Dr.Husên Duzen û mijarek civakî!

Dr. Breuer rojek ji xew radibe û li ser masa xwe vî notê balkêş dibîne:

„Ji bona meseleyek girîng divê ez zûtirîn we bibîn im. Pêşeroja dahata felsefeya Elmanan di tehlûkê de ye. Em sibê saet di 9.00 de li Kahwexaneya Sorrento hevûdû bibînin“ Lou Salomê.

Dr. Breuer, di dema xwe de psîkologekî navdar bû. Bi kesên navdar re pir eleqeder dibû û yek ji nexweşên wî jî, Filozofê Elman Nîçe bû.

Ji bona civatek ku tendurustîya wê baş, pêşîya wê vekirî, ji xwe razî û xwedî ramanên qewî; ev herdû hêl divê her xurt û zînde bin. Yek ji van felsefe û ya din jî psîkolojîya (derûnîya) civatê ye. Civata ku, ji kuraya felsefa xwe qut bibe, wek malbatek ku ji koka xwe qut û bêesil, di nav psîkolojîyek xerab de jîyana xwe bidomîne, wê her ji pêşeroja xwe di şikê de be. Zana, pîsporên civakî û akademîsyen her li ser van beşan serê xwe êşandine.

Dîktatoran, her dem ev hêla zeîf a civatê ji xwe re kirîye armanc û li henber civatê bikar anîye. Civatên ku ji hêla felsefê de xurt, qewî û li ser xwe, bi hêsanî, li henber dîktatoran dikarin xwe biser hev de bînin û xwe ji boranên mezin, ji şikestinên civakî yên mezin biparêzin.

Di 04.04.2021 an de psîkîyatrîst Husên Duzen, li ser mijarek kuraya dîrokê a „Têkilîyên jinê û dîktatoran“ nivîsek kurt di rûpela xwe a Facebookê de parvekir. Mijarek girîng û balkêş a beşek ji civatê derdixist ber me.

Dr. Husên Duzen bi vê hevokê dest bi kurtenivîsa xwe dikir:

„Beṣekî mezin ji alîgirên Hitler jin bûn. Gelekên ji wan kêliya ku di mitîngan de li Hitler guhdarî dikirin, bi wan xweṣ dihat. Ne tenê Hitler, gelek dîktatorên van sedsalên dawî bi alîkariya jinan dikrîbûn desthilatdariya xwe damezirînin û dom bikin.“

Pîsporê me yê derûnî, sedemên vê rastîyê jî bi van tesbîtên xwe tîne ziman:

„Bêguman sedemên vê rastiyê jî hene. Ew jî di kurahiya ruhê mirov de ne. Eṣkere ye ku ev peywendiya jinan û dîktatoran ji bindestiya jinê tê. Ne jin tenê, mirovên ku gelek tên çewusandin, bêtir sadiqî kesên ku wan diçewusînin dimînin.“

„kuraya ruhê mirov“, gotinek dîrokî a sivîlîzasyona mirov û civatê bi xwe. „Kuraya rûhê mirov“ û dîktatorî, di çi warî de hevûdû temam dikin û dibin yek mijar?

Di bersîva vê pirsê de du tişt hevûdû xwedî dikin; hêz û kêmquweta mirov, bindestîya mirov. Kêmquwetîya mirovan ji xwedîhêzan re dibe pergalek bikaranînê. Mîna çîroka mirîşkek, ku bi destê xwedîyê xwe têt rût kirin. Piştî ku rût dibe, mirîş ne di pînê xwe de,ne di nav refên xwe de, ne jî ji serman li derve cîhekî debarê nabîne. Berê xwe dide cem xwedîyê xwe û li ber lingê wî kesê ku pûrta wê rakirîye li debarê digere. Xwedîyê wê, bi hindik hindik êm re wê xwedî dike û ji ber lingê xwedîyê xwe qutnabe!

Li Beka, gel Abdullah Ocalan û li serê çîyê li gel PKK, bi sedan mînak hene: Ji destdirêjîya ser jinê bigire, heta kujtina jinê, bi karanîna jin li henber jinê, ji hêla agahîyan de jin pir xerab û serkevtî li henber hevalên wê hatîye bikaranîn. Li ser van xebatên xerab slogana „jin jîyan azadî“ hatîye bikaranîn û di nav refên PKK de, bi dehan rêxistinên jinan hatine avakirin. Çawa her gotina rêveberên PKK, ku bi „jina azad“ û „demokratîk“ destpê dike, ewqes jî kirin û bûyerên tundî û dîktatorî di bin van gotinan de hatine meşandin. Di vir de her dîktatorî, ev gotin bi hosteyî bikar anîne. Bi raya min, „hêz“ û „zeîfî“ya mirov, a civatê, a jinê, ku ji terefê dijminên azadîya mirovan ve, ji terefê xwedî hêzan ve bi navê „azadî“ û „jin jîyane“ bi hosteyî û çawa hatîye bikaranîn, mijarek balkêş û girîng e.

Dr. Duzen di nivîsa xwe de, çend mînakên dîrokî jî dide me û bahsa tevgera jinê jî dike:

„Di destpêka salên 1990 de, piṣtî Helebce, di dema ṣerê xelîcê yê 1. li Cenevreyê kongreya jinên cîhanê ji bo aṣitiyê pêk hat. Hîngê jineke kurd î ciwan jî beṣdar bûbû. Wê kurdê xwest ku kongre kirinên Saddam î li dijî kurdan jî ṣermezar bike. Bi sedan jinên ereb û hevalên wan î çepgir, di salona civînê de kiribûn qîrîn û destên xwe li maseyan xistibûn. Heta ku mafê peyvê ji wê jina ciwan nehatibû standîn ew ranewestiyabûn.“

Hin di dema ku li henber Diktatorê dijminê Kurd û Kurdistanê, helwesta dewletên Ewrûpa û Emerîka dîyar bû û hin jî di dardakirina dîkmtator Sadam Husên de pir çepên Ewrûpa, tirkan û Ereban, bi navê “dijberdîya şer û dagirkirina emperyalîstan“; Saddamê ku qatîlê 280 hezar kurdan, qatîlê Enfal û Helepce bû, parastin. Wek ku dîktator li Kurdistanê ne dagirker bû! Li ser eynî mijarê Dr. Husên Dozen jî hinek mînakan dide:

„Mixabin di nav wan jinên pro Saddam ku nedixwestin jina kurd bahsa Helebce bike de parêzvana mafên jinan nivîskara misrî Nawal El Saadawi jî hebû.“

Ji Hîtler, Mousolonî bigire, heta Franco, Saddam, Qadafî û Ocalan ev;

„bi darê zorê bi alîkariya çekdarên xwe gelek jin didan anîn û ew bikartanîn. Mixabin li gel vê kirina wî (wan) jî muhafizên wî (wan) yên ṣexsî jî bêtir jin bûn.“

Divê pîsporên mijarê; li ser mijarê, li ser têkilîyên felsefî û derûnîya civatê, lêkolîna bikin û vê hêla cevata me, vê hêla jinê ji me re derxin astek zanistîyê.

05.04.2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *