DEWLET-ÇETE AŞTÎ-DEMOKRASÎ

Gava gelekî welatê wî kolonî be, divê ew gel ji mêtinkaran tu edaletê hêvî neke. Em dizanin ku dewleta tirk ya mêtinkar, ji kevneşopîyek dîktatorî û bêqanûnî tê. Armanca vê dewleta mêtinkar ya bingehîn, mêtingeha xwe, Kurdistana bi xêr û bêr û dewlemend di dest xwe de bigire, serwerî û metina xwe bidomîne. Ji roja ku “komar”a xwe ava kirîye, sîyaseta xwe tev li gor vê rewşê saz kirîye. Dewleta tirk “faşîst” e an ne “faşîst” e, “olîgarşî” ye, “diktatorIya birokrasiya KemalIzmê” ye, “demokrasîya komarî” ye, ji gelê kurd re ferq nake. Kengî gelê kurd ji bo mafê xwe serî hilda ye, mêtinkarên tirk, bi zilm û zor, îşkence, qetlîam û nefîkirin êrîşî gelê kurd kirîye, jê re tu maf û edaleta mirovî nasnekirîye. Ji bok u gelê kurd doza mafê xwe neke û berxwe nede, têr xwarin nebe, xizan cahil û nezan bimîne, çi ji vê dewletê hatiye pêk anîye. Loma dewleta tirk, aborîya kurdistanê, mîna aborîyek talanê bikar anîye. Ji qestî “reform”a axê çê nekir; bi axatî, begitî û şêxîtîtek radest re ket pêwendî û hevkarîyê. Ziman û çanda kurd qedexe kir. Zarokên kurd, heta ji perwerdekirina bişaftkar jî bêpar hîştin. Eger her yek e, ji bok u serwerîya mêtinkaran bidome. Rewşa gelê kurd yen bindestê dewletên Iraq, Iran û Sûrî jî ji ya tirk cudatir nebû ye.

Belkî piran ji we di rojnaman û televîzyonan de, mukurên mukirdar Mûrat Demir û Mûrat Ipek xwend û gohdarî kir. Li hemberi gelê Kurd, dewleta tirk di çalakî û kirinên xwe de ku çawa tu ehlaqê mirovî, qanûnên xwe û yên navnetewî nasnake, carek din dinya-alem, Kurd û tirkê di xew de pê hesîya. Dîsa hînbûn ku ev dewlet, ji karbidestên xwe yê biçûk, heta serokwezîr û serokkomarê xwe, ku di hundir hovîtî û qirejîyek çawa de ye. Qirkirinên gund û bajaran, kuştinên “qisasnedîyar”, îşkence, beraberhevdana gel u rêxistinên oli, kuştina parlementer, mamoste, karmend û serbazên xwe yên bilind, bazirganiya eroyîn û çekan bûye parçeki jîyana dewletê. Êdî gel jî baş hîn bû ku ev dewlet bi xwe çete û “şakî” ye. Ji roja ku ev dewlet saz bûye jî, ji bo ku eşqîyatîya xwe veşêre, ji hemû tevgerên Kurd re gotîye; “şakî-çete”. Ji vê encamê, divê em bala xwe bidin du xalê gelek girîng: Xala yekem, divê em neyar û metodên wî baş nas bikin, ya duyem jî, divê em xwe û helwesta xwe fam bikin.

Li hember me, neyarekî hov û esqîya (cete) heye. Ev neyar, ji serwerîya xwe re tu sînor û qanûnên mirovî nasnake. Em dizanin ku heta aniha, serwerîya xwe, bi darê zorê û metodên hovîtî dimeşîne. Wahşetên mezin jî, bi destên xayin û çahsên Kurd pêk anîye. Bingeha berahevdan û cudatîya gelê Kurd, ji sedsalan û dehsalan hatîye avakirin.

Meriv kare bêje; “Ev helwesta dewleta tirk, sûcê tevgera Kurd ya çekdarî ye?” li gorî min na! Kîjan rêxistina Kurd dest bi şer bikira, helwesta dewleta (çeteya) tirk nedihat guhartin Na, heger em bêjin; “şer nehata li darxistin, metodên aştî û demokratîk bihata parastin wê çêtir biba”, wê gavê divê em ji xwe bipirsin; “eşqiya çiqas ji aşti û demokrasîyê fam dikin.

Gotina min ya dawin ev e: Hetanî ku sosyalîstên Kurd rîsk û dijwarîya çalakîyên çekdarî nedin çavên xwe, di rewşa iro de nikarin peşengîyê ji gelê Kurd re bikin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir