Dijmin û xêrnexwazên miletê Kurd dê di binê karesata Şengalê de bipelixin

Hikûmeta Kurdistanê niha dest pê kiriye wan çend ‘’pêşmergeyên’’ sextekar û pûç ceza dike; de ka em ê kengî bibînin ku dor bê ser van ‘’rojnamevanên’’ sextekar, derewker û pûç.Gava ku mirov şewqekê, ronahiyekê dide ser tarîtiyekê, mirov dikare gelek rastiyên ku xwe di tarîtiyê de veşartine bibîne. Di nava wê tarîtiyê de ne diyar e ku ka çi he ye, kî çi dike, rewşa kê çi ye? Lê gava ku tu şewqekê, ronahiyekê didî ser beşeke wê tarîtiyê, tu dibînî ka halê wê derê çi ye. Demên teng û xeter jî, dibin wek wê şewqê, wê ronahiya ku mirov dide ser tarîtiyê. Helwest û rewşa mirovan ya di demên teng û xeter de, ‘’rastiya wan ya eslî’’ li ber çavan radixîne.

Êrîşa DAİŞê ya li ser Şengalê jî bû wek ronahiyeke ku tu bidî ser tarîtiyekê, gelek tişt rohnî kirin.

Rohnî bû ku her kesekê ku ji xwe re dibêje ‘’pêşmerge’’, ne ew pêşmerge ye ku bi can , bi dil, bi xwîn dibêje ‘’yan Kurdistan yan neman!’’ Rohnî bû ku çend mirovên gemar dikarin ji bo demeke kurt be jî, morala civatekê hinekî têk bidin.

Rohnî bû ku xwediyên vî welatî, xwediyên van destkeftan, xwediyên doz û dîroka miletê kurd hene. Rohnî bû ku çend kesekên lawaz nikarin navê pêşmergeyên qehreman xera bike.

Di demên weha de, bi awayekî zelaltir diyar dibe ku ka kî dost in, kî dijmin in.

Îroj careke din jî Rohnî dibe ku bi qasî wan ‘’pêşmergeyên’’ ku bes navê wan ‘’pêşmerge’’ ye; ew qas jî bi navê ‘’rojnemavantiyê’’, bi navê ‘’burokrattiyê’’, bi navê ‘’esnaftiyê’’, bi navê ‘’karsaztiyê’’, bi navê ‘’hemwelatiyê’’, bi navê ‘’kurdîtiyê’’ mirovên gemar, sextekar, durû û têkder jî hene. Ev kes jî bi propaganda, nûçe û gotin û kiryarên xwe yên derew, xerabker û dijminane, xwe diyar dikin ku ew nanê wan bi xêra şehîdan, bi xêra keda miletê xwe xwarine jî li wan heram e. Îspat dikin ku dilê wan ne bi miletê wan re ye; rêya dijminî xweş dikin. Lê wan ji bîr kiriye ku vî miletî gelek gemarên wek wan di Helebçeyê de, di enfalê de, di Barzanê de avêtiye ser sergoyan. Tu kesî nikarîbûye rê li ber Dewleta Federal ya Kurdistanê bigire; dê tu kes nikaribe rê li ber Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê jî bigire.

Cîhê şanaziyê ye ku ev mirovên dilxerab û xêrnexwaz ne zêde nin. Piraniya miletê kurd bi hemû beşên xwe ve li pişta pêşmergeyên qehreman in, li pişta Dewleta Herêma Kurdistanê nin. Bi ya min, kurd ne lawaz in weke ku hinek dor û ber dixwazin nîşan bidin. Dewleteke 23 sal e ku li ser piyan maye li holê ye. Kurd dê zû bi zû dest ji vê hebûna xwe, ji van destkeftinên xwe bernedin. Ew çend kesên ku li Şengalê liberxwe nedane nikare bibe pîvana nirxandina hêz û biryardarî û dilsoziya pêşmergeyî. Ew qatilên DAİŞê yên ji aliye dezgehên îstixbaratên hinekan ve berhevkirî ne, ew qatilên ku li ser navê îslamiyetê, mirovayetiyê jî îslamiyetê jî dikujin, nikarin di şerî de hêza pêşmergeyan bişkînin. Çekên qurs di destên DAİŞê de ne. Gelek dewlet piştgiriyeke mezin didine wan. Divê îroj êdî em DAİŞê ne weke rêxistineke terorist, weke ‘’dewleteke terorîst’’ bi nav bikin û li gorî wê tevbigerin. Lê ev ne mirov in. Ew ên ku bawerî û canfîdayiya pêşmergeyan, bi van qatîlan re di eynî mêzînê de diwezinînin û didin berhev, heqareteke bi bêînsafî li miletê kurd dikin. Kurd ne xwedî çekên mezin û qurs in, ev jî aliyê lawaz yê kurdan e. Dibe ku Hikûmeta Kurdistanê di hesabkirina êrîşa DAİŞê de jî hinekî sist tev geriya be, di destpêkê de zêde cidî negirtibe. Bi taybetî jî planên ku dijminên kurd dikarin bi rêya DAİŞê pêk bînin, yan jî planên ku rê ji bo êrîşên DAİŞê re xweş bikin, baş fêm nekirin, baş hesab nekirin.

Belê, divê hemû kurdên cîhanê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bin. Divê em herkes li gorî qaweta xwe, bi bawerî û piştgiriya xwe, li gel Hikûmeta xwe bin. Û helbet ku di vê maneyê de jî em ‘’teraf’’in. Em terafê miletê xwe , terafê dewleta xwe , terafê pêşeroja xwe nin. Eve terafgiriya yekitî û hemahengiya neteweyî ya kurdên herçar perçeyên Kurdistanê ye. Herkesekî/a ku bi kiryar û propagandayên xwe bixwazin hemahengi, yekgirtin û morala miletê kurd têk bidin, bila zanibin ku dinya ne ew dinyaya berê ye, kurd ne ew kurdên berê ne. Helbet miletê kurd xêrnexwaziya van kesan dibîne û dê wan şermezar û mehkûm jî bike. Miletê kurd ew şervanên ku ji perçeyên din, yên li gel birayên xwe gihîştine nav sîperên şerî de jî dê ji bîr neke. Em terafê vê helwesta piştgiriyê ya dilsozane ya hemû kurda nin. Îroj piştgirî û yekitiya hemû kurdên cîhanê xurttir bûye. Ev jî destkeftineke neteweyî ye. Kurd li kê derê bi ser kevîn ev dê bibe destpêka serkeftina perçeyên din jî. Herweha kurd li kê derê şikestekê bixwin, dê ev bibe sedema şikestina hemû kurdan. Li kîjan perçeyî dibe bila bibe, em ‘’terafê’’ parastina van destkeftinan in. Aqiliyet û hestên neteweyî vê yeke ji me re dibêje.

Televizyonên tirkan û mixabin hinek televizyon û dezgehên ragehandinê yên kurdan jî, bi derew û bi berevajîkirina rastiyan xizmeta xêrnexwazan dikin. Ya xerabtir jî, hin televizyon û dezgehên ragehandinê û kesên ku bi pereyên Hikûmeta Kurdistanê weşanê dikin, ji televizyon û ragehandinên xêrnexwazan kêmtir namînin. Hikûmeta Kurdistanê niha dest pê kiriye wan çend ‘’pêşmergeyên’’ sextekar û pûç ceza dike; de ka em ê kengî bibînin ku dor bê ser van ‘’rojnamevanên’’ sextekar, derewker û pûç. Azadiya çapemeniyê tiştek e , derew, berevajîkirin û binpêkirina mafê wergirtina rastiyan tiştekî din e. Ew ên ku ruh, aqiliyet û wîjdanê wan li ser kîsê hinekên din bin, yên karê xwe û dilsoziya xwe ya neteweyî di yek dilî de nestirên, helbet dê derew û berevajîkirinan jî ji xwe re bikin ‘’kar’’.

Li Amedê 12 rêxistinên kurd di 07.08.2014an de daxuyaniyek belav kir ku tê de piştevaniya gelê me yê Êzidî, piştevaniya Başûrê Kurdistanê, piştevaniya têkoşîna her çar perçeyên Kurdistanê dikir. Di xalekeke daxuyaniyê de weha dibêje: ’’ Di vê pêvajoya hessas de ku ji bo gelê me derfet û xetereyên mezin dihundurîne; pêşî em bangî hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan dikin ku li hember raya giştî gotinên kêmxistin, biçûkxistinê nekin û kesî nekin bin tohmeta îxanetê.’’. Ev bangeke baş û erênî ye. Lê divê ev 12 rêxistin bi dû vê banga xwe de biçin û giş pêkve ew kes û rojnamevan û siyasetmedarên ku niha bi derew û berevajîkirina rastiyan, bi propagandayên xêrnexwaziyê karekî xerab dimeşînin, şermezar û teşhîr bikin. Heger vê nekin, dê baweriyê nedine miletê kurd.

Helbet xeterî li ser serweriya Başûrê Kurdistanê hene. Dijminên miletê kurd pir in. Dewletên li dor û berê jî, hinek hêzên navneteweyî jî dê bixwazin ‘’li ser maseyê’’ destê kurdan lawaz bikin. Nabe ku em plan û niyetên van dijmin û hêzan paşguh bikin. Xemsarî û îhmaleke biçûk dikare çi bîne sere miletekî, va ye me bi çavên xwe dîtin. Ez bawer dikim ku Hikûmeta Kurdistanê eslê vê meseleya ‘’paşvekêşana’’ ewil ya li Şengalê, dê bi her awayî rohnî bike, dê cezayê wan kesan bidê û ji bo tiştên weha dubare nebin, dê dersên pêwist jê werbigire, dê tedbîrên xwe bistîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, gava ku digot ‘’Heger Bexda me wek şirîkekî nebine û pêwistiyên şirîkatiyê pêk neyne, em ê jî li rêya çarenûsiya xwe bigerin’’, di esasê xwe de bi pêşbîniyeke xurt behsa vê rewşa îroj dikir. Wî zanîbû ku DAİŞ dê êrîşî Mûsilê bike. Wî zanîbû hinek dewlet li pişta DAİŞê nin. Wî zanîbû ku çekên giran dê bikevin desten DAİŞê. Ji ber wê jî, digot ‘’em şirîkatiyeke rasteqîn dixwazin, em xweseriya aborî dixwazin, em pêkanîna maddeya 140 ê dixwazin, em bi her awayî xurtkirina statuya pêşmergeyan dixwazin’’. Rêzdar Barzanî digot, ‘’Em dîktatoriya Malikî qebûl nakin…’’. Û digot ‘’heger ev daxwazên me yên rewa pêk neyên em ê jî ji bo mafê çarenûsiya xwe biçin raya miletê xwe wergirên’’. Di vê helwestê de, tu tiştekî ku xelet, tu tiştekî ku Rêzdar Mesud Barzanî ‘’ ji hedê xwe bihurî be’’ tune ye. Ev daxwazna, di eslê xwe de, li gorî qanûnesasiya Iraqê jî, mafên bingehîn yên yasayî yên miletê kurd in. Lê Malikî û hinek hêzên herêmî û yên navneteweyî dixwestin ku bi pêkneanîna van maf û daxwazên kurdan, kurdan bişkînin, lawaz bikin û ‘’terbiye’’ bikin da ku bikarin ‘’mecbûrî xwe ‘’ bikin. Û jiber vê niyeta xwe ya xerab, yan rê li ber êrîşên DAİŞê xweş kirin , yan çav niqandin û yan jî piştgiriya wan kirin.

Helwest û biryara Rêzdar Mesud Barzanî îroj jî rast e, di cîh de ye. Kes nikare miletê kurd hêsîr bistîne. Kurd dê dest ji mafê xwe yên rewa bernedin. Divê hemû kurd bi vê helwesta Rêzdar Mesûd Barzanî re bin. Emerîka îro bi balafirên xwe hatine alîkariya kurdan û li DAİŞê dixin. Îngiltere, Elmanya, Fransa, îtalya jî piştgiriya xwe beyan kir. Helbete ku, dê Kurd spasiya wan bikin Lê ew jî dizanin ku çav niqandina êrîşa DAİŞê ya li ser Şengalê û Hewlêrê dê bibe karesateke ku ew bi xwe jî di binî de bipelixin. Ew jî dizanin ku her tiştek hidûdekî wê heye. Îroj ne wek dema 1975an e. Rêdana şikestina miletê kurd , dê bibe rêdana şikestina wan jî. Miletê kurd her dibê bi konfederalî yan bi dewleta xwe ya serbixwe, xwe îdare bike. Kes nikare bi vê helwesta weke ya Malikî, miletê kurd mecbûrî aloziyê, serîtewandina li himberî dîktatoriyetê û ji destberdana mafên xwe bike. Kes nikare rê li ber xweseriya aboriya Kurdistanê bigire. Kes nikare rê li ber pêkanîna maddeya 140ê bigire; Kerkûk Kurdistan e. Kes nikare rê li ber xurtkirina hêza leşkerî ya pêşmergeyan bigire. Emerîka , Bexda û dewletên cîhanê yan çekên qurs, çek û teçhîzatên li gorî pêwistîya parastina Kurdistanê dê bidin Pêşmergeyên Kurdistanê, yan jî kurd di vî warî de jî bi çi awayî dibe bila bibe, dê bi xwe pêwistiyên xwe peyda bikin. Belê dê kes nikaribe rê li ber miletê Kurd bigir e.

Hişyarî, sîstemeke leşkerî û îstixbaratî ya xurt, aboriyeke xurt û xweser, aqiliyeteke neteweyî, plansazî, zanebûn, amadeyi, bawerî, dilsozî, biryardarî, dûrbînî, hemahengi û yekgirtina hemû kurdên Başûr û yên cîhanê, dê bibe bingehê azadî û dewletbûna kurd û Kurdistanê. Dem ne ew dema berê ye ku hinek hêz kengî bixwazin dê karibin kurdan bişkînin. Ne di demeke dirêj de, di demeke kurt de em ê bibîninin ku kurd bi awayekî xurttir, bi awayekî serkeftî dê ‘’ji ser wê maseyê’’ rabin. Ew ên xwestin ku bi qetlîama birayên me yên Êzidî, bi rêdana êrîşên DAİŞê miletê kurd ‘’bînin rêzê’’, ‘’terbîye bikin’’, ‘’mecbûrî xwe bikin’’ dê di binê karesata Şengalê de bieciqin, bipelixin. Şengal dê bibe mîladeke nuh, ji bo hemû kurdan jî, ji bo temama mirovayetiyê jî… 09.08.2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *