DIVÊ DI DERBARÊ KURDAN Û MILETÊ KURD Û KURDISTANÊ DE LÎTERATUR RAST BÊ BI KAR ANÎN…

DIVÊ DI DERBARÊ KURDAN Û MILETÊ KURD Û KURDISTANÊ DE LÎTERATUR RAST BÊ BI KAR ANÎN…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

 

Lîteratur, di terîfkirina pirsan û mijaran de xwediyê mîsyonek û wateyeke mezin e. Dema ku lîteratur rast bê bi kar anîn, wê demê hewce nîne ku mirov di derbarê wê mijar, peyvê, gotinê de tiştekî bibêje. Lîteratur xwe bi xwe terîf dike.

Dema tu bibêjî, “kurd”, ew tê wateyê ku civatên din hene bi “tirk” û “faris” û “ereb” bi nav dibin, “kurd” jî civateke cûda ye. Dema biêjim ku “Ez kurd im”, wê demê ez qala xwe dikim..

An jî dema ku bibêjî “miletê kurd”, wê demê tê gotin ku li dinyayê gelek Milet hene, kurd jî yek ji wan miletan e.

An jî dema ku bê gotin ku “Kurdistan”, wê demê tu ji welatekî qal dikî. Li dinyayê gelek welat hene, “Kurdistan” jî yek ji wan welatan e. “Kurdistan”, wek hevok û welat ji kurdan û ji miletê kurd çê bûye. Lê li Kurdistanê ji derveyî kurdan jî, kêm neteweyên din jî dijîn.

Dema ku peyvên “kurd”, “miletê kurd”, “Kurdistan” bi kar bê. Wê demê ji du rastiyan tê qal kirin.

Rastiya yekemîn, “kurd” û “miletê kurd” wek Milet xwediyê hemû mafên xwe yên milî, civakî, siyasî, aborî ne. Miletekî û civateke azad e. Welatê wan Kurdistan jî serbixwe ye,  ew jî li welatê xwe serwer û desthilatdar in.

Rastiya duyemîn jî ew e ku “kurd” û “miletê kurd”, ne azad e. Ji hemû mafên xwe yên milî û mafên xwe yên din bê par e. Welatê wan ne serbixwe ye, kolonî ye. Kurd li welatê xwe ne serwer û ne jı desthilatdar in.

Rastiya kurdan û miletê kurd, ji derveyî Başûrê Kurdistanê, rastiya dıyemîn e.

                                            *****

Dewletên kolonyalîst dema welatê me Kurdistan parçe kirin, li welatê me desthilatdar bûn, welatê me kirin kolonî, ji bona vê yekê jî lîteratûrek çêkirin û bir kar anîn. Ev lîteratûra; li Iraqê, li Tirkiyeyê, li Iranê bi awayekî cuda jî bi kar hatibe, lê bi giştî xwediyê heman taybetiyekê bûn.

Em li Dewleta Tirk ya kolonyalîst binêrin ku di derbarê kurdan de çi lıteratûr bi kar aniye.

Dewleta kolonyalîst ya Tirk, lîteratura xwe li ser bingeha “tunebûna miletê kurd”, “tunebûna Kurdistanê”, asîmîlekirina (helandin) û jiholêrakirina kurdan çêkir.

Loma jî negot “kurd”, “miletê kurd” , “Kurdistan”. Ev hevokan qedexze kir. Dema ku kesên ev hevokan û peyvan bi kar anîn jî, ceza kirin.

Kurdan jî, ji tirsan di jiyanê de û lîteratûra vekirî de ev peyvan bi kar neanîn. Heta carna risk dan ber çavên xwe nivîsandin û gotin in, “kurd”, lê tu wext negotin “miletê” kurd”. Lewra dema bihata gotin ku “miletê kurd” wê demê ji welatekî dihat qal kirin. Ew welata jî “Kurdistan” e. Ew jî dihat wê wateyê ku roj tê ew welata azadî u serxwebûna xwe dixwaze.

Loma jî kurdperweran dema ku di şertên yasayî de qise dikirin û dinivîsandin qala Kurdistanê nedikirin, digotin “Doğu” ve “Güney Doğu”.

Di nav demê de beşek kurdên xwendevan jî ev lîteratura ecibandin.

Piştî salên 1974an, yanî dema Bihara 2emîn ya Tevgera Bakûrê Kurdistanê dest pê kir, di literatûra “kurd”, “Miletê kurd”, “Kurdistanê” de serastkirinek kete rojevê. Lê dîsa jî heta van salên dawiyê ev lîteratûra bi temamî serrast nebû.

Bi taybetî jî çepên kurd yên Stalînst ji bona ku ew lîteratûra serast nebe xîreteke mezin nîşan dan.

PKKê, him wek rêxistineke ku bi destê dewletên kolonyalîst ava bûye û him jî çepa Stalînîst e, lîtatûreke gelek xirab bi kar anî, lîteratura di derbarê “kurd”, “miletê kurd”, “Kurdistanê” de gûhert.

Ji “Rojavayê Kurdistanê” re peyva “rojava” bi kar anî. Dema ev peyva bi kar anî, bi zanatî bi kar anî, ji bona ku Kurdistanê veşêrine û red bike ev peyva bi kar anî. Di nav pêvajoyê de jî, got ku “li Sûriye Kurdistan tune ye”, “Bakûra Sûriyeyê (Kuzey Suriye)” heye. Ew ji bona xwe kir lîteratureke fermî û bi kar anî.

Beşek Kurdên derveyî wan jî entegreya lîteratûra PKKê bûn. Peyva “Rojava”, di axevtin û nivîsandinê xwe de, di bernameyê telewîzyonan de di derheqê “Rojavayê Kurdistanê” de bi kar anîn.

Lê beşek kurdperweran, li her platformê li dijî ev lîteratûra PKKê derketin. Ez jî yek ji wan bûm ku min di gelek nivîsên xwe de ev pirsa rexne kir û şaşiya wê diyar kir. Di bernameya telewîzyonan de jî min ev lîteratura teşhîr kir û literatûra “Rojavayê Kurdistanê”, “Bakûrê Kurdistanê, “Rojhilatê Kurdistanê”, Başûrê Kurdistanê” bi kar anî.

Heta dema ku wek lîteratur “Kurdistan a Bakûr”, “Kurdistan a Başur”, “Kurdistan a Rojhilat”, “Kurdistana Rojava”  bi niyeteke erênî hat bi kar anîn, ez dîsa li dij derketim.

Min got, ew lîteratûra beşbûna miletê kurd û Kurdistanê meşrû û yasayî qebûl dike. Ew jî tê wateyê ku em ji ça miletê kurd û ji çar Kurdistanan qal dikin.

Partiyên Bakûrê  Kurdistanê  (pêşi 6 partiyan û pişt re 5 partiyan),  ji bona piştgiriya Referandûma Serxwebuna Kurdistanê komxebetek li darxistin. Ez jî beşdarî vê komxebatê bûm. Li wir însîyatîfek ava bû. Wê demê ez girêdayî karekî xwe yê girîng ne li wir bûm.

Ew însîyatîfe navê xwe ji reya giştî re wûsa diyar dike: “İnsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê” ye.

Ji bona ku bi kurdî hatiyê nivîsandin mirov dizane ku ew însîyatîfete kurd e. Lê dema bibe tirkî wusa dibe: “Bağımsızlık Referandumunu Destekleme însiyatîfî”.

Ew kesên navê însîyatîfê bi tirkî bixwînin, dê nizabin ku ew însîyatîfeke kurd û Kurdistanê ye. Lewra kes û rêxistinên ne kurd jı dikarin “Însıyatîfa Piştgirita Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” ava bikin.

Însîyatîfê bes di navê xwe de ne, di navê welatê me de jî lîteratûreke ne rast bi kar tîne.

Însîyatîfe daxuyaniyek weşandiye. Di rûpela yekemîn de bi du zaravên kurdî û tirkî armanca xwe diyar kiriye. Wusa dibêje:

“Belê, îro her ew dem e. Bakur, piştgirîya referandûma serxwebûna Başur dike”

“Evet, tam da zamanı. Kuzey, Güney’in bağımsızlık referandumunu destekliyor.”

“Belê, tam wext ameyo. Bakûr, paştgêriya referandûmê xoserbiyayîşê başûrî keno.”

Însîyatîfê komxebata partiyên siyasî, çima negotiye “Bakûrê Kurdistanê, Referandûma Serxebûna Başûrê Kurdistanê”?

Ev pirsa hewcedarî bersîvekê ye.

Lê ya girîngtir ev e ku di derbarê “kurdan”, “Milet” kurd”, “kurdistanê” de lîteratûreke şaş bi kar hatiye.

Lê divê bê zanîn ku ez ji  dilsozî û niyeta wan muhasebe nakim.

Ez bes ji aliyê lîteraturê de li mijarê dinêrim.

 

Amed, 30 Tebax 2017

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir