“DUNYA ÇÛ HEYVÊ EM MAN Lİ BIN DARA BEHÎVÊ!”

Cano AMEDÎ

Malbata mirovahîyê, ev cara yekem e, bi hevra û di demek kin de, li hemberî tirsa vayrosa koronayê matmayî maye!

Li seranserê dunyê, rojane hejmara mîrî û nexweşan di medyaya ragihandinê de, zîndî tê gohdar kirin û tê dîtin. Televîzyon bûne jimartoka mirinê!

Pêvajoya nexweşîyê, bixwe re gelek guhertin û alozîyên giran derxistîye rojevê.

Sê meh derbas bû, lê ji bilî bi navkirina covîd-19 an, tû rêyek dermankirinê û parzakirinê (aşı) hê nehatîye dîtin. Pispor û zanyarên vayrosan, li ser peydakirina derzî û derman kirinê, şev û roj disekinin. Dewletên bi hêz, bûtçeyên bi mîlyar dolaran ji bo peyda kirina parzakirinê veqetandine.

Me hemûya dît ku sîstema şirûştî, cardin hişyarîyek mezin da mirovahîyê! Di nav sê mehan de vayrosa koronayê qûş li dewletên bi nav û deng qetand, Ji tirsa koronayê li seranserê Dunyê, sîstemên tenduristîyê û polîtîkayên rêveberîyê xetimîn! Sîyasetmedar û rêveberên dewletan, ji sedemên bê asoyî bi tayê ketine! Nizanin bê wê çewa rêyek çareserîyê bibînin.

Dewlet û civatên pêşketî ji niha ve li rêgehên nû, li ser organîzasyon û xwe rêxistin kirinê, li ser fikir û ramanan nû gengeşîyan dikin.

Dunya, di bin bandora qeyranan de dinale, lê mixabin em dibînin ku neyarên gelê Kurd û hevalbêndên wan jî, bi xewnên têkçûna gelê kurd ve mijûlin.

Di demên dawî de, em dibînin ku dewletên dagîker û xulamên wan, di nav amadekarîya tunebûn û hilweşandina dezgehên Kurdî de ne. Weke bapîran jî gotîye ”Pez di derdê canê xwe deye, goştfiroş li pey fêda xwe ye!”

Malbata mirovahîyê di van rojên giran de, li rê û rêbazên çareserîyê digerin. Lê belê dewletên dagîrker û dîktatorî vê pêvajoyê ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin.

Mêtinkar, qedexeyên li dijî vayrosa korona ji xwe re weke derfetek nû dibînin û roj bi roj wan qedexeyan, li dijî azadîya civakê û kesayetên azad bi kar tînin.

Di destpêka pêvajoya şewba koronayê de, dîktatorên herî dijwar derketin hemberî kamerayan û gotin: “Wê tu tiştek weke berê nemîne!”  Mesajên wan gelek zelal e, dibêjin: ‘‘çi dibe bila bibe, lê em dest ji kursî û dîktatorîyê bernadin!‘‘

Di van rojên giran û bi êş de, şewba koronayê û qeyranên aborî ji bo neyarên mirovahîyê,  derfetên mezin derdixe holê. Dîktatorî, mafya, dizîtî, şêlandin û pêxwasî, di rojên ewha de geş dibin û li ser vî warî diçêrin! Lewra sîstema wan li ser esasên zilmê û dizîyê dimeşe. Tirsa mirin û birçîbûnê, ji bo dîl girtina civatê û berdewamîya dîktatorîyê bingehek serekeye!

Di pêvajoyên qeyranan de, alîyên xirabî û başîyê, li gor derfet û şertên xwe tevdigerin. Rêgeha alîyên başîyê, li ser bingeha çalakîyên civakî, alîkarî, piştgirî, moral, hevkarî û şêweyên din tevdigerin.

Alîyên xirabîyê dewletên îdeolojîk û diktator, çete, mafya û hêzên îdeolojîk yên kor, weke teyrên berata, li pey berjewendîyên xwe tevdigerin! Bi şêwe û rêbazên mafyayê ji mirina mirovan, ji  tirs û xwîna zarokên gel îstîfade dikin! Ji bo bi serbikevin û xwe li ser civatê ferz bikin, hemû şêweyên xirabîyê, fesadîyê û dizîyê bikar tînin! Propagandayên reşkirina rastîyan û împaratorîya tirsê alavên desthilatdarîya wan yên sereke ne!

DAÎŞ, HEŞTÎ ŞABÎ û hevalbendên wan, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, her roj êrîşên hovane dikin û zarokên Kurda dikujin.

Tirkîye, îran, Surî û İraq, ji bo tune kirina gelê Kurd di hemû demande, li ser bingeha peymanên stratejîk tevdigerin. Baasî, Ayettullah û Kemalistên nîjadperest, weke Dehhaqê zilimkar bi kuştin û dalqandina xort û keçên Kurd, desthilatdarîya xwe didomînin.

Lê mixabin, îro hinek alîyên ku xwe li ser navê gelê Kurd nîşandidin, bûne şirîkê Kemalîst û Baasîyan. Ji bo serverî û parastina sînorên dagîkeran bi xwîna cîwanên kurd saltanata xwe, serverîya xwe dimeşînin. Ev hêzên hanê bûne dest û lingê nîzama li dijî gelê Kurd! Ji mêj ve, bo gelê Kurd li ser erdnîgarîya xwe desthilatdar nebin, bi hevra di nav hewldanek rûreşîyê de ne! Ji bazirganîya neft û hişberîyê bigirin heta qaçaxîya mirovan, di hemû warên xirabîyên de hespên xwe dibezînin! Weke îtîfaqa kelaxur û keftaran li dor “neçîr”ê dibezin. 

Xuya ye ev îtîfaqa rûreşîyê, di pêvajoya koronayê de jî didome. Dunya, ji derdê şewba koronayê bi tayê ketîye, lê belê xulamên Îran û Tirkîyê weke milê 5mîn hilweşandin û lawazkirina desthilatdarîya gelê Kurd ji xwe re weke erkekê hilbijartine. Mobîlîze kirina propagandayên reş, dide xuya kirin ku paleyên xirab kirinê fermanên nû ji cîgirê Qasim Silêmanî girtine! Suleymanî jî kirine wargeha xirabî û îxanetê!

Heyf û sed car heyf e ku,  bi hezaran xort û kêçên Kurd yên fedekar û dilsoz, di nav lepên wan de weke dîl, weke mirîdên bêheş, xwe radestî îdeolojîyên hişbirrîyê kirine!..

Ew hest û bawerîyên pîroz yên welatparêzîyê ji bîr kirine. Hebe tune be ji bo wan desthilatdarîya qaşo rêxistina wan e; lê ya rastî dijmin desthilatdar dibe!  

Haya wan ji wan tune, ked û xebatên xwe, radestî nijdevanan kirine. Welatên xwe, çîya û deştên xwe bihost bihost, li gor sîstema entergasîyonê, radestî dijmînê xwe dikin!..

Weke çîroka kêroşk û tajî, her tim hinek ji wan re dibêjin: `keroşk bireve tajî bigire!` Ev Seyda hanê wê heta kîngê bidome, ne dîyar e!  

Bi asoyên reş û tarî, bi berçavkên hespan, di kûrahî û tarîtîya şikeftan de, xwe radestî nijdevanên Tirk, Ereb û Eceman kirine! Ev trajedîyek dîrokî ye!

Heta îro, li tu welatekî bindest, kolonî û dagîrker, têkoşîna netewî ji bo serverîya dagîker û desthilatdaran, ji bo “demokratîkbûn a” mêtinkaran nehatîye meşandin!..

Bi rastî, di vî warî de, ez dixwazim bersîva, dîroknas, derûnnasên civakî, sîyasetmedar, rewşenbîr û civaknasên Kurd, fêr bibim: gelo çi difikirin, çi pêşnîyar dikin!?

                                                           Cano Amedî   23-04-2020  AMED

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *