Tirkiyeyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê gelek cih bombebaran kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku piştî şer û pevçûnên bi PKKyê yên li Zapê, wan li Rojava û Herêma Kurdistanê gelek armanc bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li devera “operasyona Pence Kilîd”ê gerîlayên PKKyê bi ser baregeheka wan de girtiye û wan jî piştî wê li Rojava û Herêma Kurdistanê dest bi bombebaranan kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku li herêma Zapê ya ku dikeve nav sînorên navçeya Amêdiyê ya Dihokê di “operasyona Pence Kilîdê” de 9 leşkerên wan hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku leşkerên birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Li çar herêman operasyonên esmanî hatin kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê destnîşan kir ku îro saet 00:30î li herêmên Metîn, Xakurk, Gare û Qendîlê yên Herêma Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê li dijî 29 armancan “operasyonên esmanî” hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bombebaran “li gorî mafê xweparastinê yê xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî, ji bo jinavbirina êrişên li dijî gel û hêzên ewlehiyê û ji bo misogerkirina ewlehiya sînor” hatine kirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *