Alaya Kurdistanê

Siddîq Bozarslan

Ne Alê/a Kurdî/Kurdistanê , Alaya Kurdî/Kurdistanê ye!  .

Di gelek nûçenameyên Kurdî da peyvika ”al” tê nivîsîn ku ev şaşîyek e. Li gora lêkolîna  mamoste M. Emîn Bozarslan (binêre, Baxçê Zimên, Cildê Pêşîn, R.19-22, Weşanên Deng, 2008, Amed), di hemî eserên klasik ên Kurdî da peyvika ”ala” hatîye nivîsîn. Bozarslan ji hozanên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî numûneyan nivîsîye ku hemî hozanên klasik  di maneya ”lîwa” ya Erebî da peyvika ”ala” bi kar anîne. Lewra Bozarslan destnîşan dike ku ala were bikaranîn ne ku al.

Di wareke dî da maneya ”al”, wek mamoste Bozarslan jî dîyar dike; rengê sor ê piçek vekirî ye.  Bi tabîreke dî tu têkilîyeka mana ”al” û ”ala”yê bi hev ra tune ye. Lewra ez daxwaz û pêşnîyara Seydayê Bozarslan di cîda dibînim ku dibêje;  ”…Li gora van mînakên berçav ên ji edebîyata Kurdî ya klasik, divê ku em hemî vê peyvikê hem di peyvînê da, hem jî di vivîsînê da bi awayê ”ala” bi kar bînin û dûwayî li awayê ”al” bînin…”

Kurtedîroka Alaya Kurdistanê

Qedrî Cemîl Paşa ku yek ji rêvebirê Xoybûnê ye û di damezrandina Komara Kurdistanê (Mahabad) da beşdarî kirîye, di derbarê alayê da weha dibêje: ”Hukumeta Komara Mahabadê, Alaya Kurdistanê ku ji alîyê Teşkilata Cemîyeta Îçtîmayî ve di 1919an da hatibû çêkirin, wergirt. Li kenarên rojê du weşîyên genim, li paşîyê çîyayek û dareke çamê lêzêdekirin… Û wek alaya komarê qebûl kirin.”

Nivîskarê pirtûka Komara Kurdî ya Mahabadê  William Aegleton (wergera wê bo Tirkî M. Emin Bozarslan), di derbarê Alaya Kurdistanê da weha dibêje: ”Ev ala ji sê beşî pêk hatibû, her yek xwedî rengeke cuda bû. Li jor sor, li ortê sipî û li jêrê jî rengê kesk hebû. Rengên alaya Îranê berewajî kiribûn û çêkiribûn. Di orta alayê da roj hebû. Li kenarên rojê du weşîyên genim, li paşîyê çîyayek û qelemek (pênûs) hebû.” Li gora haydarîyên W. Aegleton, Alaya Kurdistanê ji alîyê Komelayî  Jîyaneweyî Kurd ve û bi alîkarîya Kurdên Başûr di 1944an da hatîye amaadekirin.

Di derbarê Alaya Kurdistanê da ez pêwist dibînim ku piçek ji axaftina Muhammed Qudisî li vir pêşkêşî we xwendoxên hêja bikim. Ev axiftin li bajarê Nexede bi minasebeta pîrozkirina Alaya Kurdistanê hatîye kirin û ew di Kovara Kurdistanê (Hukumetî N. Mustafa Emîn, Kurdistan, r. 101) da derçûye. M. Qudisî serbazekî Kurdê Başûrî bûye û di ordîya Iraqê da kar kirîye û endamê rêxistina HÎWA bûye ku li başûr xebatên rêxistinî kirîye û beşdarî şoreşa Pêşewayê Nemir Mela Mistefa Berzanî kirîye û di xebatên Komara Kurdistanê ya Mahabadê da jî cî sitandîye. Piştî ruxandina Komara Mahabadê M. Qudisî digel du hevalên xwe yên dî (ku ew jî serbaz bûne li ordîya Îraqê) vegerîyane Îraqê û ji alîyê Hukmê Baxdayê ve hatine bidardakirin. M. Qudisî weha behsa Alaya Kurdistanê dike: ”Rengê sor, sembola qehremanî û lehengîya gelê kurd e. Rengê sipî, îfadeya dilpakî û pakrewanîya gelê kurd e. Rengê kesk, dewlemendîya binerd û sererdê axa Kurdistanê û xweşikîya xwezayîya wê nîşan dide..Weşîyên genim, nîşana pêşvebirina vî welatî bi destê we ye…”   

Li bajarê Amûdê roja 02.12.2016an Alaya Kurdistanê ji alîyê grubeke cuwan ve hat şewitandin. Ev bû çend car ku Alaya Kurdistanê li hin navçeyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê (ku PYD û YPG wê derê wek Rojava binav dikin -ku ev şaş e- û van herêman wek qanton birêvedibin) wek Qamişlo, Heseke, Amûdê hatîye qedexekirin, şewitandin û nizimayîyê jê ra hatîye nîşandan. Mixabin numûneyên weha li bajarê Amedê jî hatine dîtin. Wek ku xwendoxên hêja pê dizanin di xwepêşandanên Amedê da jî rêvebirên hewildanê nehiştine ku Alaya Kurdistanê di nav kîtleya gel da bi awayeke azad were dalaqandin. Van kesan û rêxistinan qet nafirikin ku dagirkerên welatê me, li ser alaya kurdî qedexeyan dixistin jîyanê, lê îro ew bixwe û li ser navê kurdînîyê vatinîya sistema Ankarayê tînin şûnê.

Bê guman van bûyerên qirêj ên dagirkerên Kurdistanê gelek caran li hemberî kurdan û sembola wan ya neteweyî dihat bikaranîn; lê ne ku bi navê kurdayetîyê. Ev, ji politika Partîya Kuştina Kurdistanê (PKK) û hemî rêxistin û partîyên bi wê ve girêdayî an paralela wê ve ne tên, ku ew sembolên Kurdistanê qebûl nakin.  Di bernameya PKK da rêxistin û partîyên dervayê PKK wek asteng tên dîtin û divê ew asteng ji holê werin rakirin. Loma PKK di nav tifaqên xwe da partîyên dî qebûl nake.  Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê tiştên ku li dijî neteweya kurdî û Kurdistanê û sembolên wê diqewimin; ji vê politika çewt ya PKK  tên.

Bi awayeke dî ev politika, li dijî Alaya Kurdistanê, di esasê xwe da parçeyeka komkujiya kurdî û Kurdistanî bi xwe ye. Piştî ku huquqnas Raphael Lemkin naverok û maneya Komkujîyê di 1944an da bi karanî; êdî ew ket nav wesîqeyên NY (Neteweyên Yekbûyî) jî. Wek di wan wesîqeyan da hatîye rêzkirin, di dîrokê da komkujî ji mêjve li gelek herêmên cuda yên cîhanê qewimîne. Serokê Rêxistina Çavdêrîya Komkujîyê (Genocide Watch) Gregory Stanton, raporek bi navê ”8 merhaleyên komkujîyê û standina tedbîrên pêwist” pêşnîyaz kirîye. Rapor dîyar dike ku di 8 merhaleyan da îhtîmala ku komkujî çêbin, lê ew dikarin werin astengkirin eger di wextên pêwist da tedbîr werin standin.

Bê guman her gel an neteweyek ku xwedî dewlet in, ew xwedîyê alayek û merşeke mişterek in û ala û merşa neteweyî wek çimentoyek sembolên wan welatan û neteweyan in.  Ji ber vê xisûsîyetê ye ku sembolên neteweyî wek merş û ala bi rîya qanûnê tên parastin û ew kes an grûbên ku bêrêzîyê li hemberî sembolên neteweyî nîşan didin, ew tên cezakirin. Bapîrên Japonan bêhemdê xwe negotine gel û grubên ku nebûne dewlet, ew pîç in. Her kes dikare pîçan bidin ber şimaqan, li wan heqaretê bikin, tinazê xwe bi wan bikin û wd. Di nav me kurdan da jî tiştên weha ecêb diqewimin. Min li vir behsa PKK-PYD û rêxistinên ku  bi wan ve girêdayî ne kir ku di esasê xwe da rêxistinên weha hemî pîç in û bi rexneyeke herî biçûk ew ne welatparêz in. Partîyek an rêxistinek ku Dewleta Kurdistanê naxwaze û li hemberî wê şer bike û sembolên kurdî û Kurdistanê jî qebûl neke; pir vekirî û zelal e ew partî an rêxistin ne kurdperwer e û ne Kurdistanî ye. Loma yên ku li hemberî Alaya Kurdistanê bêrêzîyê nîşan dane, ew hemî sûcdar in û di heman demî da bêrêzîyê li hemberî gelê kurd nîşan dane.

Dîsa di vê çarçoweyê da li Meclisa Hewlêrê bêrêzî li hemberî Merşa Neteweyî ”Ey Reqîb” ji alîyê hin kesan ve hatibûn nîşandan. Protesto an bêrêzîya ku li Meclisa Hewlêrê li hemberî ”Ey Reqîb” pêkhatibû; partî an grûbên îslamî bûn ku nûnerên wan wek parlamenter di meclisê da ne. Li vir divê ez ji Quranê Ayetek bînim bîra wan ku ew çi qas di nav şaşîtîyê da ne. Sûreyê Hucûmatê, Ayet 13, weha ye: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me, hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.”  Ev kurdên ku nasnameya îslamîyetê dixebitînin, bila careke dî bifikirin, gelo milyarek û nîv musulman çima piştgirîya avakirina Kurdistanê nakin û li hemberî kurdan li ser navê ummetîyê radiwestin. Gelo van kurdên me çiqas qîmetê didin xwe bixwe. Ev cîyê gengeşeyê ye. Eşkera ye ku kes û grubên ku vê bêrêzîyê li Hewlêrê nîşan dan; heman kes û gruban nikarin li meclisên Baxda, Tahran, Ankara, Şam an li paytaxtên welatên dî nîşan bidana. Heger bûyerek weha li wan deran biqewimîya; guman tune ye ku xwedîyê wan bûyeran wê ji meclisên wan welatan bihatana avêtin. Ez bi xwe nizanim di vî derbarî da di qanûnên Hewlêrê da ceza heye an na; lê Meclisa Hewlêrê divê xwedîyê berpirsîyarîyek bibûya ku di pratikê da welê nebû ku ev jî cîyê kêmasî û mixabinîyê ye.

Wek di çavkanîyan da em dibînin, bingehê dîroka Alaya Kurdistanê rastî sala 1919an tê. Em pê dizanin ku Alaya Kurdistanê di 1925an da li Darahênê (Genç), di 1927-1932an da li Araratê (Agirî), di 1946an da li Mahabadê û derdora 30 sal e li Hewlêra paytext hatîye daleqandin. Wekî dî ev ala ji alîyê Meclis û Desthilatdarîya Kurdistanê ve jî hatîye qebûlkirin.

Parlamentoya Kurdistanê di 17. 12. 2004an da biryar da ku roja 17.12yan Roja Alaya Kurdistanê ye. Bê guman di vê pêvajoya sedsalî da wek em di wesîqeyan da jî dibînin, guhartin hatine kirin û em, alaya ku nuha li Hewlêrê têt daleqandin, wek Alaya Kurdistanê dibînin.  Di nav vî çend salên dawîyê da him li Meclisa Hewlêrê û him jî di hukumetê da pirsên ala û merşa neteweyî hatine gengeşekirin û pêşnîyar hatine kirin ku di wan da guhartin werin çêkirin. Pêdivî pê heye ku li ser van du numûneyên ku li meclisê û hukumetê rûdan, em piçek  rawestin; mexseda van pêşnîyaran çibûn û Serokê Herêma Kurdistanê Berêz Mesûd Berzanî çima midaxeleya van gengeşeyan kir û dawî li wan pêşnîyaran anî?

Li vir pêwist e xalek were vekirin û zelalkirin. Tişteke maqul e ku hin kes an grûp/partî/rêxistin di derbarê sembolên neteweyî yên welatên xwe da (wek ala û merş) pêşnîyar bibin cîyên eleqedar da ku guhartin werin kirin. Ew derên eleqedar (wek meclis) jî di wê derbarê da pêşnîyaran qebûl dike an red dike û dawî li wan gengeşeyan tîne. Lê nîqaşên ku di hukumet û meclisa Hewlêrê da hatin kirin û di dawîyê da Serok M. Berzanî mecbûr ma ku ji neçarîyê be jî midaxele bike û dawî li qengeşeyan bîne, cîyê pêwistîya nirxandineke piralî ye.

Heger em qebûlkirina Alaya Kurdistanê li Mahabada Paytext di 1947an bînin ber çav; di navbeynê da 70 sal derbas bûye. Li Mahabadê qebûlkirina Alaya Kurdistanê û Merşa Neteweyî ”Ey Reqûb” wek du sembolên neteweyî qebûl bikin; ev tê wê wateyê ku heta piranîya nufusa kurd û axa Kurdistanê azad û rizgar nebe, divê di van du sembolan da guhartin neyên çêkirin. Dema di hukumet û Meclisa Hewlêrê da van pêşnîyaran hatin kirin; Kerkûk û hin herêmên dî nehatibûn ser axa Kurdistanê û Kurdistana Federe bixwe nebûye dewleteka serbixwe. Divê were destnîşankirin ku Başûrê Kurdistanê hê nebûye dewleteka serbixw û heger ew der bibe serbixwe jî piranîya axa Kurdistanê ne rizgar bûye û piranîya nufusa kurd jî azad nebûye. Loma di rewşeke weha da pêşnîyarên guhartinan di vî derbarî da ne xwestekek di cî da ye û loma Serok Barzanî baş kir ku dawîyê li wan gengeşeyan anî. Nîyet çi dibe bila bibe, yên ku di van şertan da guhartinan di sembolên kurdî û Kurdistanê da bixwazin; ew Kurdistanê bi Hewlêrê, an bi Silêmanîyê, an bi Dihokê û wd. dibînin û sînor dikin û lewra ew Kurdistaneke biçûk difikirin û şaş in.

05.07.2022 Swed

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *