Di 10emîn salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî de, Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê xwest ku rewşa Şingalê bê asayîkirin û Şingal bibe parêzgeh.
Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê li Duhokê merasîmek li dar xist.
Merasîm bi sirûda Ey Reqîb û deqîqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê û Komkujiya Kurdên Êzidî destpê kir.
Piştre ji bo rêzgirtin ji qurbaniyên Komkujiya Kurdên Êzidî, beşdaran mûm vêxistin.
Serokê Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê Seîd Celo di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got:
“Êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê bi armanca jinavbirina hemû Kurdên Êzidî bû.
Bandora tawana komkujiyê li ser her ferdekî Êzidî maye. Heta niha ji vê yekê re ti çareyek nehatiye dîtin.
Serokê Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê Seîd Celo çend xalên ku ji bo çareserkirina pirsêgirêk û êşên Kurdên Êzidî pêşkêş kirine ev in:
– Dabînkirina asankariyên pêwîst ji bo hêsankirina naskirina tawana navborî ji aliyê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî ve weî komkujî.
– Derxistina qanûnên ku rê li ber sûc û gotinên nefretê bigir û kesên di van her du xalan de cih digirin bi tundî ceza bikin.
– Beşdarbûna civaka Êzidî di desteyên cîbicîkirin, yasadanîn û dadwerî de.
– Jîngehek aram û saxlem ku tê de îmkanên kar û hêviyên ciwanan peyda dibin ava bikin
– Asayîkirina rewşa Şengalê û ji holê rakirina nakokiyên siyasî û diyardeya çekdarî.
– Pêkanîna xalên Peymana Şingalê û destpêkirina xebatên ji bo naskirina Şengalê wekî parêzgeh.
– Avakirina Şengal û deverên din û pêkanîna projeyên stratejîk li wir.
– Ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê şopandina siyaseta perwerdehiya pêşverû.
– Teşwîqkirina peyrewên Îslamê ji bo qedexekirina rijandina xwîna Kurdên Êzidî ji bo baweriyên olî
– Divê her sal konferansên navneteweyî yên li ser komkujiya li dijî Kurdan bi giştî û Êzidiyan bi taybetî ji aliyê zanîngehên Îraq û Kurdistanê ve bên lidarxistin.