Em êrîşên DAIŞê yên li pêşmergeyên Kurdistanê têne kirin rûreş dikin

Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî êrişî gundê Xidirce yê li herêma Qereçûx a ser bi Mexmûrê ve kirin û di encamê de 10 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê şeva 28.11.2021ê jî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco ya herêma Germiyan a Silêmanîyeyê ve, ji du aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge kiribûn û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bibûn û 3 Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Êrîşên DAIŞê, perçeyeke ji êrişên dijminên Kurdistanê ye, perçeyeke ji êrîşên hêzên dagirkerên Kurdistanê ye.Pêşmergeyên Kurdistanê û gelê Kurdistanê yên heta îrô li himberî êrîş û qetlîamên DAIŞê, li himberî jenosîdên Helebçeye û Enfalê serê xwe netewandinê, dê li himberî van êrîşên DAIŞê yên hov û dijminane jî serê xwe netewîne.

Em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, da ku bi hemû îmkanên xwe gelê me li himberî van êrşên dijminan biparêzin û bersîva pêwîst bidin DAIŞê û hevalbend û piştgiren wê.

Herweha em bangî Parlamento, Serokatî, Hikûmet Herêma Kurdistanê dikin da ku hêzên pêşmerge û hemû dezgehên herêma Kurdistanê weke dezgehên yekgirtî yên fermî yên Herêma Kurdistanê bikin yek.

Sedema esasî ya ku dihêle ev êrîşên DAIŞê encam bide, tunebûna serwerîya Hikûmeta Herêma  Kurdistanê ya li axa mijara madeya 140î ye. Heta ku Hikûmeta Herêma  Kurdistanê li tevaya axa Kurdistanê serwerîya xwe pêknîne ev xeterî dê hebe. Çûyina pêşmergeyên Kurdistanê yên herêmên mijara madeya 140î divê parçeyekî bidestxistina serwerîya axa mijara madeya 140î be.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin, rêbidinê da ku hêzên pêşmerge bikaribin ewlekarîya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn.

Em vê êrîşê, terorîstên DAIŞê û hevalbend û alîkar û piştgirên wan rûreş dikin.

Ruhê pêşmerge û 3 sivîlên ku şehîd ketine şad, cîhê wan biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

03.12.2021

 

Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Partiya Demokrata Kurdistan(PDK-BAKUR)

 PÊLKURD

Partiya Sosyalîst a Kurdistan(PSK)

Tevgera Demokratik a Kurdistan(TDK-TEVGER)

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *