Şanoya Areye Kayê yê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê berî 15 salan hat avakirin.
Şano ji wê rojê ve ji bo ku zaravayê Kirmanckî tine nebe bi wê zaravayê şanoyan pêşkêş dike.
Koma Şanoyê ya Areye Kayê piştî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Ewropayê jî gelek lîstikên şanoyê nîşan dan û rastî eleqeyeke zêde hat.
Damezrênerê şanoyê Yilmazcan Şare diyar kir ku li ser pêwîstiya Kirmanckî wî ev kom damezrandiye.
“Baweriya xwe bi komê anîn”
Damezrênerê Şanoya Areye Kayê Yilmazcan Şare got:
“15 sal berê UNESCOyê raporek weşand. Di raporê de got ku li cîhanê gelek ziman winda dibin û Kirmanckî (Zazakî) jî di nav wan de ye. Koma Areye Kayê jî ji vê hewcedariyê derket.
Areye Kay li Stenbolê hat damezrandin û me bi sê temaşevanan dest pê kir û paşê jî li ber xwe da. Li Stenbol, Dêrsim û Enqereyê jî me li gelek bajaran şanoyên xwe nîşan dan.
Me li Almanya, Swîsre, Brîtanya û Awisturyayê jî lîst. Kesên ku li van lîstikan temaşe kirin, dest pê kirin gotin ku huner û şano bi vî zimanî tê kirin.
Piştî vê yekê jî baweriya xwe bi vê komê anîn û dest bi piştevaniyê kirin.”
Şanoya Areye Kayê niha xebatên xwe di bin sîwana Şaredariya Dêrsimê de bi rê ve dibe.
Lîstikvanê şanoyê dibêjin, ji ber ku ew xizmeta zimanê xwe dikin kêfxweş in.
Lîstikvana Şanoya Areye Kayê Yildiz Denizê anî ziman:
“Zimanê me di tengasiyê de ye, zimanê me li ber mirinê ye, lewma em fikirîn ku em ji bo vî zimanî tiştekî bikin.
Di dawiyê de me dest bi vê lîstikê kir. Bi saya vê şanoyê zimanê me dê zindî bibe û belkî em bikarin biparêzin. Bi vê armancê em gund bi gund, bajar bi bajar digerin. Dibe ku mirov dest bi axaftinê bikin.”
“Bila ev ziman winda nebe”
Lîstikvana Şanoya Areye Kayê Senem Tacayê jî got:
“Em vê lîstikê dilîzin, mirov kêfxweş dibin û dikenin. Ji bo ku zimanê me neyê jibîrkirin em diçin derve, diçin gundan û vê lîstikê didomînin.
Divê em vî zimanî hînî nevî û xort û keçên xwe bikin, ciwan dibêjin em jê fam dikin lê em nikarin biaxivin. Em dibêjin ku bila ev ziman winda nebe.”
Koma şanoyê roj bi roj mezintir dibe û lîstikvanên wan ên nû zêde dibin.
Lîstikvana Şanoya Areye Kayê Ruziye Girgin Kandilê got:
“Ez li vê derê li Şaredariya Dêrsimê, xwendekara Yilmazcan Şare me. Ez bi xwe ji Edirneyê me û yekem peyva ez fêr bûm mara niya ye. Mirovan ewqas digotin ku ez neçar mam fêrî vî zimanî bibim.
Zimanekî xweş e, hevjînê min jî xelkê vê derê ye. Zimanekî we yê nuwaze heye. Êdî ez dixwazim bibêjim zimanekî me yê nuwaze heye.”
Li Dêrsimê piştî ku salên 90î gund bi zorê hatin valakirin û xelkê ji neçarî koça navenda Dêrsimê û metropolên Tirkiyeyê kirin axavtina Kirmanckî roj bi roj kêmtir bû.
Li gorî UNESCOyê li ser cîhanê yek ji zimanên ku metirsiya nemanê li ser heye zaravayê Kirmanckî yê Kurdî ye.
Rûdaw