Deklarasyona PAKê û TDK-TEVGERê Di Derbarê Hilbijartinên Parlamento û Serokkomarîya Dewleta Tirkîyeyê!……TDK-TEVGER ve PAK’ın Türkiye Devleti Parlamento ve Cumhurbaşkanlığı Seçimleri’ne Dair Deklarasyonu

Deklarasyona PAKê û TDK-TEVGERê Di Derbarê Hilbijartinên Parlamento û Serokkomarîya Dewleta Tirkîyeyê!
Di 14ê Gulana 2023yê de,li Tirkîye û li Bakurê Kurdistanê, dê hilbijartinên parlamento û serokkomarîya Dewleta Tirkîyeyêbê li darxistin.
Hilbijartinên 14ê Gulanê, di demeke ku hîna birînên erdheja 6ê sibata 2023yê nehatine kewandin, têne li dar xistin.Dewleta Tirkîyeyê di vê erdhejê de, bi hemû dem û dezgehên xwe ve, di binê kavilên erdhejê de maye. Encamên erdheja 6ê sibatê, di eslê xwe deberhem û nîşana hişmendî û sîstema pûç ya Dewleta Tirkîyeyê ye; qetlîameke ku failê wê desthilatdarîya Hikûmeta AK Partîyê û hemû dezgehên Dewleta Tirkîyeyê ye.Lê belê, Serokkomarê Tirkîyeyê, desthilatdarîya Hikûmeta AK Partîyê û dezgehên bingehîn ên Dewleta Tirkîyeyê weke ku tu tiştek nebûbe, weke ku tu berpirsyarîya wan di vê qetlîama erdhejê da tunebe,tevdigerin.
Du sebebên esasî hene ku ev desthilatdarîya dewleta Tirkîyeyê bi vî rengî bê tirs û bê xem tevbigere. Sebeba yekem ewe ku li Tirkîyeyê di nava gelê Tirk de hêzeke xurt, girseyî û bi rêxistinî tuneye ku bikaribe li mafên xwe xwedî derkeve; daxwaza azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û jîyaneke mirovane bike. Sebeba duyem jî hejarîya rêxistinî ya li ser xetek neteweyî, demokratîk û kurdistanî û bêtifaqîya kurdan e. Mixabin li Bakurê Kurdistanê, teva hemû bedelên giran yên hatine dayin jî tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ji yekgirtinek siyasî û rêxistinî û hevkarîyek neteweyî û kurdistanî bêpare; heta li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd û kurdistanîyan dahî ne xwedîyê hevkarî, yekitî û bereyek berfirehe.
Ev herdu sebebên bingehîn, li gel konjonktura sîyasî, aborî ya Rojhilata Navîn û cîhanê, keys û derfetê dide rayedarên Dewleta Tirkîyeyê ku di warê vê karesata mezin ya erdhejê, qeyrana aborî, mafên mirovî, azadî, demokrasî û edaletê de û herweha di warê mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk û kulturî de ewqas bê xem be; xwe nede ber tu guherandin û çareserîya van pirs û pirsgirêkan.
Ev bêrêxistinbûn û li mafên xwe xwedînederketina gelê Tirk û bêtifaqîya kurdan, weha dike ku partîyên mixalefetê yên Dewleta Tirkyeyê jî bi awakî bêminetî tevbigerin. Ew jî behsa mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk, kulturî û heta mafên perwerdeya bi zimanê kurdî nakin.
Bi kurtayî îro li Turkîyeyê, hem desthilatdarîya AKPyê û hem jî muxalefeta heye, ji bernameyek ku mafên bingehîn yên gelên Tirkîyeyê û nemaze mafên miletê Kurd û pêkhateyan li gor pîvanên hiqûqa gerdûnî û mafên mirov diparêze, bêpar in.
Tifaqa Cimhûr jî, Tifaqa Milet jî hebûna miletê Kurd û mafê miletê Kurd yên ji miletbûnê tê, nexistine bernameyên xwe!
Rewşa desthilatdarîya hukûmet û muxalefetê diyar dike ku piştî 14ê Gulanê jî, ji bo miletê Kurd û pêkhateyan, tu guherînên bingehîn pêk neyên. Hukûmet, serokkomarî û muxalefeta heye, hebûn û berdewamîya dewleta Tirk ya li ser bingehê dagirkerî, nîjadperestî, înkar û asîmîlasyona miletê Kurd û pêkhateyan hatiye ava kirin, diparêzin.
Ew li ser paradîgmaya “yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al û yek zimanî“ û parastina vê struktur û sîstema dewleta Tirk misoger in. Ew ji guherînên bingehîn re ne amade ne. Desthilatdarî, hukûmet û muxalefet jî, di warêneguherandina her çar xalên Qanûna Bingehîn yên neguherbar de,ku hebûna miletê Kurd, zimanê kurdî, hemû mafên neteweyî, demokratîk û kolektîf yên miletê Kurd û kurdistanîyan qedexe dikin, xwedî eynîraman û helwestê ne.
Tifaqa Milet jî û Tifaqa Cimhûr jî di deklerasyonên xwe yên hilbijartinan de, mafê miletê Kurd yên herî xwezayî yên weke nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê bi nasnameya xwe rêxistinîyê, behs nekirine û neanîne zimên. Teva ku Tifaqa Milet dibêje ‘’emê pirsa Kurd li parlamentoyê çareser bikin’’ jîbêyî çend gotinên glover, ji bo pênasekirin û çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, heta niha tu bername pêşkêş nekirine.Bêgûman, hinek gavên ku Tifaqa Milet dixwaze bavêje, hata radeyekê belkî bikaribe vê zexta li ser civatê heye, hinekî kêm bike. Lê, bernameya wan ya di derbarê azadî û demokrasîya li Tirkîyeyê jî, bi gelek qeyd û şerdan ve hatîye girêdan û ev jî rê li ber pîvanên gerdûnî yên azadî û demokrasîyê digre.
Bi van bername û helwestên xwe diyar dibe ku herdu tifaq jî di mijara çareserkirina pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de ne xwedîyê cudahîyên bingehînin. Herdû îtifaq jîli ser parastin û berdewamîya siyaseta degirkerî û statukoparistina dewletê,hemfikir in.
Tifaqa Ked û Azadîyê û Partîya Çep ya Kesk jî di deklerasyonên xwe de dibêjin ku ‘’emê pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin’’.Lê mixabin wan jî di deklarasyon û bernameya xwe ya hilbijartinê de, di derbarê pênasekirin û çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de û ji bo daxwazên acîl yên kurdan, ji xeynî çend gotinên gilover, tu tiştekî berbiçav dest nîşan nekirine;ew di vî warî re rewşê şolî dikin û siyasetek li ser esasê tirkîyeyîtî didin pêş.
Çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê
Pirsa miletê Kurd û Kurdistanê, pirsek neteweyî û niştîmanîye. Di esasê xwe de; pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd e, pirsa azadîyê, avakirina desthilatdarî û civateke demokratîk û dadwerîyê ye. Bêgûman di warê çarenûsa miletê Kurd û Kurdistanê de,biryara dawî ya gelên Kurdistanê ye. Ango; di şert û mercên azad de û bi îradeya xwe ya azad, tenê miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê dikarin li ser çarenivîsa xwe biryarê bidin.
Di encamê de, ev pirs û pirsgirêk bi desthilata Dewleta Tirkîyeyê û nûnerên gelê Kurdistanê, bi çavdêrîya dewletên cîhanê, bi guftûgo û muzakereyên herdu alîyan û li ser “Maseya Grover” dikare bê çareser kirin.
Li Bakurê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên miletê Kurd û kurdistanîyan, bi kîjan formên dewletê ango federal, konfederal ya jî serbixwe dibe bila bibe, em dê hewl bidin ku sazûman û sîstemeke demokratîk ya ku xwe bispêre prensîpû rêbazên azadî, wekhevî, parvekirina adîl ava bikin. Armanca me, divê avakirina sîstem û civatek demokratîk be ku hemû beşên civatê bi awakî, azad û bextewar tê de bijîn. Di vê sîstem û civata demokratîk de, armanca sereke hemû çîn, dîn, etnîk, mezheb, bawerî û zimanên cuda bi hevdû re di nav aştî, azadî, parvekirinek dadwerî û aramîyê de bijîn.
Di hilbijartinên 14ê Gulanê da emê li gorî rêbazênkurdistanî û li gorî berjewendîyên gelê xwe helwestê bigrin
Di hilbijartinên 14ê gulana 2023yê de, li gel parastina mafê çarenûsîya miletê Kurd, ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û kurdistanê xweş bibe, divê em daxwazên acîl yên miletê Kurd derxînin pêş û têxin rojeva siyasî ya hilbijartinê.
Di van şerd û mercên îro de, em daxwazên acîl yên miletê Kurd bi kurtayî weha pênase dikin: Divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî bi herdu zaravayên xwe kurmancî û zazakî bê qebûl kirin, zimanê kurdî jî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber partî, dezgeh û rêxistinên bi navê Kurdistanê bêne ava kirin ji holê rabin. Divê navê gund, bajar û navçeyênkurdî yên ku hatine guherandin, weke navên berê bêne vegerandin. Divê azadîya ramanî û birêxistinbûyînê li gorî hiqûqa gerdûnî bêne bicîh anîn.Divê dewleta Tirkîyeyê şerdên wan peymanên navnetewî yên îmze kirîye, pêk bîne.
Divê van daxwazên acîl yên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û hemû qanûnên peywendîdar yên dewleta Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin.Ji bo pêkanîna van daxwazên acîl, divê em xebatên cihêreng û berfireh yên hevbeş bimeşînin.
Divê em hewl bidin ku pêwendîyan bi partî, rêxistin û dezgehên sivîl yên Tirkîyeyê jî deynin ku em bikaribin di derheqê daxwazên acîl de piştgirîyek berfireh bigrin;herweha raya giştî ya Tirkîyeyê jî tê bigihêjin ku heta rê li ber çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê venebe, dê li Tirkîyeyê jî derfetênavakirina azadî û demokrasîyek rasteqînî neyên holê.
Em ê bi tu partîyan retifaqa hilbijartinê nekin, lê em ê dengên xwe bidin HAK-PARê
Em wek TDK-TEVGER û PAK biawakî fermî nikarin beşdarî hilbijartinan bibin û di vê wexta teng da alternatîfa namzedên serbixwe jî ne di rojevê de ye.
Emê bi tu partîyan ra jî nekevin nav tu hevkarî yan jî tifaqên hilbijartinan.
Di nav partîyên ku beşdarî hilbijartinan dibin, wek bername û daxwazên ku di deklarasyona xwe ya hilbijartnê da nîşan dane, em HAK-PARê nêzî xwe dibînin.
Cîhê mixabinîyê ye ku, HAK-PARê di van 8 salên dawîn de, ji xeynî çend îstîsneyan, xwe ji hevkarî û xebatên hevbeş yên bi partîyên kurdistanî redûr xistîye.Pêşniyarîya PAK û TDK-TEVGERêyaku “em pêşî hevkarîyek neteweyî, demokratîk û kurdistanî ava bikin; helwest û hevkarîya hilbijartinê jî weke beşekî xebata vê hevkarîya millî û demokratîk binirxînin”, HAK-PARê bê bersîv hiştîye. Di encamnameya civîna Meclîsa Partîyê ya HAK-PARê ya 1ê nîsana 2023yê de, qetbehsa vê mijara ku bi partîyên Kurdistanî re avakirina îtifaqa hilbijartinê nehatîye kirin.
Ji ber van sedemên esasî yên ku em li jorê diyar dikin, em dê bi HAK-PARê rejî tifaqek hilbijartinê pêk neînin.Lê belê Rêzdar Duzgun Kaplan Serokê Giştî yê HAK-PARê di 4ê nîsana 2023yê de ji PAKê û TDK-TEVGERê ra nameyek şand. Di vê nameyê de,rêzdar Duzgun Kaplan diyar dike ku “hema piştî hilbijartinan ji boavakirina hevkarîyeke milî û demokratîk HAK PAR ji bo hevdîtinan amadeyeû di vî warî de çi bikeve ser milên wanwê bi cih bînin”. Em weke PAK û TDK-TEVGERê vê nameyê weke helwest û hewldanek erênî dinirxînin; herweha ji bo ku HAK-PAR partîyek kurdî ye û ji bo ku em program û daxwazênwê yên siyasî di nav xeta neteweyî û kurdistanî dibînin;em dê di hilbijartina parlamentoyê ya 14ê gulana 2023yê de dengên xwe bidin HAK-PARê.Em hêvîdar in kuew beyan û helwesta Rêzdar Duzgun Kaplan ya li jor û vê piştgirîya me ya ji bo HAK-PARê, dê piştî hilbijartinan bibe zemîn û destpêka hevkarîyeke milî û demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê.
Di hilbijartinên serokkomarîyê de jî em dê li gorî menfeet û daxwazên meşrû yên acîl ên miletê Kurd helwestê bigrin û tevbigerin. Kîjan namzed li pêşberî raya giştî bi awayekî zelal û şefaf teahudê bide ku ew dê daxwazên acîl yên miletê Kurd di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din ên peywendîdar yên Dewleta Tirkîyeyê de bicîh bike, em dê piştgirîya wî bikin.
Tecrubeyên heta îro nîşan dane ku heta Kurd nebin xwedîyê tifaqek neteweyî, weke alîyekî tevnegerin û bi hevbeşî li daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk xwedî dernekevin, bi yek helwestê hêza xwe nîşan nedin, em dê nikaribin tu mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî bidest bixin û destkeftinên xwe biparêzin, Em dê nikaribin tesîrê li ser helwesta van tifaqan û partîyan bikin.Em dê nikaribin tesîrê li ser guhertinên Qanûna Bingehîn bikin û em dê nikaribin sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya dagirker û asîmîlasyonî yadi derbarê miletê Kurdû kurdistanîyan de, biguherînin.
Loma jî li Bakurê Kurdistanê divê ji alîyekî ve ji bo avakirina hevkarî, tifaqek, bereyeke mayende, stratejîk û kurdistanî xebat bê meşandin; ji alîyekî ve jî divê em hewl bidin ku li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hêza hemû pêkhateyên Kurdistanê û gelê me yê li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijînbikin yek. Ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, ji bo ji îro ve em wek gelên Kurdistanê û kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn, mafên xwe yên acîl bidest bixin,divê em weke terefekî tevbigerin.
Yekitî, hevkarî û hevrêzîya partî, rêxistin, tevgerên kurd û kurdistanîyan navnîşana çareserîya pirsa miletê Kurd û Kurdistanê ye!
13.04.2023

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER)

TDK-TEVGER ve PAK’ın Türkiye Devleti Parlamento ve Cumhurbaşkanlığı Seçimleri’ne Dair Deklarasyonu
14 Mayıs 2023 günü Kuzey Kürdistan ve Türkiye’de, Türkiye Devleti Parlamentosu ve Cumhurbaşkanlığı için seçimler gerçekleştirilecek.
14 Mayıs seçimleri, 6 şubat 2023 günü meydana gelen depremin yaraları henüz sarılamamışken, gerçekleştiriliyor. Türkiye Devleti tüm kurumlarıyla bu depremin enkazı altında kaldı.6 Şubat depreminin yol açtığı sonuçlar, salında Türkiye Devlet sisteminin içi boş yapısının dışa vurumudur, ürünüdür. 6 şubat depremi, tüm kurumlarıyla Türkiye Devleti’nin, AK Parti Hükümeti’nin sorumlusu oldukları bir katliamdır. Ama, Cumhurbaşkanıyla, hükümetiyle, Türkiye Devleti’nin, tüm kurumları, hiçbir şey olmamış, bu katliamda hiçbir sorumlulukları yokmuş gibi davranmaktadırlar.
Türkiye Devleti’nin yönetim organlarının bu denli korkusuz ve gamsız ve pervazsız bir şekilde davranmalarını iki temel sebeple açıklamak mümkündür. Birinci sebep, Türk halkı içinde, kendi hak ve özgürlüklerine, demokrasi, adalet ve eşitlik değerlerine sahip çıkacak, insanca bir yaşam talebinde bulunacak, kitlesel, örgütlü, güçlü bir gücün olmayışıdır.İkinci sebep de, milli, demokratik, Kürdistani bir anlayışa dayalı güçlü bir örgütlülüğün olmayışı ve Kürtlerin milli bir ittifak oluşturamamalarıdır. Verilen tüm bu ağır bedellere rağmen, ne yazık ki, Kuzey Kürdistan milli, demokratik, ulusal kurtuluş hareketi, hem siyasi ve örgütsel bir birlikten, hem de milli, Kürdistani bir işbirliğinden yoksundur. Hatta, Kürt milletinin, Kürdistan halkının acil talepleri etrafında bile, geniş bir potansiyeli kapsayan bir işbirliği, ittifak, platform, cepheden yoksun durumdayız.
İşte bu iki temel sebep, Ortadoğu ve dünyadaki ekonomik ve siyasi konjonktürle bütünleşince; Türkiye Devleti yöneticilerinin depremdeki büyük yıkım karşısında da; ekonomik kriz, özgürlük, demokrasi, adalet, eşitlik değerlerinin yaşam bulması hususunda da; Kürt milletinin milli, demokratik, kültürel talepleri karşısında da, bu denli gamsız ve pervazsız davranmalarına, bu sorunların çözümü ve değişim doğrultusunda hiçbir adım atmamalarına yol açmaktadır.
Türk halkının örgütlü, kitlesel bir şekilde kendi hak ve özgürlüklerine sahip çıkmayışı; Kürtlerin milli, demokratik bir ittifaktan yoksun oluşları, Türkiye Devleti’nin muhalif partilerinin de, minnetsiz bir şekilde davranmalarında belirleyici bir rol oynamaktadır.Muhalefet partileri de, Kürt milletinin kültürel, milli, demokratik hak ve özgürlüklerinden, Kürtçe ana dille eğitim hakkından bile bahs ertmemektedirler.
Kısacası, hem AKP iktidarı, hem de muhalefet, Türkiye halklarının en temel hak ve özgürlüklerini de, Kürtlerin ve diğer halkların evrensel hukuktan kaynaklanan hak ve özgürlüklerini, insan haklarını da kapsamalı bir şekilde içeren bir programdan yoksundurlar.
Cumhur İttifakı da, Millet İttifakı da, Kürtlerin varlığını ve millet olmaktan kaynaklanan haklarını kendi programlarına koymamışlar
İktidar ve muhalefetin mevcut program ve deklarasyonları, 14 Mayıs seçimlerinden sonra da Kürtler ve diğer halklar için köklü, ciddi bir değişimin olmayacağının da habercisidir.Cumhurbaşkanıyla, hükümetiyle, muhalefet partileriyle mevcut sistem partileri ve yöneticileri; Türkiye Devleti’nin varlığını, bugüne kadar olduğu gibi, inkar, asimilasyon, işgal, ırkçılık üzerinden sürdüren bir anlayış ve siyasetle hareket etmektedirler.
İktidarıyla, muhalefetiyle Türkiye Devleti’nin tüm sistem partileri, ‘’Tek devlet, tek millet, tek vatan, tek bayrak’’ paradigmasından taviz vermemekte ve bunu savunmaktadırlar. İktidar partileri de, muhalefet partileri de, Kürtlerin varlığını, dilini, milli, demokratik haklarını yok sayan, yasaklayan anayasanın ilk dört maddesinin değişememezliği hususunda hemfikirdirler.
Cumhur İttifakı da, Millet İttifakı da, seçim deklarasyonlarında, Kürt kimliğinin tanınması, ana dille eğitim, Kürdistan ismiyle parti ve örgütlerin serbestçe kurulabilmesi vb. en temel hak ve özgürlüklere bile yer vermemişler. Millet ittifakı, her seferinde ‘’Kürt sorununu mecliste çözeceğiz’’ demesine rağmen, bugüne kadar Kürt ve Kürdistan sorununun ne anlama geldiğine ve bu sorunu nasıl çözeceğine dair, birkaç belirsiz, yuvarlak söylem dışında, hiçbir somut programı kamuoyuna sunmamıştır. Elbette ki, Millet İttifakı’nın kendi programında dillendirdiği ve iktidara geldiğinde atmayı hedeflediği bazı adımlar, şu anda topluma uygulanan baskıların bir nebze hafiflemesine yol açabilir. Ama, Millet İttifakı’nın kamuoyuna sunmuş olduğu program ve deklarasyonlarda varolan bir çok amalı, fakatlı değerlendirmeler, özgürlük ve demokrasinin evrensel değerler temelinde yaşam bulmasını engelleyen bir anlayışı ifade etmektedir.
Mevcut program ve tutumlarıyla, Cumhur İttifakı da, Millet İttifakı da, Kürt, Kürdistan sorununun çözümü konusunda temelde aynı anlayışa sahiptirler; mevcut işgalci, statükocu sistem ve anlayışın devamından yanadırlar.
Emek ve Özgürlük İttifakı ile Yeşil Sol Parti, kendi deklarasyonlarında ‘’Kürt sorununu demokratik yollardan çözeceğiz’’ demektedirler. Ama ne yazık ki, her iki oluşum da, birkaç yuvarlak ve belirsiz söylem dışında, kendi program ve deklarasyonlarında, Kürt ve Kürdistan sorunun tarifi ve bu sorunun çözümü konusunda hiçbir somut değerlendirme sunmamışlar; Kürtlerin en temel, acil taleplerine bile yer vermemişler. Türkiyelilik temelinde bir siyasal yaklaşım sergilemektedirler.
Kürt ulusal sorunu ve Kürdistan sorununun çözümü
Kürt ulusal sorunu ve Kürdistan sorunu, milli bir sorundur, ülkesel bir sorundur. Temelde de Kürt milletinin kendi geleceğini belirleme hakkıdır; demokratik, adilane bir yönetim ve toplum inşa etme sorunudur, özgürlük sorunudur.Elbette ki Kürt milleti ve Kürdistan halkının kendisini nasıl yöneteceğine dair söz ve karar sahibi, özgür iradesiyle Kürt milleti ve Kürdistan halkıdır.
Bu sorun, Kürdistan halkının temsilcileri ile Türkiye Devleti temsilcilerinin etkili bazı devletlerin gözetiminde ‘’yuvarlak masa’’da gerçekleştirecekleri görüşmelerle çözülecektir.
Kuzey Kürdistan’da Kürt milleti, Kürdistan halkının devletleşme hakkının( federal, konfederal, bağımsız) özgürlük, demokrasi, adalet, eşitlik değer ve prensipleri üzerinde inşa edilecek demokratik bir yönetim tarzıyla yaşam bulması gerektiği inancındayız. Amacımız Kürdistan toplumun tüm bileşenlerinin iradesini temsil eden ve tüm bu bileşenlerin özgür, mutlu, huzurlu ve adil bir şekilde, birlikte yaşayabilecekleri bir yaşam ve yönetim biçimi inşa etmektir.

14 Mayıs seçimlerinde Kürdistani prensipleri ve halkımızın çıkarlarını esas alan bir tutum içinde olacağız
14 Mayıs 2023 seçimlerinde, Kürt milletinin kendi geleceğini belirleme hakkıyla birlikte, Kürt ve Kürdistan sorununun çözüm yolunu kolaylaştırabilecek olan Kürt milletinin acil taleplerini gündemleştirmeliyiz.
İçinden geçtiğimiz koşullarda Kürt milletinin acil taleplerini şu şekilde tanımlamak mümkündür: Kürt milletinin kimliği, Kürtçe(Kürtçenin Kurmanci ve Zazaki lehçeleri) ana dille eğitim hakkı tanınmalı, Türkçe ile birlikte, Kürtçe de ikinci resmi dil olmalı.Kürdistan ismi üzerindeki ve Kürdistan isimli parti, kurum ve örgütlerin önündeki tüm yasak ve engeller kaldırılmalıdır.İsmi değiştirilen Kürtçe şehir,ilçe, köy ve diğer yerleşim yerlerinin isimleri, eski isimlerine kavuşturulmalıdırlar. Düşünce, ifade, örgütlenme özgürlüğü evrensel prensipler esas alınarak yaşam bulmalıdır.Türkiye Devleti imzalamış olduğu tüm uluslar arası anlaşmaların gereklerini yerine getirmelidir.
Kürt milletinin tüm bu acil talepleri Türkiye Devleti Anayasası ve ilgili yasalarında garantiye alınmalıdır.Bu taleplerin gerçekleşmesi için çok boyutlu, Kürdistan toplumunun olabilecek en geniş kesimlerini kucaklayacak bir çalışma yürütmeliyiz.
Kürt milletinin acil talepleri için Türkiye’deki olabilecek en geniş kesimlerle, siyasi partiler, sivil toplum kuruluşları, örgütlerle diyalog içine girmeli ve olabilecek en geniş kesimlerin desteğini almak için kapsamlı bir çalışma içinde olmalıyız.Yapacağımız çalışmalarla Kürt ve Kürdistan sorunun çözüm yolu açılmadıkça, Türkiye’de de gerçek anlamda özgürlük ve demokrasinin inşa zemininin de oluşamayacağı konusunda Türkiye kamuoyuna, görüş ve önerilerimizi sunabilmeliyiz.
Hiçbir parti ile seçim işbirliğine girmeyeceğiz, ama HAK-PAR’a oy vereceğiz
PAK ve TDK-TEVGER olarak yasal prosedürün tol açtığı engellerden dolayı seçimlere katılamamaktayız. Ayrıca, bu dar zaman dilimi içinde bağımsız adaylarla da seçimlere katılmanın gerekli koşulları yoktur.
Hiçbir parti ya da ittifak ile seçim işbirliğine girmeyeceğiz.
Seçimlere katılma hakkı kazanan partiler içinde, programı ve seçim deklarasyonu itibariyle HAK-PAR’ı kendimize yakın görüyoruz.
Ne yazık ki HAK-PAR son 8 yılda, birkaç istisna hariç, Kürdistani parti ve örgütlerin işbirliği önerilerinden uzak durmuş, ortak çalışmalara katılmamıştır.TDK-TEVGER ve PAK’ın 21 Ocak 2023 günü HAK-PAR’a sunmuş oldukları ‘’Öncelikle milli, demokratik bir işbirliğini oluşturalım, seçim işbirliğini de bunun bir parçası olarak ele alalım’’ içerikli öneri, ne yazık ki HAK-PAR tarafından cevapsız bırakılmıştır. 1 Nisan 2023 tarihinde toplanan HAK-PAR Parti Meclisi’nin sonuç bildirisinde de, Kürdistani partilerle herhangi bir işbirliği konusunda hiç değinilmemiştir.
Dile getirmiş olduğumuz bu temel sebeplerden dolayı, HAK-PAR ile bir seçim ittifakına girmeyeceğiz. Ama HAK-PAR Genel Başkanı Sayın Düzgün Kaplan, 4 Nisan 2023 günü PAK’a ve TDK-TEVGER’e ayrı ayrı göndermiş olduğu mektuplarda, ‘’ HAK-PAR olarak, seçimlerden hemen sonra, milli, demokratik bir işbirliğinin inşası için görüşmelere ve bu konuda üzerimize düşecek olanları yerine getirmeye hazırız’’ demektedir. TDK-TEVGER ve PAK olarak mektupta dile getirilen bu görüşleri ve tutumu olumlu bir girişim olarak değerlendiriyoruz.Bu olumlu mektubu da dikkate alarak ve HAK-PAR’ın program ve taleplerini milli, Kürdistani hattın içinde gördüğümüzden dolayı; 14 Mayıs 2023 parlamento seçimlerinde HAK-PAR’a oy vereceğiz.Sayın Düzgün Kaplan’ın 4 Nisan günü TDK-TEVGER ve PAK’a göndermiş olduğu mektupta dile getirmiş olduğu tutum ile seçimlerde HAK-PAR’a vereceğimiz desteğin, seçim sonrası Kuzey Kürdistan’da milli, demokratik bir işbirliğinin oluşmasına bir zemin ve başlangıç olmasını umut ediyoruz.
Cumhurbaşkanlığı seçimlerinde de, Kürt milletinin acil talepleri ve çıkarlarını esas alarak tutum alacağız. Kürt milletinin acil taleplerini Türkiye devleti Anayasası ve ilgili yasalarında garantiye alacağını kamuoyu önünde açık ve şeffaf bir şekilde taahhüt eden cumhurbaşkanı adayını destekleyeceğiz.
Bugüne kadarki tecrübeler ispatlamıştır ki, Kürtler kendi milli, demokratik talep ve prensiplerine sahip çıkmadıkları ve bu temelde ittifaklarını kurmadıkları, güçlerini birleştirmedikleri sürece, hiçbir hak ve özgürlüklerine kavuşamayacaklardır, elde ettikleri kazanımlarını koruyamayacaklardır.Milli, demokratik ittifakımızı oluşturmadığımız sürece, var olan parti ve ittifaklara da herhangi bir etkide bulunamayacağız, anayasa değişikliği tartışmalarında da bir taraf olarak dikkate alınmayacağız, herhangi bir etkide bulunamayacağız.Türkiye Devleti’nin işgalci, asimilasyonist siyasetinin değişimini de sağlayamayacağız.
Bu nedenle de, bir yandan Kuzey Kürdistan’da kalıcı, stratejik Kürdistani bir ittifakın ve bu yolda milli, demokratik bir işbirliğinin oluşturulması için çalışmaları yürütürken; diğer yandan da bu çalışmayla birlikte ve onu güçlendirecek bir anlayışla, olabilecek en geniş Kürt, Kürdistan potansiyelini, Türkiye metropollerinde yaşayan Kürtleri, Kürt milletinin acil talepleri etrafında kenetlemek için yoğun bir çaba içinde olmalıyız.
Kürt, Kürdistani parti, hareket ve örgütlerin birliği, işbirliği ve ittifakları, ortak amaçlar için kenetlenmeleri, Kürt ve Kürdistan sorunun çözüm adresini de işaret etmektedir.
13.04.2023
Kürdistan Demokratik Hareketi(TDK-TEVGER)
Kürdistan Özgürlük Partisi(PAK)

 

 

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *