Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Thursday, November 15, 2018

Dewletbûn Mafê Miletê Kurd E. Swêdê Jî Ev Rastiya Diyar Kir… 

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Miletê Kurd li Rojhelata Navîn, ji aliyê serhejmar de Piştî Ereban  miletê duyemîn e. Serhejmara miletê kurd li Rojhelata Navîn wek tê diyar kirin, 30 mîlyon nîn e, zêdetir e.. Serhejmara kurdan, 50 mîlyon e. Eger bi taybetî  li Tirkiyeyê, lê li Iraqê, li Îranê û li Sûriyeyê kurdên hatine, asîmîle kirin, bûne tirk, ereb, fars jî bê hesab kirin, serhejmara kurdan ji 50 mîlyonî jî zêdetir dibe.

Miletê kurd jî, wek miletê faris û ereb, miletê herêma Rojhelata Navîn e. Tirk ji der ve hatine Rojhelata Navîn. Loma jî Kurd miletekî xwediyê dîrokek gelek dirêj e ku li Rojhelata Navîn miletekî rûniştvan, medeniyet/şaristanîçêker e. Hezar mixabin îdeologên dewletên metîngehkar (kolonyalîst), îdeologên nîjadperest yên tirkan, farisan û ereban, wek hemû rastiyên me, ev du rastiyên miletê kurd yên min diayarkirî jî bincil, tune, înkar kirine.

Îdeologên dewletên kolonyalîst, gelek bi rûreşî û bi helwestek ne ilmî û ne însanî hebûna miletê kurd, hebûna zimanê kurd û hemû hêjayiyên kurdan înkar kirine.

Lê hêjayiyên miletê kurd yên xûrt û qewîn; têkoşîna rızgarîxwaz ya miletê kurd her dem ew îdeolog û pisporên miletê serdest û kolonyalîst, dewletên dagirker û ne demokrat derewîn derxistine.

Kurdan, her dem hêjayiyên xwe, di serî de jî zimanê xwe û welat/axa xwe bi fedekarî parastine. Van salên dawî jî, ji derveyî helwesta PKKê her dem desthilatdariya xwe bi awayê federalî, konfederalî, dewleta serbixwe ji bona xwe kirine stratejî.

Di vê merheleyê de jî kurdan dev ji vê daxwaza xwe bernedane. Kurd piştî salên 1990î yanî piştî şerê sar û bi taybetî jî piştî sala 2003-an ku rejîma baasê li Iraqê hat hilweşandin, kurd nêziktirî desthilatdarî û dewleta serbixwe bûn.

Loma jî dema ku Malîkî siyasetek nasyonalîst û nîjadperest ya ereban meşand, li Başûrê Kurdistanê dewletbûna serbixwe û konfederal ket rojevê. Ji bona dewleta konfederal jî, pêşî dewletek serbixwe pêwîst e. Loma Kurdan ji bona dewletek serbixwe li hûndirê welêt û li derveyî welêt dest bi xebatê kirin.

Hezar mixabin dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan, ji bona ku pêşiya dewletbûna kurdan bigrin, erîşa DAÎŞÊ rêxistin. Hîn jî ev êrîşa DAÎŞê li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê dom dike. Li Başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye.

Lê wî şerî kurd ji dewleta serbixwe û konfederal dûrnexist, nêziktirî dewleta serbixwe kir. Lewra kurdan li herêmên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê jî bi cî bûn. Di vê merheleyê de Emerîka û Dewletên Yekîtiya Ewrupayê bi her awayî piştgiriya hikûmeta Kurdistanê dikin.

                                            *****

Rojavayê Kurdistanê jî, ji dewletbûnê ne dûr e. Lê hezar mixabin PKK/PYDê li dijî dewletbûnê derdikeve.

PKK/PYDê di heman dem de li dijî dewletbûna Başûrê Kurdistanê û beşên din jî derdikeve. Heta ji dewletên dagirker zêdetir PKK, li dijî dewletbûna kurdan şerekî îdeolojîk û siyasî dimeşîne.. Eger derfet bibînin dê bi çekdarî jî pêşî li dewletbûna kurdan bigre. Siyaseta wan ya di derbarê Kerkukê û Şengalê de jî vê yekê gelek baş aşkere dike.

                                                      *****

Li Başûrê Kurdistanê xebata dewletbûnê dom dike. Hemû dinya û dewlet jî vê xebatê dizanin û dişopînin.

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, di van rojên dawî de li Ewrupayê bû. Di hevdîtinan de mijarek girîng ya hatiye gengeşî kirin jî, dewletbûna kurdan e.

Wek tê zanîn li Emerîka û li Ewrupayê dewlet nebin jî, dezgehên gelek girîng yên nêzikî hikûmetan; parlamenter, senator, lord, nivîskar û hûnermendên bi navûdeng deweletbûna kurdan diparêzin.

Di van rojên dawî de hikûmeta Swêdê jî diyar kir ku “dewletbûn mafê kurdan e. Divê kurd jî bibin dewlet.”

Wek tê zanîn Swêdê wek dewlet her dem ji kurdan re dostanî kiriye. Himbêza xwe ji rewşenbîr û siyasetvanên kurd re vekiriye.

Swêdê derfet çêkiriye ku bi giştî çanda kurdî û bi taybetî jî zimanê kurdî pêşbikeve. Loma jî perwerdayî kiriye û mamoste perwerde kirine. Li Swêdê wêje, ziman, edebiyad û xebata entelektuelî ya kurd derfet dît ku pêş bikeve.

Li Swêdê gelek kurd jî di dezgehên dewletê de xwediyê ciyekî baş in. Di parlamentoya Swêdê de kurdên parlamenterî kirin hene û nûha jî yên dikin hene. Di şaredariya û komunan de gelek kurd desthilatdar in.

Biraziya min Roza Guçlu jî du dem in ku li Swêdê parlamentera Partiya Sosyal Demokratan e. Ji partiya wezîrê derve Margot Wallstrom e..

Di vê merheleyê de ji aliyê Hikûmeta Swêdê de diyarkirina dewletbûna kurdan ji bona Roza û parlamenterên kurd yên din jî bextewarî û serkeftinek e.

Wezîra Derve Ya Swêdê Margot Wallström dibêje ku “ji bona dewletbûna kurdan dem hatiye. Divê êdî dewletbûna kurdan bê gengeşî kirin. Me wek welatê Swêdê çawa piştgiriya dewletbûna Filîstiniyan kiriye, divê em piştgiriya dewletbûna kurdan jî bikin.”

Ez jî dibêjim ku dema dewletbûna kurdan hatiye. Divê her kurdek jî bi vê yekê bawer bike û ji bona dewletbûna kurdan xebat bike.

Amed, 14. 02. 2015

Nerîna te