Daxuyanîyek Di Derbarê Rêbera Rastnivîsîne Da

(Dostê min ê salan Rezoyê Osê, xweşîya Xwedê lê be, digot: Hevalo, di warê nirxandinê da gerek em Kurd bi hev ra dilhişk bin, ne kîndar û serhişk bin )

Li ber ronahîya vê penda rastgo ez xwe nêzî vê encama komxebata me ya pîroz dikim. 

ji destpêkê ve divê ez bibêjim ku hindek kêmasî di pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” da dihên dîtin. Hin ji wan kêmasîyan dighêjin radeya şaşîyên rêzimanî yên ku qet nahên pejirandin. 

Rêbera Rastnivîsînê encama komxebata nêzî 20 şarezayên zimanî ye. Ew şarezayên ku xwedanên hizir û bawerîyên ciyawaz in ji her çar parçeyên Kurdistanê jî hatine vexwendin. 

Bêguman vê xebata hevbeş ya ku beşdarên wê bi vî şêweyê balkêş hatine civandin giringiyeke taybet daye vê pirtûka ku ligel hemû kêmasîyên xwe jî pêngaveke dîrokî ye, li asteke bilind dihê nirxandin. Lê ev nirx û giringî jî qet wî mafî nade me ku em çavên xwe ji wan şaşîyan bigirin û rê li ber wê vekin da ku bi vê rewşa xwe ya heyî bibe bingeha restnivîsa zimanê me.

Ligel ku ez endamekî komxebatê bûm jî, lê -mixabin- di gotebêjkirina hin mijarên aloz da dengê min û dengên hin endamên dîtir jî li ber dengvedana serkêşên komxebatê nizim bûn,nedihatin bihîstin û di vê rewşê da hin biryarên nedurist dihatin wergirtin û cihên xwe di nav rûpelên Rêberê da didîtin, wek: 

1- (R.27) : “Navên bajar û bajarokên Kurdistana Bakurî” 

– (R.29) : “ Navên bajar û bajarokên Kurdistan Başûrê Rojavayî”

Di derbarê vê derbirînê da du pirs di serê min da digerin: 

a- Ev “î”ya ku gihaştîye navên hêlan (bakurî, rojavayî), gelo çi ye û çi wateyê dide derbirînê?!

Bi dîtina min ev “î” li vir ne nîşandeka tewangê ye, ne ya raspartinê (nisbetê)ye jî. Bi vê dîtinê hebûna “î”yê bargiranîyeke zimanî ye, dikeve warê şaşîyên rêzimanî.

b- Dema ku em dibêjin (Kurdistana Bakurî) dihê wê wateyê ku çar Kurdistan hene (Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî, Kurdistana Rojavayî).

Ev jî şaşîyeke dîtir e, nayê pejirandin.

Rastîya derbirînê ew e ku bihê gotin: (Navên bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê…).

2- (R.44) : “Tîpa ducare di morfêmên kurmancîyê yên sade da tune ye” 

Bo zelalkirina vê mijarê komxebata Rêberê van mînakan di ber çavan ra derbas dike. 

   weha binvîse         Weha nenivîse 

      birîn                        birrîn 

…​…

Baş e, di vê hevokê da: (Birîna Çeto bû sedma birrîna destê wî). Eger em li gora Rêberê bibêjin (birîna Çeto bû sedema birîna destê wî). Gelo wate ji vê hevokê ra heye?! Çawa birîn dibe sedema birînê ?! Ya rast ew e ku birîn axivîye, bûye nexweşîya “gergerîna” û dawî ji neçarî dest hatîye birrîn. 

Li vê gorê birîn bûye sedema birrînê!

Di bîra min da ye, dema ku ev mijar di civîna Mêrdînê da hat rojevê min destê xwe bilind kir û got: Di kargeha keviran da du karker bi navê Salih hene. Yek ji wan keviran dibirre û wan bo lêkirinê amade dike, yê dî jî wan dibe. Li vê gorê yek Salihê kevibirr e û yê dî Salihê kevirbir e. Veca ku em tîpa dubare nenivîsin em ê çawa wan her du Salihan di nivîsînê da ji hev binasin ?!

Hingê komxebatê pêwendîyek telefonî bi zanyarê Emrîkî Maykil Çayit ra girêda û pirsa vê mijarê jê kir. Maykil got: Ev mijar pirsgirêkeke aloz e, divê çareser bibe. Lê mixabin ev pirsgirêk di her du çapên Rêberê da jî nehat çareserkirin .

3- Di mijara tewanga jimarnavan (hejmarnavan) da jî Rêber çend şiroveyên cûrecûr di ber çavan ra derbas dike:- (R.180)

a: “lewra hin kurmancîaxêv zayenda hejmarnavên bingehîn “mê” dihesibînin, li gora wê dinivîsin û herweha di halê tewangê da jî wan li gor zayenda “mê” ditewînin (ji yekê, ji duyê, ji sêyê …..)”- (R.181)

b: “Hin kurmancîaxêv jî hejmarnavan “nêr” dihesibînin û di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê tewangê ferz dike, hejmarnav li gor zayenda “nêr” ditewînin, komxebata me piştî niqaşeyên piralî her du awa jî di nivîsîna kurmancîyê da qebûl dike”.

Di heman rûpelî da jî Rêber pê da diçe û dibêje:

“…Li gor vî awayî (awayê nêr):

1- Hejmarnavên kurmancîyê yên bingehîn, ji bilî hejmarnava “yekê” hemû nêr in 

2- Ji hejmarnava “du”yan heta milyaran hemû hejmarnav bi “an”ê dihên tewandin”

Bi rastî ev şiroveya tewanga hejmarnavan gelekî seyr û balkêş e, aloz û tevlihev e qet nahê têgehiştin. Di (R.180)yê da dibêje hin kurmancîaxêv zayenda hejmarnavên bingehîn mê dihesibînin. Ev gotin zelal e, lê ji hêla duristî û neduristîyê ve ew tiştekî dîtir e. 

Di (R.181)ê da jî dibêje hin kurmancîaxêv hejmarnavan nêr dihesibînin. Li vê gorê jî tewanga hemû hejmarnavan (ji bilî yekê) bi “an”ê dihên tewandin. 

Kî dikare di vê şiroveyê da bigihêje, ka çi dibêje ?!

Ji hêlekê ve hemû hejmarnav nêr in û ji hêleke dî ve jî dibêje tewanga wan bi “an”ê pêk dihê. Ma ev dibe?!

Em dizanin ku nîşandeka navên nêrzayên yekjimar “î”ye û ya navên mêzayên yekjimar “ê”ye û ya her du zayendên komjimar jî “an”e.

Vêca çawa “an” dibe nîşandeka tewandina hemû hejmarnavên nêrza – Di (R.182)yê da jî Rêbera Rastnivîsînê dibêje: “Hejmarnavên bîst, sîh, çil, milyar…, bi “î”yê dihên tewandin”.

Bi dîtina min ev jî şaşîyeke gelêrî ye ketîye ser zimanê hindek kurmancîaxêvan, ne tevan.

Bi bawerîya min tewanga hemû hejmarnavan bi vî şêweyî zelal dibe:

Hemû hejmarnav ji hêla tewangê ve dibin du beş – Hejmarnavên bingehîn – Hejmarnavên rêzîn (rêzgir)a- Hejmarnavên bingehîn ji yekê heta dawîya hejmarnavan (1, 2, 3, 4, 10, 40, milyon …) li gora zayend û mêjerên berjimarên xwe dihên tewandin: 

1- Hejmarnava yekê li gora zayenda berjimarê xwe dihê tewandin, wek:- Ez hespekî dixwazim 

(ez yek hespî dixwazim)- Ez mehînekê dixwazim 

(ez yek mehînê dixwazim)

2- Ji duwan heta dawî (2, 3, 5, 50, 90, milyar…) bi nîşandeka kombêjîyê “an”ê dihên tewandin, wek:- Ez du hespan dibînim 

(ji hespan ez duwan dibînim)- Ez bîst hevalan dinasim

( ji hevalan ez bîstan dinasim)- Ez şêst pirtûkan dixwazim 

(ji van pirtûkan ez şêstan dixwazim)

Dîyar e ku hejmarnavên van mînakan li gora mêjerên berjimarên xwe hatine tewandin. Berjimarên wan jî kom in û ew jî bi “an”ê hatine tewandin.

b- Hemû hejmarnavên rêzîn (rêzgir) yên ku li pey hev in li gora zayenda berjimarên xwe yên mêza bi “ê”yê dihên tewandin wek: – Memo di pola şeşê da ye 

(ji rêzên polên xwendinê Memo di pola şeşê da ye)- Dara dehê ya sêvan e 

(di rêza van daran da ya bi hejmara dehê ya sêvan e)

4- Rêbera Rastnivîsînê bêjeya “lêker” bi wateya (verb, fî’il) dixebitîne. Ev jî nedurist e, çiku li gora bêjesazîyê “lêker” bi wateya kesê ku tiştekî (dîwarekî, xanîyekî) lêdike, ne lêkirin e anku navê kara ye (اسم فاعل).

5- Em dizanin ku rastnivîsa her bêjeyekê li gora wateya wê saz dibe. Hin bêjeyên lêkdayî (hevdudanî) ji du bêjeyên sade saz dibin û wateya bêjeyeke nû didin, wek: – Yê ku silav li te kir ez bixwe bûm – Ev gotin wiha bikar dihê – Bo çi tu hatîyî vir. 

Ez jixwe hatime (bê sebeb)- ……..

Hin caran ev gotin û hinên wekî wan di Rêberê da ji hev cuda hatine nivîsîn.

6- Di derbirîna “ Komxebata Kurmancîyê” da “î”ya raspartinê û nîşandeka tewanga navên mêzayên yekjimar “ê” bi hev ra gihaştine bêjeya (Kurmanc). Gelo ev her du nîşandek bi çi sedemê li pey hev hatine xebitandin .

Bi bawerîya min her du nîşandek bi hev ra bargiranîyekê didin bilêvkirina bêjeyan, wek:- Pirtûka rastnivsa zimanê Kurdîyê- Elfabeya zimanê Aramîyê- ….

Ji hêla rêzimanî ve jî resenîya gotina “Komxebata Kurmancîyê” ev e: (Komaxebata şêwezarê Kurmancî) wekî ku tu bibêjî (yasaya dewleta Osmanî). Di van her du mînakan da bêjeyên (Kurmancî, Osmanî) hevalnav (sifet)in û tewang jî qet nagihêje hevalnavan. Lê ku ew hevalnav bibin navên bernas hingê tewanga wan pêwîst e wekî ku em navê gundekî yan bajarokekî bikin (Kurmanî, Osmanî) wê hingê divê bihên tewandin, wek: Ez ji gundê Kurmancîyê çûm bajarokê Osmanîyê.

7- Gelek gotinên Erebî û yên biyanî di nav rûpelên Rêbera Rastnivîsînê da bi piranî dihên dîtin ligel ku mirov dikare li şûna wan jî gotinên Kurdî bibîne. Ev dîyarde jî li başûr û rojavayê Kurdistanê nahê pejirandin. Tenê ew bêjeyên kudi ferhenga zimanê Kurdî da nahên dîtin mirov dikare li şûna wan wan peyvên biyanî bikar bixebitîne.

Ev nirxandina me qet nahê wê wateyê ku Rêbera Rastnivîsînê çi mijareke hêja û balkêş li rastinvîsa Kurmancî zêde nekirîye. Bi dîtina min Rêberê hin pêngavên berfireh beru standardkirina bikaranîna çend bêjeyên Kurmancî ku bi hin şêwazên ciyawaz dihên xebitandin avêtine, wek:

1- Karê “hatin” li hin herêman li gora resenîya xwe xula veduhestina (kêşana) xwe sergihayî (temam) dike:- Ew hat, ew dihê, ew ê bihê, bihê (fermanî)

Li hin herêman jî bi şêweyê sivikbûyî dihê veguhestin – Ew hat, ew tê, ew ê bê,  were

Ji bilî vê sivikbûnê jî ev kar di raweya fermanî da veguhestina xwe ji karê (weryan) yê jibîrkirî dike. Rêbera Rastnivîsînê jî tekezîyê li ser pêwîstîya xebitandina resenîya vî karî dike, anku bêyî sivikbûn û bêyî bikaranîna jêdereke dîtir.

2- Xebitandina nîşandeka tewanga navên nêrzayên yekjimar ya ku li pir deveran paşguh bûye, wek:- Ez çûm mala Ehmedî- Ev pirtûka Dildarî ye 

3- Paşdaçekên bazanî “da, ra” li hin deveran sivik bûne û bi şêweyê (de, re) dihên xebitandin . Bo standardkirina vê mijarê jî Rêberê tekez kirîye ku paşdaçek divê li gora resenîya xwe bihên xebitandin 

4- Di derbarê van gotinên dariştî (daristan, gulistan, qûmistan…) da Rêber dibêje, ev gotin ji (dar+stan, gul+stan, qûm+stan) pêk hatine. Dema ku her du tîpên dengdar (bêdeng) di wan gotinên dariştî da (r+s, l+s, m+s) gihaştine hev, bo hêsanîya bilêvkirina wan bêjeyan tîpa dendêr “i” ketîye navbera her du tîpên dengdar û bûne (dar-i-stan, gul-i-stan, qûm-i-stan). Vê dahûrînê daye zanîn ku ew paşgir “stan”e, ne “istan”e wekî di hin pirtûkên rêzimanî da hatîye gotin.

Ji bilî van mijaran Rêbera Rastnivîsînê hin rastkirinên dîtir jî berçav kiriye …

Li dawîya vê daxuyanîyê dixuzire dilê min ku hin xwendevan dê bipirsin: Gelo çima te ev rexne di civînên komxebatê da nedikir û tu jî endamek bû, û navê te jî li ser Rêberê heye ?! Ev pirs jî durist û rewa ye

Sebaret bi geftûgokirina mijaran di civînên komxebatê da, min berî nuha gotibû ku gelek dengên endaman paşguh dibûn û yê min jî yek ji wan bû. Wê hingê diket gumana min ku lihevkirineke pêşînde li ser erêkirina hin mijarên aloz di navbera hin endaman da heye. Di wê rewşa komxebatê da min biryar wergirt ku ez beşdarîya xwe sivik bikim û paşê ez li her du civînên dawî (ya Mêrdîn a duwem û ya Stanbolê) amade nebûm. Hebûna navê min jî li ser Rêberê ne bi dilê min bû, lê weşanxaneyaWardozê ji min ra ragihand ku navê te pêşniyaza dostê te yê herî nêzî te bû, ne me ji ber xwe ve nivîsîye. Dema ku min ji dostê xwe pirsî, çima … Got: hebûna navê te giring bû …

Hingê her tişt derbas bibû tenê mabû ku ez sipasîya wan bikim 

Di encamê da hêvîya min ew e ku Rêbera Rastnivîsînê ji nû ve bihê nirxandin û ew têbînîyên ku me destnîşan kirine di çapên dahatî da nehên dîtin.

Deham Ebdulfettah

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *