez ne şaşbim Boby Sands 72 roj ber xwe da û jiyana xwe ji dest da.

Li Amedê, di zîndana 5 nolu’yê de, di sala 1982 an de, Hayrî Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz dest bi rojîya mirinê kirin û piştî 64-65 roj şûnda jîyana xwe ji dest dan. Armanc û daxwaza wan rawestina îşkence û kuştinan bûn. Ne ji bo xwe, ne jî ji bo malbatên xwe daxwaza tiştekî nekirin. Ji tu kesî daxwaza beşdarbûna rojîya mirinê nekirin, berîya herkesî biryara xwe dan û dest bi rojîya mirinê kirin.

Di sala 1984 an de li Stenbolê endamên TİKP û yên Dev-Sol ê, Haydar başbağ, Abbdullah meral, hasan telcî û M.Fatih Öğütülmüş ketin rojîya mirinê. Piştî 60 rojan şûnda yek bi yek jiyana xwe ji dest dan. Yê herî zêde jiya 70 roj bû. Bi sedan kes seqet man û ji jiyanê dûr ketin.

Disa li Amedê, di zîndana 5 noluyê de sala 1984 an de, li dijî îşkence û polîtîkayên dewletê yên dirinde û êrîşkar, berxwedan dest pê kir. Greva birçîbûnê û rojîya mirinê bi hevra dest pê kir. Di wê berxwedanê de gelek mirov hatin kuştin, birîndar bûn, seqet man. Necmeddin Büyükkaya bi işkencên giran hat şehîdkirin! Cemal Arat û Orhan keskin 49 roj di rojîya mirinê de man û pişt re jîyana xwe ji dest dan. Yên bi wan re ketibûn rojîya mirinê seqet man.

Disa di sala 1988 an de li Amedê M. Emin yavuz di greva birçûbûnê de jiyana xwe ji dest da.

Li gelek bajarên kurdistanê û yên tirkîyê çalakîyên girtîyan çê bûn. Di demên tadeyî û îşkencan de girtîyan li dijî polîtîkayên teslîmbûnê, bedena xwe, canê xwe kirin mertal û xwestin xwe biparêzin.

Dîsa di navbera salên 1990 û 2002 an de çalakîyên mezin çêbûn. Li seranserê Tirkîyê û Kurdistanê bi hezaran girtîyên sîyasî dest bi berxwedanan kirin, greva birçîbûnê û rojîya mirinê kirin. Encamên wan çalakîyan zêdetir giran bû bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan!

Piştî wan çalakîyan hinek rêxistin û partîyên çepgîr, rojîya mirinê û çalakîyên greva birçîbûnê weke metodek propagandaya rêxistinên xwe bi kar anîn. Li “derva” û li “hundir” alîgerên xwe malbatên girtîyan û komelên di bin bandora xwe de, ji bo wan çalakîyan seferber kirin.

Dewlet bi salan bû ev rêxistin û kodên çalakîyên wan dizanibû. Derfetên wan didan destê dewletê, dewlet jî li dijî wan bi kar tanî.

Tevgera Dev-Sol çalakîyên rojîya mirinê weke propagandeyek sereke dît û kadroyên xwe yên herî jêhatî û çalak beşdarî rojîya mirinê kir. Bi piştgirîya vîtamînên B1 û B12 û vîtamînên din rojên grevan zêde kirin. Lê dewlet ev firsend bi kar anî. Ev kadroyên sereke û jêhatî roj bi roj nêzî mirinê bûn. Gelek ji wan seqet man, nexweşîyên mejî bi wan re çê bû. Jiyana wan pûç bû. Dev-Sol rojên grevê, rojîya mirinê derxistin 200 rojan, pişt re li gor nûçeyên medyaya Tirkan, rêxistin ji wê propagandayê têr nebû çalakîyên çalakvanan derxist 400 rojan. Ew kesên, dewlet dixwest wan bikuje, rêxistinê weke nêcîrê wan avetên ber dezgehên dewletê. Dewlet jî ev firset bi kar anî.

Herkes dikare li gor dîtin û nêrînên xwe, li gor sekna xwe şîrove bike. Berhemên wan çalakîyan li ber çavane! Encamên wan kiryaran heta niha nexweşî, seqetî û mirin bûye!
Ev demek dirêj e ku li ser mijara çalakîya greva Leyla Guven û hevalên wê, gelek gengeşîyên piştgirîyê û yên li dijî çalakîya wê tên kirin.

Di zîndanan de, li Ewropa, Li derve, li gelek deveran ev çalakîya Leyla Guven dest pê kir, li gor talîmatên Qendîlê belav bû. Qandîl, bi taybetî hêvîya xwe bi van çalakîyan ve girêda!

Germaya derûnîya tawanbarîya şerê xendekan, tawanbarîya “şerê şoreşgerîya gel”, tawanbarîya sîyaseta Tirkbûnê hê li holê ye û hesabên wan polîtîkayan nedane, niha hêvîya xwe bi mirinê ve girê dane! Her roj bangî gel dikin ku piştgirî bidin çalakîyên mirinê!

Kandîl, dixwaze bi werîsê mirinê ji gerînoka tarî derkeve û wan rûpelên tawanbarîya li dijî gel bide ji bîr kirin. Ev sîyaset, tu feydeyek nade gelê Kurd. Her hewldanek bi vî rengî, her tevdanek helwesta li dijî gel, zirarek mezin dide doza Kurd!

Bi hezaran xortên kurd, di şerê xendekan de hatin kuştin! Bi hezaran kes ji cîh û warên xwe hatin dûrketin! Çand, dîrok û cîhê kevnar, navçeyên bingeha Kurdewarîyê hatin hilweşandin!..

Ev çil sal in, civata Kurd di bin bandora derûnîya şer de westîyaye. Gelê Kurd, êdî naxwaze bi mirin û kuştina zarokên xwe çîrokan gohdar bike. Kê çi kirîye, ji bo çi kirîye encamên wê li holê ne. Gelê Kurd, ev çil sal in ku di bin bandor û barê rêxistinek operasîyonel de dinale. Şer, kuştin, hilweşandin, xirabkirin û ji rastîya berjewendîyên netewbûnê dûrketin, yekem encamên stratejîya “şerê şoreşgerîya gel e”!

Di medyaya rêxistinî de, veşartina heq û hûqûqê, fesadîya rastîyan, dûrketina ji heqîqetê û ji civatê êdî nayê behs kirin. Hebe tunebe bi reşkirana rastîyan û propagandayên reş sîyesetek tarî didome.

Hinek kesên ji rastîyan û ji heqîqata civatê û ji berjewendîyên netewî dûr ketine, dixwazin civatê weke kerîyên pez bidin meşandin.

Bi zimanekî gelek xirab û li ser neyartîya welatperweran, rêxnên ne di cîh de tên kirin. Civata Kurd di gelek warî de rastî erdhejek îdeolojîk û êrîşên xirab dibe. Dewletên dagirker propaganda û reşkirina rastîya êdî bi destê hinek “kurd”an dide kirin.

Li ser sosyal medya û di medyaya hîzbî û fesadîyê de, reşkirina rastîyan, dijîtîya doza netewî bi şêweyek sîstematîk didome.

Civata kurd demek dirêj e ku di bin bandora hêzên desthilatdar û xulamokên wan de bi êş û elemê tên terbîye kirin.

Ew kesên ji mirinê re li çepikan dixin, propaganda û şahîya mirinê dikin, ya hestên xwe yên mirovahîyê wunda kirine an jî bê heş û bê mêjî ne!

Ji bo em bi rastîyan re rûbirû bibin, divê tiştên em diparêzin û propaganda wê dikin, berîya herkesî divê em bikevin bin wî barî. Ger çalakîyek, rêyek an helwestek tu rast dibînî, jê re li çepikan dixî û li ser termên mirîyan reqisandin, hêvîyekê dide te, divê berîya herkesî tu û malbata xwe serkêşîya wê rêgehê bikî. Ev weke pîvanek ehlaqî û ûjdanî ya li ber me hemûyane…!

Ez naxwazim mijarê dirêjtir bikim. Divê rojek zûtirîn, dawî li çalakîyên xwekuştinê, greva birçîbûnê û rojîya mirinê bê!

Mafê tu kesî tune ye ku zarokên Kurda ji bo berjewendîyên rêxistin û kesayetan bidin kuştin!
Mafê tu kesî tuneye agir bixe kezaba dayikan û ji bo “demokrasîya” serdestan ya derewîn zaroyên gel bidin kuştin.

Ger armanca me jiyanek azad û bi dest xistina mafên mirovahîyê be, divê şûna rêya mirinê, em rêya jîyanê nîşanî zarokên xwe bidin.

Nîyet û armanç çi dibe bila bibe, gava encam û naveroka çalakîyek, kiryarek an helwestek li gor berjewendîyên dagirkeran be, divê li hemberî wê çalekîya ne rewa, rawestinek kurdewarî bê nîşandin. Bêdengî pesinandina şaşî û xeletîyan e!

Bêdengîya rewşenbîr û sîyasetmedaran bi rastî mirov ditirsîne! Ev ewrê tirsê wê heta ku li ser me be? Emê kengî bi dengekî bilind ji mirina zarokên xwe re bêjin: Êdî bese!!!

Êdî bes e!
Ev gel, daxwaza mafê desthilatdarîya xwe dike!
Ev gel, daxwaza mafê dewletbûna xwe dike!
Ev gel, daxwaza rojên azad û serxwebûnê dike!
Ev gel, daxwaza sîyasetek çêkir, stratejîyek avakir û yekrêzîya mala Kurdî dike!
Gelê Kurd, di labîrenta îdeolîyên kor de westîya, li benda ronîya rojên nû û jîyanek azad e!
Gelê Kurd, êdî naxwaze ji bo berjewendî û “demokrasîya” dagirkeran bedel bide!
Êdî bes e!
Gelê kurd, naxwaze her roj li benda mirinek nû bisekine!
29/03/2019 Amed
Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir