Gelo 1 û 11 û 12ê Adarê ji bona neteweya kurd tê çi wate ye?

Îbrahîm GUÇLU 

Gelek baş tê zanîn ku meha Adarê ji bona neteweya kurd rojên dîrokî yên xweş û nexweş digre nav zikê xwe.  Ji van rojên dîrokî sê roj jî, 1 û 11 û 12ê Adarê ne. 

Roja reş 1ê Adara 1979-an: Dilovaniya Serokê Neteweyî û Efsanewî Mele Mistafa Barzanî…

Di 1ê Adara 1979-an de yanî beriya 45 salan Serokê Neteweyî û Efsanewî,  damezrênêr û wezîrê Komara Kurdistanê ya Mehabadê,  Pêşengê Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, Damezrênêr û Serokê Otonomiya Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî jiyan xwe ji dest da. 

Wek tê zanîn di sala 1975an de di Şerê Otonomiya Kurdistanê û Rejîm û Hikûmeta Iraqê de girêdayî dilê Kurdistanê Kerkukê şerekî dijwar dest pê kir. Yekîtiya Sovyetan piştgiriya Rejîm û Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi her awayî; bi çek û bi pere û bi pisporan piştgirî kir. 

Dewleta Îranê ya Kolonyalîst û Emerîkayê jî bi xurtî nebe jî ji Otonomiya Kurdistanê û Serokê Neteqweyî re alîkar bûn. Mixabin piştî ku du dewletên kolonyalîst  (İran û Iraqê) li hevdu kirin û Iraqê di peymanê de erdê xwe yê petrolê pêşkêşî Îranê kir, Serok Mele Mistefa Barzanî û serokatiya PDKê û Otonomiya Kurdistanê ji bona ku li Kurdistanê qetlîemek û qirkirinek çê nebe, dest ji şer berda. 

Ev biryara ji bona Serokê Neteweyî û Efsanewî bû derbayeke mezin û bi qehran pençeşêr (kansêr) bû. Çû li Emerîkayê derman bibe, li wir jiyana xwe ji dest da. 

Dema ku kurên wî Mesûd Barzanî û Îdrasî Barzanî, Serokê Nemir ji Emerîkayê  anîn Kurdistanê, Hikûmeta îraqê û Rejîma Faşîst ya Baasê îzin neda ku li Kurdistanê bê binax kirin. Loma jî, li Îranê hat binax kirin.  Piştî dehan salan Serokê Neteweyî û îdrîs Barzanî hatin li Herêma Behdînan û Berzan bûn rûniştvan. 

11ê Adara 1970-yî: Peymana 11ê Adara 1970yî û Îlankirina Otonomiya Kurdistanê…

Piştî ku Şêx Ebdûlselam Barzanî hat îdam kirin, li Başûrê Kurdistranê Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî ji Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê re serokatî kirin. Dikarim bibêjim ku tevgera neteweyî bi serokatiya wan domdar bû. Di salên 1940-45an de jî ji bona ku li Kurdistanê neteweya kurd desthilatdar û Kurdistan xweser/otonom be li dijî Hikûmeta Navendî ya Iraqê şer domandin. Dema ku Hikûmeta Navendî bi alîkariya 3 dewletên dagirker, tevgera rizgarîxwaz ya di bin pêşengiya Melel Mistefa Barzanî de şikandin. 

Ew jî bi pêşmergeyên xwe ve derbasî Rojhelata Kurdistanê bûn.      

Mele Mistefa Barzanî li Rojhelata Kurdistanê jî xebata xwe neteweyî  domand. Di damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de bû damezrênêr û di hikûmetê de cî girt û dibin serokatiya Qazî Mihemed de xizmetî Kurdistanê kir. 

Dema ku Komara Kurdistanê di sala 1946-an de hat rûxandin, bi daxwaza Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed, ew bi hevalên xwe ve encama meşeke dirêj û zehmet  derbasî Yekîtiya Sovyetan bû. Heta sala 1958-an li Yekîtiya Sovyetan di şertên gelek zehmed de ji bona mafên neteweya kurd û rizgariya Kurdistanê xebat kirin. 

Di sala 1958-an de dema li Iraqê desthilatdariya siyasî hat guhertin, Ebdûlkerîm Kasim bû serokê Iraqê, ji Mele Mistefa Barzanî daxwaz kir ku vegere Iraqê û Kurdistanê, li Iraqê guhertinan bi hev re çê bikin û makezagoneke nû bi hev re bipejirînin. 

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji bona berjewendiya neteweya Kurd û mafên neteweyî yên kurd, hemû zehmetî û xeterî dan berçav vegeriyan. 

Vegera Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî li Kurdistanê bû cejneke neteweyî û şiûra neteweyî û neteweperweriyê xurt kirin. . 

Li Iraqê makezagoneke nû amade kirin û qebûl kirin. Di makezagonê de hat qebûl kirin ku li Iraqê du netew (Kurd û Ereb) hene û du ziman (Kurdî û Erebî) dê bibin zimanê fermî û perwerdeyî. 

Kurdistan jî dê bibe otonom û xweser. 

Hezar mixabin piştî demekê Hikûmeta Navendî ya Ireaqê ev makezagona nexist jiyanê. Mele Mistefa Barzanî ji bona ku ew helwesta Hikûmeta Navendî tespît kiribû, li Kurdistanê di pêşengiya wî de PDKê amadekariya şerê neteweyî kir. Dema ku Hikûmeta Neteweyî êrîşî Kurdistanê û wan kir, di bin pêşengiya wî de Şoreşa Neteweyî ya îlonê dest pêkir. 

Şoreşa Neteweyî ya îlonê di sala 1970-yî de zora Rejîma Baasê û Seddam bir. 

Hikûmeta Navendî mecbûr bû ku bi Serokê Neteweyî Mele Mistafa Barzanî û PDKê ve Peymana 11-ê Adarê ya 1970yî qebûl bike. Kurdistan bibe otonom. 

Li Başûrê Kurdistanê, piştî Komara Kurdistanê ya Mehabadê avabûna Otonomiyê bûyereke gelek dîrokî û pîroz bû. 

Dewleta Federe ya Kurdistanê jî li ser wê bingehê ava bû. Nûha hêlîna hemû Kurdên çar parçeyan û dinyayê ye. 

12 Adara 1971: Derbaya Leşkerî li Tirkiyeyê çêbû û li Kurdistanê zulmek û hepiskirineke kîtlewî pêk hat…

 Li Tirkiyeyê di sala 1946-an de yanî di sala ku Komara Kurdistanê ava bibû, encama Şerê 2emîn ya Cîhanî û bandora Ewrûpayê  “Rejîma Pirrpartitî” hat pejirandin. 

Kemalîstan di sala 1950yî de di hilbijartina giştî de desthilatdariya siyasî wenda kirin. Ev yeka ji bona Kemalîstan, burokrasiya sivîl û leşkerî; yanî ji bona xwediyê dewletê bû derbayeke mezin. 

Kemalîstan di sala 1954-an de jî nikarîn ku bibin desthilatdar. Loma Kemalîstan her dem xwestin ku desthilatdariyê bigrin destê xwe û desthilatdariya siyasî gorî daxwazên xwe dizayn bikin. 

Ev fikrê ne demokratîk, bû sedem ku Kemalîst di sala 1970-yî de derbaya leşkerî çê bikin û Hikûmeta Menderes têk bibin û Menderes û Hikûmeta wî û serokkomar û bi sedan berpirsiyr û parlamenterên DPê hepis bikin û dageh bikin. 

Di encama Dadgehê de Menderes û hevalên wî hatin darve kirin. 

Piştî Derbaya Leşkerî dîsa mihafazakaran û mixalîfên Kemalîstan desthilatdariya siyasî di bin pêşengiya Sileyman Demîrel de qezenç kirin. Di heman demê de mixalefete çep û soyaslîst û Tevbera Neteweyî ya kurd û rêxistinbûna kurdan jî piştî salên şestî pêş ket. 

Kemalîstan ev car jî xwestin ku sîstemê gorî pîvanên otorîter û faşîst yên Kemalîst dizayn bikin. 

Ji bona vê yekê di 12ê Adara 1971-an de Derbaya Leşkerî lidarxistin. 

Ev roja taybetî ji bona kurdan bû rojeke tarî. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎPê) ji bona ku di derbarê neteweya Kurd de di Kongreya xwe ya 4emîn de biryarek girîng û dîrokî girtibû, ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve hat girtin û berpirsiyarên partiyê hatin hepis kirin. Berpirsiyarên Tevgera Radîqal ya çep (THKP û THKO û Grûba Mîhrî Bellî û Dogu Perînçek) û şoreşgerên Tirk hatin hepis kirin û ciza kirin. 

Li Kurdistanê û li Metropolên Tirkan DDKO hatin qedexe kirin û hatin girtin. Berpirsiyar û endamên wan hatin hepis kirin û hatin dageh kirin. Endamên PDKê hatin hepiskirin û hatin ciza kirin. Endam û berpitsiyarên TÎPê yên kurd hatin girtin û hepiskirin. 

Li Kurdistanê sînorê girtin û hepiskirinê gelek fireh bû. Serokeşîr, şêx, mele, mîr, axa, rewşenbîrên Kurd jî hatin girtin û ciza kirin. Ji bona girtina wan jî ji Şoreşa Neteweyî ya Îlonê re alîkarî û endambûna PDKê û DDKO hatin diyar kirin. 

Hemû kurd li Diyarvbekîrê hatin civandin û hatin ciza kirin. 

Ez jî wê demê wek damezrênêr û serokê DDKO ya Enqereyê hatim girtin û ciza kirin. 

Diyarbekîr, 13. 03. 2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *