Nivîsa ji bo pirtûka “Zarokên kêfxweş yên nifşê ’78 an” û agahdarî! 7

Dijmînê me, bi zanatî û bi bername rê li me digirin, dixwazin bi me şaşî û xelatîyan bidin kirin. Divê rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, tu carî rê li ber şaşî û xeletîyên sîstematîk venekin. Berjewendî û nasnama netewî li pêşîya hemû nasname û berjewendîyên kesayetî û rêxistinî de ne! Berdewamîya her nexweşîyekî, rûdanekî şaşî û xeletîyek doza netewa gelê Kurd paşve dixe, astengî û problemên nû bi xwe re tîne. Her nifş divê ala têkoşînê bi serfirazî radestî nifşa dû xwe bike. Tecrube û zanyarîyên xwe, ked û sermaya xwe bi gelê xwe re par bike.

Dubarebûna şaşî û xeletîyan, derfetên têkoşîna rîzgarîya netewa Kurdistanê bi dehan sal paşve dixe. Mînaka herî guncav û li ber çav, piştî referandûma serxwebûna kurdistanê, îxaneta 16 cotmeh 2018an li holê ye! Encamên wê îxanetê ji aso û zanyarîyên me kûrtir û dûrtirin. Dîrok wê rojekî binivîse gelê Kurd çawa û bi çi awayî fersendên zêrîn ji dest dane! Jahra îxaneta ’66an, di 2018an de bi îtîfaqek berfireh, di bin fermandarî û sîwana dagîrkeran de, ji alîyê cahşên nû ve xwe guncav kir!

Li Kurdistanê ji ber ku îxanetkar nehatine dadgehkirin, di hemû deman de xayin û îxanetkar zimandirêj in, bê edep û bê pîvan in, bê ûjdan û bê armancin. Yekane armanca wan xizmeta dagirkerên hov in. Ev xwefiroş û kurdfiroşên hanê, her dem teorîya îxanetê dikin. Ji bo xwe paqij bikin hevalbendên weke kerîyê mîhan bi kar tînin. Di hemû demanên têkoşîna doza Kurdistanê de, xencera bi jahr di destê îxenetkaran de bûye û her tim bi karanîne!

Di wan deman de, di nav hemû rêxistinan de kadroyên li hevkirî û xwedî stratejîyek kûr tunebûn. ji warê zelalbûna fikrî de, cudabûn, di nav hemû kadroyên sereke de hebun. Li gor pêwendî û hestên xwe, zû helwest diguherandin û di nav rêfên rêxistinan de veqetandin, cudabûn û alozîyên navxwo dest pê dikir. Berîya 12 îlonê 1980 an de tovê cûdabûnê di nav hemû rêxistinan de hatibû belav kirin. Piştî 12 îlonê li bin xetê, li ser daxwaza dagîrkeran, bi piştgirîya Kemalist û Baasîyan, bi giranî hemû rêxistinên Kurd li Surî ji hev cûda bûn. Qeyranên sîyasî û rêxistinî malweranîyek mezin çêkir û ji ber bêtahamulîyê, ji ber eks û kînê, ji ber “ez û ez”îtîyê, kêmasî û şaşîyên mezin rê li ber paleyên xirabîyê vekir. Metodên rexnên demokratîk hat jibîrkirin, rêxne weke şûrê bi jahr hat bikaranîn. Xwerexnekirin, weke guneh derxistina hemberî keşe hat fam kirin. Li ser sedemên kêmasî û şaşîyan baş nehat rawestandin. Şîrove û analîz, nîrxandin an lêkolîn nehat bîra kesî. Di nav hemû rêxistinan de veqedantinên ku pêkhatin, bi piranî ne sîyasî bûn. Gelek Sedemên cûdabûnan hebûn: giranîya kar û xebatên pratîkî bûn, bê berpirsîyarî û bê rêxistinî bû û hîn jê Ji bo berpirsîyarîya xwe veşêrin û di civatê de hevalbendên xwe zêde bikin, problemên nav xwe weke pirsgirên sîyasî nîşan dan. Ew kesên bûn sedemên cûdabûnê, di nav xwe de û bi xwe re ne lihevkirî bûn.

Ew nexweşîyên wan rojan ji ber baş nehat zanîn û jê re derman nehat dîtin, nexweşîyên wê demê îro jî didome. Ew alîyên doh hevalê hevbûn, lê pişt re ji hev veqetîyan, bi qasî ji hev nefret dikin, ewqas ji dijmînê xwe nakin!

Bi ya min ev nexweşî, bi taybetî di nav hemû netew û alîyên bindest de heye. Ev nexweşî, ji dêrûnîya bindestîyê tê. Lê ev psîkolojî, di nav gelê Kurd de xwedî şopek gelek xirab e. Ev psîkolojî her dem bi xwe re tovê şaşî û xirabîyê geş kirîye, rê li ber îxanetê vekirîye.
Bingeh û metodên sîyasetê û ticaretê gelek di şibin hev. Gava mirov bê aso û bê bername be, armancên nêzîk û dûrtirîn ji hev zelal neke, encama xebat û keda mirov zirar û zîyan e!

Gava mirov di karekî de zirar bike û sedemên wî nizanibe, encam îflaskirin e. Di sîyasetê de têkçûn e, hundakirin e. Weke hûn dizanin, av di cîhê xwede nasekine, hertim diherike, di nav tevgerekê de ye. Ev qanûnek fizîkê ya sirûştî ye. Sîyaset jî ked, xebat, livbazî, têkoşîn û hewldanên cûda dixwaze. Rêxistinek di qadên jiyanê de aktîf nebe, wê her tim ji sermaya xwe bixwe, encamên wê rewşê têkçûn û belavbûn e. Divê mirov ked û xebatên rêxistinan, nifşan an jî serhildanên demên borî bi nîrxîne, li gor pîvanên wan rastîyan tevbigere.

Dewletên dagîrker û xulamokên wan, tu carî naxwazin di nav nifşan de pêwendî, têkilî û berdewamîya kevneşopîyek netewî peyder bibe. Her dem “aqilek”, di bin rengekî bawerî û îdeolojîyan de, rewşenbîrên Kurd bi Turkîye ve girêdane û daxwazên xwe bi wan dane qebûl kirin. Îro jî ev lîstîk li ser dikê ye!

Her mirov, her sazî an rêxistin berpirsyarê xwe ye. Fikrên baş, gotin û kiryarên baş, ziman, têkilî û pêwendîyên çêkir… Fikrên xirab, gotin û kiryarên xirab, zimanê tûj, dîyalogên ne zelal, mirov ber be asoyek tarî dibe. Ji ber wê yekê, di hemû deman de, divê mirov xwedî asoyek kur û zelal be. Kiryar û gotinên mirov çiqas bi bername û armancên sereke re serrastin? divê mirov her dem ji xwe û derdorên xwe bipirse!

Di karên rêxistinî de, wesfên kiryar û gotinên baş û xirab di destê mirov de ye. Gelek kes îro di derbarê dîrok û xebatên rêxistinên salên 1970an, di derbarê nifşê ’78 an de tiştekî nizane. Hêz û sazîyên di nav civatê de desthilatdarin, li gor berjewendîyên xwe tevdigerin û dixwazin ked û xebatên demên borî bidin ji bîr kirin. Dixwazin rastîyan binpê bikin. Hebûn û tunebûnê bi xwe re îfade dikin. Bi projeyek aqilê kûr, bi organîzasyonek dûrî aqil, civatê li der dora xirabî û şaşîyên xwe mobîlîze dikin!..

Nifşê ’78 an, di navbera salên 1974-1980 an de, di maratona şoreşa Kurdistanê de, ji dil can, bi kelecanîyek germ, bi bîr û bawerîyek paqij, bi fedakarîyek mezin, ala têkoşînê hilda û rolê xwe lîstîye. Tevî xêr û gunehên xwe ev nifş, ala ji nifşê berê girtibû bi serfirazî rakir, pirs li pey birsê pirsî û li gor derfetên xwe, li gor zanîn û bawerîya xwe bersîv dan, li bersîvên nû gerîyan. Li gor hêz û qeweta xwe kevir ji cîhê xwe leqandin. Berdewamîya wê erkên nifşên nû ye.

Di jiyanê de, di têkoşîna guhertinên civakî de, di maraton û lîstîkên pêşbazîyan de, qonax hene, di dem û cîhên qonaxan de rol û al dest diguherin. Îro jî em di merheleyek dîrokî de ne, pêwistî bi enerjîyek nû, bi asoyek nû, bi rê û rêbazek nûjen û demî heye. Divê aktor û pêşkêşên sereke rojek zûtirîn bersîva pêwîstîyên civatê bidin. Her nifş divê rola xwe bi cîh bîne û barê nifşê pişt xwe sivik bike!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir