Siddik BOZARSLAN
Organa Herî Bilind ya Sistema Ankarayê, Meclisa Tirk (TBMM) û Destûra wê ye.
Destûrên Tirkîyeyê yên 1921 û 1924an
Divê ewil em bidin xuyakirin ku destûrên tirkan ên 1921 û 1924an, mirov dikare wan wek destûrên demkî û muaqet binav bike ku pratika sistema tirkan jî vê rastîyê raxistîye pêşîya me. Ji ber ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, ji bermayîya Dewleta Osmanî tişteke ciddî nemabûye; wek di nirxandina Kazim Karabekir da hatîye xuyakirin- di beşa kongreyên Erzurum û Sêwasê da min ew bi hûrgilî raxistîye pêşîya we hêjayan- Stanbol û Îzmîr hatine dagirkirin û li hêla tirkan, yanî li hêla Anatolyayê tiştek ji dewleta osmanî li ser pîyan nemaye, umûda Karabekir û M. Kemal tenê Kurdistan maye û bi xêra orduya xwe ew hîmê dewleta xwe li Erzurumê avêtine û bi serketine, yanî meclisa ewil li ser pişta kurdan çêbûye ku ew bûye bingehê avakirina Dewleta Tirk. Loma di destûra 1921an da bi sînorkirî be jî rêvebirina bajaran, bi tabîra hin tirkan wek sistemên otonomîyê/federalîyê hatîye qebûlkirin ku ew di maddeyên 10-21an da hatine nivîsîn. (Türkiye´de Anayasalar, İletişim Yayınları, S. 9- 13)
Ji ber wê bûye ku ”gelwekîlên Kurdistanê” ango ”Lazistanê” û wd. bi nasnameyên xwe yên herêmî hatine binavkirin. Belam Kemalistan hê cîyê pîyên xwe qeîm nekiribûn û di her warî da nebûbûn xwedîyê hukumkirinê, wan pêwistîyê bi qebûlkirina nasnameyên cuda yên neteweyî dîtibûn. Destûra 1921an jî di vê çarçoveyê da divê mirov binirxîne ku ew jî heta 1923yan ajotîye û emrê xwe teslîmî destûra 1924an kirîye.
Destûra Tirk a ewilîn, di nava destûrên tirk da belgeyeke herî kurt e (23+1 ek madde) û wek belgeyeke muaqet hatîye amadekirin. Di maddeya 1emîn da hatîye nivîsîn ku ”Serwerî bê qeyd û şert a millet e ku bi awayeke emelî (fiîlî) muqederata xelkê, li ser esasê şeklê rêvebirinê ye.” Di 1923an da piştî ku Komara Tirk hatîye îlankirin; hevokek li maddeya 1ê hatîye lêzêdekirin ku şeklê hukumeta dewleta tirk komarî ye. Di 1922yan da bi biryara 307an a meclisê hatîye nîşankirin ku Împaratorîya Osmanî hilweşîyaye. Bi biryara 308an a meclisê jî Saltanatê hilweşandîye û ”Miletê Tirk” Qanûna Esasî ya Teşkîlatê (Teşkilatî Esasîye Kanunu) li gora maddeya 1emîn serwerîyê ji padîşah girtîye daye millet. Bi vî awayî biryara 29yê oktobira 1923an wek merhaleyeke şeklî cî girtîye.
Tê gotin, hevoka ku ”Di tabîetê- xwezayê- da jî yekîtîya hêzan heye”, Ziya Gökalp gotîye, ew ji alîyê M. Kemal ve hatîye wergirtin û ew jibo ”şefê her tiştî” yanî jibo M. Kemal bûye îlham da ku hemî qewetên di meclisa 1920an da civîyaye bigire destê xwe. Di pratikê da jî welê bûye ku tespîtkirina hemî gelwekîlan bixwe ji alîyê ”yek şefî”, yanî ji alîyê Bonapartistê Tirk (Diktatorê Tirk) M. Kemal hatîye pêkanîn û ev pêvajo heta mirina wî (1938) berdewam kirîye. Loma Adolf Hitler dibêje ku ew şagirtê Atatirk ê duyemîn e û Musollini jî yê yekemîn e. Balkêş e ku piştî mirina Atatirk ew prensibê yek şefiti û yek partitî ji alîyê CHP û şefê wê İsmet İnönü heta 1945an hatîye domandin. Lê wek di pratika Tirkîyeyê da hatîye dîtin; divê were gotin ku heta hukmê AKPyê, Tirkîye ji alîyê goristana Atatirk ve hatîye îdarekirin.