Di derbarê nameya birazîya min Roza de ku ji bavê xwe Waqqas re Pêşkêş kirîye

HEVALÊN HÊJA, ME BIRAYÊ HÊJA WEQQAS BERÎYA VÊ BI DEMÊKÊ JI BER VÎRUSA KORONAYÊ WENDA KIR.

WÎ JIYANA XWE BÊ WEXT JI DEST DA Û JI NAV ME KOÇ KIR.

KEÇA WÎ Û BIRAZÎYA MIN/ME YA DELAL ROZA, JI BONA BAVÊ XWE NAMEYEK NIVÎSANDÎYE.

NAMEYA WÊ GELEK HÊJA Û DERSDAR Û XWEDÎ Lİ DOZA NETEWEYA KURD DERKETINÊ DIYAR DIKE.

EZ NAMEYA BIRAZIYA XWE ROZA Û ŞIROVEYA XWE BI WE RE PARVA DIKIM…

BIRA Û KEKÊ DELAL CABÎR (WEQQAS) NEMIR E!..

ÎRO MIN CAREKE DIN FAHM KIR KU ÎNSANÊN DOZÊN PÎROZ ÇEWA NEMIR IN…

Silav li te biraziya min!

Heqê min heye ku ez ji te re bibêjim birazî!

Lewra Cabîr (Weqas) birayê min bû û birayê hemû kurdperweran bû.

Nameye te gelek hêja ye.

Nameya te tesîr/bandor carek din da ser şiûra me ya neteweyî!

Li gor cîyê ku tu lê çêbûye û mezinbûye ku tu bi Kurdîyek wusa pak xeber dide û dinivîse, ez te û malbata te ji dil pîroz dikim! Ev jî dîyar dikîye ku bavê te çendîn Kurdekî welatperwer û xwedî prensîp bû!

Ez dîsa birazîya xwe hezar carî pîroz dikim ku ji doza bavê xwe û neteweya xwe re xwedî derdikeve.

Doza bavê te dozeke pîroz e û Dozeke domdar e!

Diyar e ku te Ala doza bavê xwe bilind kirîye.

Hîç şik tune ye ku ev doza te ye jî.

Doza her kurdekî ye.

Doza her keç û jineke kurd e.

Ez ji bona te serkeftin dixwazim!

Bila rêya te vekirî be!

BIRA Û KEKÊ DELAL CABÎR (WEQQAS) NEMIR E!

ÎRO MIN CAREKE DIN FAHM KIR KU ÎNSANÊN DOZÊN PÎROZ ÇEWA NEMIR IN!..

Biraziya min, ez carek din ji bona te û diya te û hemû ferdên mala we, ji bona kurdperweran û neteweya kurd, ji bona dost û hezkirên bavê te û ji bona rêhevalê bavê te sersaxî û sebir dixwazim…

Ibrahîm GUÇLU

Ev jî nameya Roza ye:

ameya Roza Ji Bo Bavê Xwe Fakkaz
2nd Mayıs 2020 Netewe No Comments
Li Surguçê faqqaz.

ROZA ÇELIK
Li dersimê Heydar û Seydo.

Li rojavayê Kurdistanê Cabîr.

Lê berî her tiştî Tekoşerê Tekoşîna Serxwebûn û Azadîya Kurdîstanê,

Bavê min,

Rêdarê min,

Ronîya çavên min!

Ku ji min ra bigotana: dilovanî, evîn, fidakarî û dilpakî çiye? Minê bigota: « BAVO» ye!

Ew rûyê te yî bi ken qet ji bira min naçe!

Te herdem digot: ‘mirov, dibê ji bo armancekê bijî!

Armanca te welat bû, azadî bu, kurditî bû.

Tu sîyasetmedarêkî bi rûmet,

Welatperwerekî qayîm bû!

Tu mîrovêkî dilsoz bû.

Qasî ku tu zana bû, tu ewqasî jî mutewazî bû!

Bavê min, bi zarokan ra zarok, bi xortan ra xort, bi mezinan ra mezin bû. Derd û kêfxweşîyên hemûyan parva dikir.

Spas bavo ji ber ku tu bavê min î;
Spas ji ber ku tu bavekî nûwaze bû;
Spas ji ber ku her dem bawerîya te bi min hebû;
Spas ji bo qîmet û her nîrxa ku te her roj da me;
Spas ji bo tiştên ku te bi me hîn kir, li ser jîyana te ya bi rûmet!
Ez bi te serbilind im, îro pirtir ji doh!

Armancên te hebûn, hêvî û xeyalên te gelek bûn, yên me jî bi te ra hebûn, me sozan dabûn hevdu!.. xerimiyan!

Lê tu ê di dilê min da bijî!

Ji bircên asê, tê ji xwe ra qesrek çê bikî û li wir heta mirinê cîh bigrî!

Çuyîna te, bê dem bû, êşeke bêdawî berda dilê me, li vê buharê bayê berfê ji mera anî, edî behna xwe nema tê!

Û dema gotin ku dîsa eskerê romî derketin ser rîya te, dil ji min çu bavo!

Te berê xwe da axa pîroz, ew axa ku tu ji bo wê sirgûn bû, ew axa ku te nedikarî pêgihê, ne dikarî dûrkevî jê!

40 sal tu sirgûn bû, lê te dîsa jî digot «emê kengî vegerin?» ji ber ku «bê hêvî nebe, bê hêvîtî mirin e!»

Ji bo wê, bawerîya te, ya min e, doza te doza min e!
Û ger kurdistana mezin bibînim, bi soz ez dê mizgînê ji bo te bînim❤️!

Delala ber dilê te, Roza.

Roza Celik

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *