Dijeterorê Kurdistanê: Droneke bombekirî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat xistin

Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihand, droneke bombekirî ku xwast binkeya Hevpeymaniya Navdewletî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê armanc bigire, lê hate xistin.

Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, îşev Çarşemê demjimêr 20:58ê droneke bombekirî ku ji aliyê milîsên neyasayî ve, arasteyî binkeya leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê kiribû kirin, hat xistin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji K24ê re ragihand: “Firîna geştên asmanî li firokxaneyê asayî û berdewam in.”

Ev êrîş piştî wê, roja 5ê vê mehê jî, bi droneke bombekirî êrîş li binkeya leşkerî ya Firokxaneya Herîr ku pêştir ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ve dihat bikaranîn.

Ji piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de di 7ê Cotmeha 2013an ve, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Li hember vê yekê, Amerîka çendîn caran milîsên alîgirên Îranê li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kirine. Herî dawî jî roja 4ê vê mehê baregeha Tevgera Nûceba ya ser bi Heşda Şeibî ve hat armanckirin û di encamê de 3 serkirde hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *