Dİ PÊVAJOYA ÎXANETA 16 COTMEHÊ DE ŞERÊ DÊRÛNÎ! (3)

Pêvajoya ku em tê da derbas dibin pêvajoyekî dîrokî ye, bi xwe re gelek bûyer û qeyranên dêrûnî, ehlakî û sîyasî derxist holê. Li Kurdîstanê an dervayî Kurdîstanê di nav civatê de, rê li ber şikestinên dêrûnî vekir.

Zelalbûna pêvajoyê, wê demek dirêj bigire û bi xwe re munaqaşe û gengeşîyên mezin jî bidomîne. Şerê rastî û derewîn, wê bi dengê fesadî û polîtîkayên reşkirinê ji xwe ra rêveke. Heq, hûqûq, ûjdan, ehlaq, bawerî û berjewendîyên netewî, xuya ye wê demekê, di bin bandora berjewendîyên şexsî û di bin sîya “cuzdan” de binale!

Dijmînê gelê Kurd, bi salan e, zaaf û kêmasîyên me dizanin û roj bi roj taktîkên xapandinê li hev zêde dikin. Xwefiroşî, îxanet û xayintî, êdî di jîyana rojane de weke helwestek normal tê dîtin. Heval û alîgerên wan bi psîkolojîya hevkarîya tawanbarîyê, dixwazin herkes weke wan helwest bigire, tevbigere û tawanbar be. Serkeftina gelê Kurd ji bo wan jahr û mirin e, têkçûna gelê Kurd ji bo wan vekirina “derîyê” desthilatdarî û xulamtîyê ye. Ji bo wan çahşîtî û îxanet weke şekirê Şamê ye!

Di dîroka berxwedan û serhildanên Kurdistanê de, gelek mînakên îxanetê hene. Di hemû deman de, kesayet û alîyên bi xwe re û gelê xwe re îxanet kirine, xwestine di bin kirasê “masûmîyet” û “mecbûrîyet”ê de xwe ji xayintîyê bişon. Kom û kozikên îxanetê doh jî, îro jî dixwazin îxaneta xwe, bi şaşî û kêmasîyên dijberê xwe paqij bikin. Ji tirsa têkçûna berjewendîyên kesayetî an jî tacirî, hinek derûdorên welatparêz; “rewşenbîr” û “sîyasetmedarên” çav li derîyan, xuya ye kerr, kor û lal bûne, di nav pêlên bêdengî û bêhelwestîyê de, lîstoka sê meymûna ji bo wan girîng e! Li gor bîr û bawerîya min ev ne helwestek mirovahî û Kurdistanî ye! Di rojên reş û giran de helwestên di cîh de an nedicîh de, li bêjingê dikevin. Rastî û derew, di nav demê de ji hev cûda dibin. Em hemû baş dizanin tav-roj bi derew û herrîyê nayê veşartin…

Di amadekirin û çêkirina vî hevîrî de, kesên xwedî ked û xebatkar, alîgir û dilsozên niştimanperwer, mafdar in rexnên erênî yên herî dijwar bikin! Pirsan bipirsin û li pey bersîvan bigerin. Ji bo rastîyan derxin holê, divê bi şev û roj lêkolîn bikin. Rexnekirin mafê herkesî ye, hemû sazî, dezgeh, kesayet û berpirs muxatabên rexna ne! Berjewendîyên tu hêzî, tu kesî û tu berpirsîyarekî ji berjewendîyên Kurdistanê mezintir û pîroztir nîne!!! Hemû sazî, dezgeh, partî, rêxistin û kesayetên mesûl xîzmetkarên gelê xwe ne. Ji ber vê yekê, pêwîstîya me di heman demê de bi rexnên çêkir û rohnak heye. Rêxnên di quncikê tarî weke benîştê fesadîyê tên cûtin û avê şolî dike, tenê feyde dide neyarên gelê Kurd! Ji ber vê yekê, divê rexne û pêşnîyarên me, stratejî û armancên me gelek vekirî, zelal û xwedî alternatîfên çêkir bin. Ne li benda fersendê bin, weke kesên gava “ga dikeve dest davêjin kêrê!”

Di her malbatê de baş û xirab, bikêr û bêkêr hene. Di nav rêfên hemû partî, rêxistin, grûp û sazîyên civakî de, gelek kesên dilsoz, kedkar, bawermend, fedakar û pakrewanên girêdayî doza xwe hene. Di hemû deman de, kesên tirsonek, bêbawer, firsetkar û li pey berjewendîyên xwe tevdigerin hene. Çê nabe, mirov baş û xiraban bixe beroşekî û bide ber top û gulan! Kesên di nav qada sîyasetê de cîh girtibe, dikarin di demên borî de gelek mînakan pêşkêşî me bikin. Gava mirov çav li der dora xwe digerîne, pirî caran rastî mînakên “kevnar” û balkêş tê! Hinek jê ji bo berjewendî û reklamên xwe, ji bo “ezîtî” û quretîya xwe, dikare di carekî de benzînê bireşîne ser agir!

Li gor bîr û bawerîyên min, destpêka pêvajoya 16 Cotmehê gelek kûr û dirêj e! Lê ez dixwazim bi taybetî bal bikişînim ser dema avakirina Goran û têkilîyên Îranê. Ji wê demê vir de, werin em bi hevra bûyerên borî weke rêze fîlmekî, di ber çavan re derbas bikin. Bi mejîyekî zelal û bê berçavkên hespa bûyeran binîrxînin û bi hev girê bidin: Bê bîra we, gava di sala 2014 an de, parlementoya kurdistanê biryara referandûmê niqaş kir û serxwebûn hat rojevê, dewleta Îran, gelek vekirî û eşkere mudaxeleyî sîyaseta Kurdistanê kir. Di 2014 an de, li bajarê Silêmanîyê, di bin serokatîya Qasim Suleyman de, civînek pêk hatibû û gelek deng dabû. Di medyaya Başûr de, demek dirêj di derheqê civînê de rexne, gengeşî û nûçe derketin û ji alî tu hêzî ve nehat înkar kirin. Li gor wê nûçê, beşdarvanê civînê rayedarên Îranê, nûnerên Goran, Komela Îslamî, YNK û PKK bûbûn.. Mijara civînê ya sereke, bi qeyranên sîyasî û civakî rê li ber demdirêjkirina Serok Mesûd Barzanî bigirin û yasaya serokatîyê ji nûve biguherînin.. Armanc, rê li ber referandûmê bigirin û xewnên serxwebûnê têk bibin. Serokê parlementoya Kurdistanê, seferatê îranê girt kêleka xwe û di parlementoya kurdistanê de xwest daxwaza îranê bi cîh bîne; lê bi ser neketin. Li gor encamên wê civînê, ajanên îranê du car li Silêmanîyê û deverên Germîyan êrîş birin ser baregehên PDK û kuştin, birîndar û gelek zîyanên mezin pêk hat, lê bi ser neketin. Çend car xwestin bi alozîyan derbê çêbikin. Lê gelê Kurdistanê rê neda wan. Ajanên weke Adil Murad û hevalên wî daxwaz ji Malîkî kirin ku butçeya kurdistanê bibire. Malikî li gor wê daxwazê tevgerîya. Dema şerê daişê dest pê kir, hevalbend û peyayên îranê weke tiştekî nebûye dîsa êrîşên xwe domandin. Li sengeran xwîn diherikî, lê hevalbêndê îranê, li dijî serok Mesûd Barzanî jahra hundirê xwe dirijandin. Di dema referandûmê de, dijîtî û neyartîya xwe derxistin qada herî bilind. Pêvajoya referandûmê bînin ber çav, hûnê bibînin wêneyek çewa hebû.

Piştî referandûmê dagîrker û dijmînê gelê Kurd, bi îtîfaqên gemarî, bi piştgirîya xwefiroş û xayînan xwestin carek din, şerê PDK û YNK derxin û statuya federalîya Kurdîstanê bi tevayî ji holê rakin. Îxaneta li Kerkûk’ê pêk hat encama wan têkilî û îtîfaqên gemarî bûn. Ji ber vê yekê ye, hevalbend û piştgirên xayinan, bi qasî xayinan ketine tayek giran, ditirsin wê encamê vê îxanetê çewa be. Lewra hefsar di sitûyê wan de ye, lê serî di destê îranê de ye.

Li gor bawerîya min, neyartî û dijîtîya îro li dijî serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî tê meşandin, ne tenê li dijî kesayetîya wî û maqamê wî ye. Armanca wan êrîşan, neyartîya temsîla xeta netewî ye, dijîtîya parastina dewletek serbixwe û temsîlkirina berdewamîya têkoşîna rizgarîya netewa Kurdîstanê ye. Di demên herî giran de, ev derdorên hevaltîya îxanetkaran kirin, carek din rûyê xwe nîşanî me dan.

Ji bîr nekin, rexnên çêkir, daxwazên netewî, pêşnîyarên ji bo dahatûya Kurdîstanê ji bo me hemûyan pêwîst in. Divê berpirs û kesên xwedî erk, van rexnan li ber çav bigirin û li gor pêwîstîyan bersîv bidin, di bûyerên demê dawî de, hinek nokteyên ne zelal hene, divê rayedar wan zelal bikin û moralê gel bilind bikin.

Di demên şer de, şert û imkan carnan rê li ber travma û trajedîyan vedike. Paşva gav avêtin, tengkirina senger, parastina destkeftîyan, problemên ewlekarîyê û xweparastin çiqas rast e an nerast e, wê zeman nîşan bide. Lê tu sedem heq nade, ku êrîşên dijminatîyê bibin ser hukumeta kurdistanê û rêzdar Mesûd Barzanî. Lewra divê em hemû pirsgirekên xwe yên sîyasî û hîzbî deynin alîyekî û di bi sîwanek netewî de, ji bo berjewendîyên Kurdistanê bingeha yek rêzîya mala Kurd ava bikin. Divê destpêka vê jî, bi yekkirina artêşa Kurd dest pê bike. Avakirina artêşa Pêşmergê Kurdîstanê, bersîva herî baş e, ji bo neyarên gelê Kurd re. Ji bo vê jî erk û berpirsîyarîya herî mezin dikeve ser milê serok Barzanî û rêzdar Kosret Resûl. Ez hêvî dikim hemû alîyên Kurdistanê, di vê pêvajoyê de bi berpirsîyarî û hestên Kurdistanî tevbigerin!

Gelê Kuristanê di referandûmê de, bi pileya ji %93 bi dengê ERÊ helwesta xwe nîşan da! Niha dora sîyasetmedar û hêzên sîyasî ye! Eger sîyasetmedar û hêzên di bin navê Kurdistanê de tevdigerin, yên avê şolî dikin, li gel hejmara %7 an ya NAXÊR cîh nagirin, bila kerem kin derkevin ser dîkê!
25/11/2017 Cano Amedî – Amed

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir